CîhanRojev

Lavrov: Putin tu cara xwe ji pêkanîna pêwendiya dûr nake!

Wezîrê Derva yê Rûsyayê Lavrov piştî civîna li gel wezîrê derve yê Ukranyayê konferansek rojnemevanî li darxist û got: Welatên ji Ukranyare çekan rêdikin ,ew di vê tevgera xwe de berpirsiyarin. Em naxwazin ku bi ti awayî rêya gotubêja bi awayekî şaş bê bikaranîn. Îro ev hat fehmkirin ku ti tişt cihê gotûbêjan nagire.”

Berdewamiya daxûyaniya xwe de lavrov got: Gelê me bi tengasiyên cuda re rû bi rû dimîne. Em hêvî dikin ku ji vê krîzê bi silametî derkevin. Em dixwazin her kes bi vê hişmendiyê ji vê krîzê çareser bike. Em dixwazin Ukrayna dewleteke bêteref be. Gava em dijî berbelavbûna NATOyê derdikevin em bi tu awayî li hember nînin ku Ukrayna ewlehiya xwe bi hêz bike.

Lavrov got: Putîn tu wextî xwe ji pêkanîna pêwendiyan dûr nake. Tenê em naxwazin ev pêwendî li ser gotinê bimîne. Me bi Kuleba re li ser vê mijarê gotubêj kir.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de wezîrê derve yê Rusya got:Îdiayên ku Pentagonê li ser axa Ukraynayê bi dehan laboratuvarên biyolojîk ên eskerî ava kiriye fikarên me zêde dike. Em bersiva van pirsan dixwazin. Welatên rojava ji Ukraynayê tenê tiştekî dixwaze, dibêjin bila ev dewlet her gav li dijî Rûsyayê bixebite. Em dê meseleya sizayan wisa çareser bikin ku ti wextî hewceyî dewletên Rojavayî nebin. Em dê tedbîrên wisa hildin ku cardin nekevin rewşeke wiha.

Back to top button