Polîtîk

Serokê Ermenîstanê spasiya Kurdan dike

Armen Sarkissian Serokê Ermenîstanê spas û hûrmetên xwe ji bo wan malbatên Kurdan dûpatkir ku di dema jenosayda Ermeniyan da hevkariya welatiyên Ermenî kirine û wan hewandine û Kurdan bi birayên rojên teng wesif kir.

Rojnameya Ehram ya çapa Qahîre hevpeyvînek li gel Serokê Ermenîstanê encamdaye û têda behsa rûdanên jenosayda Ermeniyan kiriye ku li dawiya desthilatdariya Osmaniyan û destpêka damezrandina dewleta komara tirkiye li sala 1915 ve heta 1923 hatibû encamdan.

Li wê hevpeyvînê de Armen Sarkissian got: Hikûmeta tirkiye sûd ji rewşa serdema şerê yekemê cîhanî wergirt bo ku plana kuştin û ji navbirina yekcariya Ermeniyan bike û li navbera 1915 heta 1916 gelek komkujî dijî bi gelê Ermen hatin encamdan.

Di derbarê rola Kurdan de jî Serokê Ermenîstanê got: Em spasî birayên xwe yên roja teng dikîn, bi taybetî Yunanî, Aşûrî û Siryan û Cihê û Êzdiyan, her wiha kesayetî û malbatên Kurd û tirkan ku jiyana xwe xistin metirsiyê bo ku hevkariya Ermeniyan bikin û jiyana gelek ji wan kesan rizgar kirin.

Back to top button