Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek li ser kuştina zarokê 12 salî di êrîşa Tirkiyê ya ser Sinûnê ragihand. Daxûyaniyê de dibêje: “Em bi nûçeya mirina sivîlên Êzidî yên li Şengalê ku di nav de zarokê 12 salî Selah Nasir Xidir jî heye, gelekî xemgîn in. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin. Êzidî rûbirûyê tundûtîjiyeke zêde bûne û ew jî wek mirovên din hêjayî jiyaneke aram û bi aştî ne.”
Wek tê zanîn Tirkiyê navenda nahyeya Sinûnê ya ser bi navçeya Şingalê bombebaran kiribû. Di êrîşê de avahiya Encûmena Gel a Sinûnê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Şingalê ku ser bi PKKê ve ye, hatibû armanckirin. Di vê êrîşê de hinek çekdarên PKKê hatibûn kuştin û birîndarkirin. Herweha di heman êrîşê de, Selah Nasir Xidirê 12 salî û bapîrê wî jî jiyana xwe ji dest dabûn.