PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê kir

Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, roja çiwarşemiyê 30.03.2022ê l bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mateo Toeler Balyozê Amerîkayê yê Îraqê kir.

Di civînekê da, birêz Balyozê Amerîkayê nameyeka Serok Joe Biden serokê Amerîkayê gehande destê Serok Nêçîrvan Barzanî ku têda tekîdê li ser piştevaniya Amerîkayê bo Îraq û Herêma Krdistanê dike.

Her du aliyan rewşa siyasî li Îraqê, pêngavên prosesa siyasî û civînên parlamentoya Îraqê, rewşa Herêma Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Brxdayê û pêşbîniyên wan ji bo paşeroja prosesa siyasî li welêt gotûbêj kirin.

Di civînê de her du alî li ser pêdvîtiya hebûna sîstemekê hikumdariyeka saxlem li Îraqê li ser bingehê bawerî û hevbeşiya rasteqîne û pêgîrî bi destpûrê ku rêya êkaneye ji bo aramî û seqamgîriyê hevhizir bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî û şandeya mêvan tekîd li giringiya avakirina baweriyê û lihevtêgehiştina hevbeş di navbea aliyên îraqî da ji bona derbaskirin rewşa heye û çareserkirina pirsgirêkan kir.

Gotûbêjên aliyan li ser yasaya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê, giringiya yekrêziya aliyên kurdistanî li Bexdayê û bi hevra karkirin digel aliyên îraqî, giringiya berdewamiya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, têkeliyên Herêma Kurdistanê û Îraqê digel welatên deverê, şer û rewşa Ukrayna û bandora şerî, gotûbêjên Viyenayê li ser Dosyeya Atomî çend mjiarên din yên civîana Serok Nêçîrvan Barzanî digel Balyozê Amerîkayê yê li Îraqê bûn ku birêz Konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê têda amade bû.

Back to top button