Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşema 11.09.2023 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Alina Romanowski Balyoza Amerîkayê li Iraqê û şandeya pê ra kir.
Di hevdîtinekê da peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, danûstandinên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybetî pirsa bûdce û mûçeyê mûçegirên Herêma Kurdistanê û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û li dor van pirsan hemûyan nêrînên xwe li hev guhertin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya diyaloga avaker ya di navbera Hikûmeta Federala Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da kirin ji bo gihîştina lihevtêgihiştineke hevbeş û çareserkirina pirgirêkên di navbera wan da bi awayekî ku, mafên destûrî yên hemûyan mîsoger bike û aştî û aramiya siyasî li welat biparêze.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser girîngiya cîhbicîhkirina sîstema federalî li Iraqê ku di destûrê da hatiye çespandin û balkişand li ser wê yekê ku divê wekî herêmeke federal muamele bi Herêma Kurdistanê ra bê kirin û berdewambûna pirsgirêk û nakokiyên di navbera Hikûmeta Federala Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di berjewendiya welat da nîne.
Her du alî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li gor yasa û rêkeftinan hemfikir bûn û tekezî li ser yekdengî û yekrêziya di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi taybetî di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê da kirin.
Derfetên veberhênanên biyanî û navxweyî, bihêzkirina kerta taybet li Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Êzdiyan û girîngiya cîhbicîhkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û pêşhateyên dawî yên herêmî bi giştî hatin nirxandin.