PolîtîkRojev

Serokê herêma Kurdistanê ji bo çareseriyê diçe Bexda û Necefê

Iraq ketiye rewşek xirab û roj bi roj ihtimala şerek navxwe derdikeve holê. Aliyên siyasî li Iraqê nikarin rewşa xirab çareser bikin û dewsa diyalogê, roj bi roj ji hevdu dûr dikevin.

Alîgirên Tevgera Sadirev nêzî mehekê ye li ber Encûmena Nûneran dest bi mangirtin û xwepêşandanan kiriye ji bo rê li pêşiya avakirina hikumetê bigire. Di heman demê de jî Çarçoveya Hevahengiyê ji 12’ê Tebaxê û vir ve li ser rêya diçe Navçeya Kesk a li Bexdayê dest bi mangirtinê kiriye.

Hinek berpirsên aliyên siyasî serdana Kurdistanê kirin û li gel serok Barzani hevdîtin pêkanîn û dxwaz kirin ku, serok Barzanî ji bo çareseriyê rolekî bileyze. Serok Barzanî û serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gelek cara banga diyalogê li aliyên siyasî kirin. Niha jî ji bo diyalogê di navbera aliyên siyasî de serokê herêma Kurdistanê serdana Bexda û Necefê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi destpêşxeriyeke Serok Barzanî ji bo derketina ji xitimandina siyasî, serdana Bexda û Necefê dike.

Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda û Necefê bike. Serokê Herêma Kurdistanê destpêşxeriyeke Serok Barzanî ji bo derketina ji xitimandina siyasî digihîne aliyên Iraqî.”

Back to top button