Nêçîrvan Barzanî Digel heyeteke ciwanên almanî civiya
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya civata bilind ya Yekîtiya Ciwanên Almaniyayê bi serokatiya sekreterê wê Yekîtyê û parlementerê parlementoya wî welatî Philip Micfilid kir.
Di hevdîtineke de, Philip li ser navê xwe û li ser navê Yekîtiya Ciwanên Almaniyayê bi minasebeta destbikarbûna wî weke serokwezîrê Kurdistanê, pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî kir.
Li gor Kurdistanê TVê, vê hevdîtina han de, serokwezîrê Kurdistanê bi awayekî kurt behsa siyaset û projeyên kabîneya 7ê ya hikûmeta Kurdistanê ji heyeta mêwan re kir û ragihand ku, di tev waran de, bi taybetî di warî siyasî, kulturî û abûrî de hikûmeta Kurdistanê dixwaze peyvendiyên hevseng li ser esasê berejwendiyên hevbeş, aram û pêşkeftî bi welatên cîran û cîhanê re saz bike û bi rêya diyalogê jî kêşeyên heyî çareser bike.
Di derbarê peyvendî û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî serokwezîrê Kurdistanê ragihand ku, di warê peyvendî û kêşeyên heyî de hikûmeta Kurdistanê li gorî destûra bingehîn ya Îraqê tev digere û kurd hevparê desthilata Îraqêye lewre dibe maf û berejwendiyên kurd bi awayekî ku, di destûrê de hatiye destnîşakirin bên cîhbicîhkirin