Nivîsar

“Savar êmê mêra ye, ceh êmê hespa ye”

Dema dawî li çêkirina savarên gundiyan tev hat, îcar her şevekê şevarê malekê bi destar tê hêran. Keç û jinên ciwan di hêranê de stran û dîlokên taybet dibêjin.

Zeynelabidîn Zinar

Savar û goşt cihekî girîng di Toreya Kurdî a Xwarinê de wergirtine. 

Di mêvaniyê de piranî savar û goşt têne bikaranîn. Herweha savar û goşt di şahî û şînan de jî, pêşkêşê hatiyan dibin. Dema mêvan jî pesnê mazûrvanên xwe didin, dibêjin ku savar û goşt dane wan.

Çêkirina Savarê:

Di dawiya demsala havênê de, dema Kurd binderên xwe radikin, savarên xwe ji genimê herî baş û qebilî çêdikin:

Li bênderê sê niqre, yan jî şeş niqre têne cihdan. 

Gundî bi dorê her rojê malek genimê ku ji bo bikin savan dikelînin. 

Dema ew genim keliya, êdî navê wî dibe DANÛK.

Berî derketina danûkan, li çend bênderan bi qederê 15-20 m2 erda bênderan hatiye seyandin. Danûkên kîjan malê dema çêdibin, li wan cihên seyandî radixêlin da ku ziwa bibin.

Piştî ku danûn ziwa dibin, êdî navê DANÛKê nayê bikaranîn û navê SAVAR tê bikaranîn. 

Piştre savar têne kutan. 

Hinek bi conuyan hinek jî bi dingê kikutin. 

Piştî kutanê, savar didin bayê. 

Kapika ku jê derdikeve, dixin balgîvan û dema razanê didin ber serê xwe.

Savarê libî ku ji kapikê jî hatiye cudakirin, dixin torbe û telîsan û hiltînin.

Dema dawî li çêkirina savarên gundiyan tev hat, îcar her şevekê şevarê malekê bi destar tê hêran. Keç û jinên ciwan di hêranê de stran û dîlokên taybet dibêjin. Mînak: 

De´b hêr, de´b hêr dayîkê…

Te´l min xêr û xweşîkî…

Ha wisa yek stran dibêje, yek an jî zêdetir bi hev re lê vedigerînin.

Kebaniya male jî xwar û vexwarin ji bo savarhêran amade dike.

Piştî ku hêrana savarê malê kuta bû, îcar dor tê ser bêjingkirinê. 

Dîsa eynî savarhêr savarê ku hêrane, di sê bêjingan re derbas dikin û sê cûre derdixin hole: Savar, hûrik û arvan.

Savar, ji bo xwarina malê û ya mêvanan tê bikaranîn.

Hûrik, ji bo çêkirina kutilk û pîçikan tê bikaranîn.

Arvan jî, ji bo çêkirina QERÎSOKan tê bikaranîn.

Dema Kurd savar û goşt dixwun an didin mêvanên xwe, çend parî goştê ku hatiye kelandin jî datînin ser savara di firaqê de û her firaqek datînin ber yekî tenê. 

Bi savar û goşt re gelek car tirşik jî, yan xwarineke dî ya avê datînin berê.

Ji ber ku xwarina savar û goşt, hem bi qûmet e, hem jî xwarineke nijadî ye, ev Gotina Pêşiyan jî li serê hatiye gotin:

SAVAR ÊMÊ MÊRA YE, CEH JÎ ÊMÊ HESPA YE!

Bi hêviya ku ciwanên me li ser vê babetê û yên wisa lêkolîn bikin, bi berfirehî binivîsin û bikin malê mêjûya kurdî.

Her şad û bextewer bin…

20/ 06/ 2022

Back to top button