Polîtîk

Serokê hêrêma Kurdistanê di nava parlementoyê de tê hilbijartin

Hewlên Parlemantoya Kurdistanê ji bo guhertina yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê û hilbijartina serokê herêmê berdewam in. Endameke Komîteya Yasayî ya Parlemantoya Kurdistanê jî dibêje di demek nêzik de serokê Herêma Kurdistanê di nava parlemantoyê de tê hilbijartin.

Rubyana Tiyarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e vê hefteyê Parlemantoya Kurdistanê pirsa hilbijartina komîteyên parlemanto û guhertina yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê yekalî bike.”

Tiyarî wiha got: “Komîteya Yasayî ya parlemanto niha mijûlî amadekirina projeyasaya nû ya serokatiya Herêma Kurdistanê ye. Ez bawer im ku nêzî dê rêkeftin ji aliyê partiyên siyasî ve li ser bê kirin û dê serokê herêmê di nava parlematoyê de bê hilbijartin.”

Wî parlemanterê wiha domand: “Li gorî encamên hilbijartinan dê serokê Herêma Kurdistanê ji PDKê re be, ku Nêçîrvan Barzanî dê bibe serokê herêmê. Dê cîgirê serokê herêmê jî ji Tevgera Goran re be.”

Tê zanîn ku kursiyê serokê hikûmeta Kurdistanê jî ji PDKê re ye û Mesrûr Barzanî wî kursî werbigre û cîgirê serokwezîr jî ji YNKê re ye.

Back to top button