Berpirsekî PDKê dibêje, PKK li devera Germiyan bi alîkarî û hêsankariya hinek sazî û aliyan kar dike û xwe organîze dike û bi eşkere baregehên wan hene.
Berpirsê liqa 22 ya PDKê li Germiyan, Ekrem Salih li ser xebat û çalakiyên PKKê li devera Germiyan ji BasNewsê re got, PKKê şerê xwe ji Bakur derbasî Herêma Kurdistanê kiriye, ev jî bûye serêşe ji Herêma Kurdistanê re. Xêra PKKê tenê bo dijminan e û ti sûda wê bo kurdan nîne. PKK bo vê herêmê nehatiye damezirandin û divê li vir nemîne.
Li ser bordûmana otomobîla PKKê ji aliyê Tirkiyê ve li Germiyanê jî wî berpirsê PDKê got, ew buyer tiştekî sosret bû bo xelkê deverê ji ber ku cara yekem e dronên Tirkiyê wê deverê bordûman dikin. Ev me nîgeran dike.
Bi gotina Ekrem Salih, PKK bi alîkarî û hêsankariya hinek sazî û aliyan li Germiyan belav bûye û xwe organîze dike û baregah vekirine.