Kultur

Şefredaktor û rojnamevaneke Livîn bi kefalet azad kirin

Li ser dawayeke qanûnî ku Celal Talebanî da bû mehkemyê, îro piştî nîvro şefredaktorê kovara Livîn Ehmed Mîre û rojnamevana wê kovarê Jiyar Mihemed hatin binçav kirin û piştî wergiritna îfdeya wan bi kefalet hatin azad kirin.

Li dor vê yekê rojnamevana kovara Livîn Jiyar Mihemed bi daxuyeniyekê ji çapemeniyê re got:
– Em îro li ser dawayeke Talebanî li mehkemeya Silêmaniyê amadebûyn. Piştî îfadeya me hatî wergirtin em birin merkezê Sera yê polîsan û destser kirin. Piştî çend saetekan ez bi yek milyon dînar û Ehmed Mîre jî bi 3ê milyon dînaran bi kefalet aqzad kirin.

Weke tê zanîn kovara Livîn ku, li Silêmaniyê bi soranî weşana xwe dike, di hijmara 160ê de raporek weşand bû ku tê de diyar kir bû ku PDK û YNK pilanek ji bo kuştina her sê serkirdeyên aliyên oposiyonê amade kiriye.  Li ser wê raporê Celal Talebanî li mehkemeyê şikayet kir bû.

Balkêş e ?
Close
Back to top button