Civak

Serokê Baroya Diyarbekir hate kuştin

Serokê Baroya Diyarbekir Tahir Elçî li gel hinek parêzeran li Mirgemedê ji bo bûyerên ku çêdibin daxuyaniyek çaşenê yê dida.Demê  ku Elçî daxûyanî xwend li nêzikî  cihê daxûyaniyê dengê çaka hat. Kesek  Tahir Elçî da ber Ggula. tahir Elçî û hinek rojnemevan birîndar bûn ketin erdê.Dema ew rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest dfa.Piştî vê bûyerê di navbera polis û çekdaran de şer berdewam kir. Heta niha jî rastiya bûyerê baş nayê zanîn ji ber ku hêja gelek parêzerên li gel Elçî ji herêmê derneketine.Li gora agahdariyên herî dawî kesek nêzikî Tahir Elçî bûye û ew daye ber gulan.Dixweyê di demek nêzik rastiya bûyerê zelaltir dibe.Li gora aghdariyên herî dawî, Dema Elçî û hevalên xwe daxuyanî didan şer derket , polisên himaya civîna rojnemevanî dikirabn jî ketin di nava şer de. Kesek bi demance guley berda serê Elçî û wî jiyana xwe ji dest da. Di vê bûyerê de 3 polis jî birîndar bûn û yek ji polisan jî jiyana xwe ji dest da.Herweha serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan ji di vê derbarê de daxuyaniyek da û got:“Ez pê êşiyam. Min bihîst ku li Amedê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di şer de hatiye kuştin, polîsek jî şehîd bûye. Rehma xwe li birêz Elçî û polîsê me be.Vê bûyerê nîşan da ku şerê Tirkiyê yê li dijî terorê çiqasî rast e. “  

Back to top button