Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 16.06.2022ê, li bajarê Hewlêrê pêşwazî li xatûn Alina Romanowski Balyoza nû ya Amerîkayê li Îraqê û şandeya pê ra kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî, di dîdarekê da, pîrozbahiya destbikarbûna xatûn Romanowski kir û hêviya erkeftinê jê ra xwest û jê ra bi kurtî behsa rewşa siyasî, pêşhatên dawî û paşeroja prosesa siyasî li welat û derbazbûn ji vê rweşa heye kir.
Her du aliyan têkeliyên Amerîkayê digel Îraq û Herêma Kurdistanê nirxandin û tekîd li ser xwesteka her du aliyan ya ji bo peşvebirin têkeliyan û berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş kir, bi taybetî di warê verberhemanînê û sermayerazandina amerîkayî li Îraq û Herêma Kurdistanê.
Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyoza nû ya Amerîkayê li ser wê yekê hevhizir bûn ku; pêdviye hêz û aliyaên îraqî bi hev ra kar bikin û harîkar bin ji bo vedîtina rêyên çareseriyê da Îraqê ji vê rewşa siyasî ku têda xetimeiye rizgar bikin, rûbirûbûna gefan û dabînkirina aramî û seqamgîriya siyasî û emnî li welat.
Guherînên avûhewa û karîgeriya wê li ser Îraq û Herêma Kurdistanê û çewaniya rûburûbûna wan guherînan, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, têkeliyên Hewlêr û Bexdayê, metirsiyên terorê û berhingarbûna Daîş, rewşa herêmî bi giştî çend mijarên din yên hevdîtinê bûn ku birê Robert Palladino Konsulê Giştiyê Amerîkayê li Hewlêrê têda amade bû.