PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Kanadayê, têkiliyan gotubêj kirin

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja pêncşem (10.03.2022) pêşwaziya birêz Gregory Galligan Balyozê nû yê Kanadayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinekê da, Serok Nêçîrvan Barzanî piştî ku bixêrhatina mêhvanê xwe kir, hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Kanadayê li Iraqê xwest û berhevî û piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkên wî nîşan da.

Di dîdarê da, pêşxistina têkiliyên Kanadayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, prosesa siyasî li Iraqê û xebatên ji bona nehêlana gefên terorîstên Daîş gotubêj kirin.

Her du aliyan tekîd li ser xwestekên du alî yên ji bo pêşxistina têkiliyan û berfirehkirina warên hevkariya hevbeş kirin û ronahî xistin li ser derfetên kar û berhemanîna Kanadayî li Iraq û Herêma Kurdistanê.
şîrovekirina rewşa herêmî bi giştî, mijareka din ya vê hevdîtinê bû.

Back to top button