PolîtîkRojev

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê li hev kirine

Rêvebirê giştî yê têkeliyên navbera Îran û Herêma Kurdistana Iraqê (RHK) ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê biryar dane ku sînorekî nû di navbera Hewlêr û Îranê de li Syedkanê vekin.

Rêveberê giştî yê têkeliyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê Ebdullah Akreyî daxûyakirin ku; “Parêzgarê Urmiyê yek ji wan parêzgaran e ku pêwendiyên wî ligel serokomarê Îranê baş in. Ev xal bi saya hewlên parêzgarên Hewlêr û Urmiyê gelek bi bandor e.”

“Em kar dikin ku xaleke din a sînorî ligel Îranê li Syedkanê were vekirin, ku ji Şinoyê dest pê dike heta Diyana li Soranê, ku dê gelek derfetên kar ji xelkê Syedkan re çêbike.”

Herwaha got: Amadekariyên berdewam bo vekirina sînorê di navbera herêma Kurdistanê û Îranê de hene, lewra ev yek dê tevgera bazirganiyê zêdetir bike.

Back to top button