Polîtîk
Lîjneya Lamerkezî: Dahata Silêmaniyê li navbera 90 heta 110 milyar dînare

Lîjneya amadekirina reşnivîsa lamerkeziya Silêmaniyê dawiyê bi karên xwe anî û Serokê Lîjneyê dibêje: “Proje ji bo bihêzkirina Hikûmete bi berevajiya wê yekê hinek kes behs dikin” û balkişand li ser wê yekê, dahata meheke wê parêzgehê li navbera 90 heta 110 milyar dînar da dibe.
Lîjne naveroka projeyê jî belavkiriye û têda daxwaza lamerkeziya kargêrî û darayî dike û dibêje: “Proje hevkar dibê ji bo Hikûmetê û dadperweriya civakî jî pêktîne”.
Berzan Şêx Mihemed Serokê Lîjneyê Amadekirina Reşnivîsa Lamerkeziya Silêmaniyê ragihand: “Hemû aliyên beşdariya amadekirina projeyê dikin, reşnivîsê de nêrîn û têbîniyên hemû aliyan têda heye”.