CîhanRojev

Kuleba: Em tu cara teslîm nabin !

Li Antalya bi amadebûna wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu, wezîrê derve yê Rusyayê Lavrov û wezîrê derve yê Ukranya Kuleba civînek pêkanîn. Di vê civînê de behsa rewşa şer kirin û li ser vekirina rêyên mirovahî û herweha behsa agirbestekî demikî hate kirin.

Piştî civînê wezîrê derve yê Ukranya Kuleba konferansek rojnemevanî li darxist. Kuleba bersiva pirsên rojnemevana da. Kuleba got: Ez spasiya Çavuşoglu dikim.Ewî pêwendî hesanî kirin.Em cardin pêwistbe dikarin wek hevdîtina Antalya hevdîtinekî bikin.Em nikarin şer bisekinînin,eger ew welat û dewleta ku , êrîşê me dike nexwaze şer bisekinîne , em nikarin. Kengê aliyê Rusya hevdîtinekî bixwaze ezê amadebim.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de wezîrê derve yê Ukranya got: Em li ser mijara ku, 24 demjimêrî agirbestê sekinîn.Me agirbest xwest.Di vê mijarê de em pêşve neçûn. Ji bo Rusya vê pirsê de zelal be dixweyê divê dezgehên din biryarê bidin. Ez her demî ji bo pêşxistina diyalogê amade me. Armanca min ewe ku em êşa hemwelatiyên Ukranyayê kêm bikin xaka xwe ji hêzên Rusya yên dagirker pakij bikin.

Kuleba berdewamiya axavtina xwe de got ku, daxwazên Rusyayê ewin ku dixwazin em teslîm bibin. Ukranya teslîm nabe.

Wezîrê derve yê Ukranya got: Ji berî artêşa Rusya bikeve Ukranya de, sentralên me yên Nûkleer dixebitîn.Tu tengasiya me nebû.Tişta ku herî baş ya arteşê Rusya bike ewe ku, xwe vekişîne.Divê ji setralên Nûkleer dûr bikevin.Şer niha dibe,em mecburin parstina xwe bi hêztir bikin.

Back to top button