Serokatiya Kurdistanê: Girtina Heyderî û Temîmî siyasiye
Duhî Peyvdarekî bi navê dîwana serokatiya Kurdistanê di derbarê girtina serokê komisyona bilind ya hilbijartinan a serbixwe a Îraqê Ferec Heyderî û Kerîm Temîmî endamê komisyonê ji aliyê hêzên ewlekarîyê ve daxuyaniyek nivîskî weşand û ev yek bi zêdegawiyek li ser prosesa demokrasiya Îraqê wesif kir.
Peyvdarê dîwana serokatiya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, girtina wan her dû kesan metirsiyeke gelek mezine li ser prosesa siyasiya Îraqê û ev biryara girtina her dû nav hatiyan bi vela kirina prosesa siyasiya Îraqê ji demokrasiyê wesif kir.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye ku, ev hewldanên han ji aliyê çend kesan ve ji bo bidest xistina armancên taybetî tên dayîn û dixwazin welat ber bi aloziyan ve bibin.
Peyvdarê dîwana serokatiya Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de daxwaz dike ku, biryara girtina Ferec Heyderî serokê komisyona bala s hilbijartinan û Mihemed Temîmî endamê komisyonê di berçavan re bê derbaskirin.