Serokê hikûmetê digel mezine berprisên Îmaratê civiya
Di berdewamiya serdana xwe de bo Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî (Îmarat), Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digel welîehdê Ado Debî, wezîrê bazirganî û wezîrê xandiba bilind civiya û çend pirsên girêdayî her du aliyan gotûbêj kirin.
Dîdar digel welîehdê Abo Debî
Duhî Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê şêx Mihemed bin Zayîd Alnihyan welîehdê Abo Debî ve hate pêşwazî kirin.
Di dîdarekê de şêx Mihemed bin Zayîd Alnihyan welîehdê Abo Debî kêfxweşiya xwe li hember sedana serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bo Îmaratê diyar kir û got ku Îmarat dixaze peywendiyên xwe digel Îraqê û herêma Kurdistanê di warê abûrî, bazirganî û sermayerazandinaê de, bi awayekî ku di berjewendiya her tev aliayn de be, berfireh bike
Ji aliyê xwe ve Berhem Salih jî tekîd li ser xwesteka hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên di hemû waran de bi Îmaratê re kir.
Dîdar digel wezîra bazirganiyê
Her duhî, Lubna Xalid Qasimî wezîra bazirganîyê ya Îmaratê pêşwazî li Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.
Di dîdarekê de, geşepêdana têkeliyên abûrî û bazirganî hatin gotûbêj kirin. Wezîra bazirganiyê ya Îmarat behsa encamên serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê ya parsal kir û her du aliyan kêfxweşiya ji bo wê yekê diyar kir ku sewyeya têkeliyên navbera herêma Kurdistanê di sewyeyeke bilind dene û tekîd li ser pêxistina wan kir.
Serokê hikûmeta herêman kurdistanê, ji bo wê rola Îmaratê di piştevanîkirina îraqiyan de lîstî, sipasiya gel û hikûmeta Îmaratê kir û got deriyên herêma Kurdistanê ji bo berhemînerên biyanî û bi taybetî û ji bo sermayedar û berhemînerên Îmratê vekiriye,
Serokê hikûmetê dawetnameyek pêşkrşî Lubna xalid Qasimî wezîra bazirganiyê ya Îmaratê kir ku serdan herêma Kurdistanê bike.
Dîdar digel wezîrê xandina bilind
Her duhî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digel şêx Nihyan Mubarek alnihyan wezîrê xandina bilind yê Îmaratê civiya û çend pirsên girêdayî perwerde, pêwedniyên navbera zanîngehên her du aliyan û xandian bilind gotûbêj kirin.
Weke tê zanîn, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma kurdistanê di van dîdar û hevdîtina de digel serokê hikûmetyê amade bû.