Kultur

Hisên poşman bû: Min negotiye FIFAyê taxima Kurdistanê qebûl kiriye

Hisên poşman bû: Min negotiye FIFAyê taxima Kurdistanê qebûl kir

Sekreterê federasyona fûtbola Kurdistanê, Selam Husên, nûçeya qebûlbûna tîma fûtbola Kurdistanê ji aliyê FIFAyê ve red kir û got, tîma Kurdistanê tenê bo şampiyoniya Filistînê hatiye vexwendin. 

Selam Husên, ji AKnewsê re axivî û got, tîma fûtbola Kurdistanê ji aliyê Filistînê ve hatiye vexwendin bo şampiyona herêmî. 

Husên, diyar kir, şampiyoniya han ji aliyê FIFAyê ve hatiye qebûlkirin.

Nûçeya li bara biryara federasyona navdewletî ya fûtbolê, FIFAyê bo qebûlkirina tîma fûtbola Kurdistanê wek “tîmeke millî” di medyaya Tirkiyê deng veda. 

Hinek malper, rojname û ajansên nûçeyan ên Tirkiyê, nûçeya qebûlbûna tîma fûtbola Kurdistanê wek “tîmeke millî” ji aliyê FIFAyê ve di manşetên serke de weşandin û ev yek wek nîşaneya “serxwebûnê” bi nav kirin. 

Yek ji ajansên herî mezin ên Tirkiyê, Ajansa Nûçeyan a Dogan (DHA), nûçeya tîma Kurdistanê bi sernava “Îdiyaek Mezin: FIFAyê tîma Kurdistanê qebûl kir!” weşand û nûçeya xwe spartin nûçeya AKnewsê û ji zarê sekreterê federasyona fûtbola Kurdistanê, Selam Husên, wiha got, “FIFAyê tîma me bi fermî qebûl kir û emê beşdarî yariyên şampiyoniya navdewletî ya Filistînê bibin ku dê navbera 13-22ê Gulanê bê sazkirin.”

Rojnameyên Radîkal, Posta û Vatan jî, nûçe di malperên xwe yên înternetê de weşandine û amaje bi nakokiyên navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê kirine û qebûlkirina tîma fûtbola Kurdistanê ji aliyê FIFAyê ve jî wek nîşana “serxwebûna Kurdistana Iraqê” bi nav kirine. 

Tê zanîn, sekreterê federasyona fûtbola Kurdistanê, Selam Husên duh ji AKnewsê re gotibû, federasyona fûtbolê ya navdewletî, FIFA, tîma fûtbola Kurdistanê bi fermî qebûl kiriye û dê beşdarî yariyên şampiyoniya Filistîn bibin.

Back to top button