Serokê Amerîkayê Biden zû deng da.
Serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden roja Duşemê zû li Wilmington, Delaware deng da.
Biden, ku ji bo proseya dengdana pêşwext çû navenda hilbijartinê û bala medyaya Amerîkî kişand ser xwe, bi Amerîkîyên din re kete dora dengdanê û bi hilbijêran din re sohbet kir.
Biden beriya ku dengê xwe bixe sindoqê got, “Em hemû deng bidin.”
Biden piştî dengdanê got, “Ev demek şîrîn e û ez bawer im Kamala Harris dê bi ser bikeve.”
Joe Biden berbijarê Demokrat bû, lê piştî zextên endamên partiyê û rexneyên li ser temen û tenduristiya wî, wî biryar da ku xwe vekişîne û piştgirî bide cîgira xwe Kamala Harris. Biden ji dema vekişîna xwe ve dev ji kampanyayê berda.
Pêşbaziya germ di navbera Kamala Harris û Komarî Donald Trump de ye. Hilbijartin dê di 05-11-2 de bê kirin.