Dosya

Serokatiya Kurdistanê encamên lêkolîna bûyerên Zaxoyê eşkere kirin.

Serokatiya herêma Kurdistanê encamên lêkolîna bûyerên Zaxoyê eşkere kirin.

Piştî bûyerên li Zaxoyê û hindeke deverên din  li wîlayeta Duhokê çêbûyn ku, bû sedemê zerer û ziyanek zêde, di encamê de gelek cîyên tûrîstî, dikanên meyfirotinê, senterên masajê  û hinek baregehên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê yên li wê wîlayetê hatin şewitandin, bi fermana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo lêkolîna wan bûyeran komîteuek hat pêkanîn.

Komîteya lêkolînê, duhî, encamêm lêkolînê ji raya giştî re weşandin. Komîteya lêkolînê di rapora xwe de dibêje ku wan serdana hemû cîyên bûyeran, berprisên îdarî û berprisên Yekgirtûya Îsalmî kir û di encamê de gihiştena wê baweriyê ku:

1- Piştî zanyariyên ku hatin komkirin, ji me re derket holê ku ji aliyê hinek malper, kanalên ragihandinê û hinek kesên girêdayî Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê yên li wê navçeyê ve paldan hebû. 

2- Piştî zanyariyên ku me komkirin, ji me re derket holê xemsariya îdarî û ewlekariyê ya li wan navçeyan ji bo kontrolkirina rewşê hebû. 

3- Di encama wan bûyeran de reaksyonên ku li pey xwe aniyî, xemsariyek berçav ji aliyê aliyên peywendîdar ên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya ji bo kontrolkirina alîgirên xwe ya ji bo êrişbirina ser baregehên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê hebû. 

4- Herwiha ji me re derket holê di wan bûyeran de zererên giyanî çênebûn, lê hinek karmendên saziyên ewlekariyê û welatî birîndar bûn. Van bûyeran bandorek li ser rewşa derûnî ya welatiyan çêkir. 

5- Pêwîste biryara dawî ji aliyê dadgehê ve bê dayîn, yasa serwer be û di cih de çarenivîsa hemû girtiyan bê yekalîkirin. Çi kesê gazind yan jî zanyariyên wan li ser van bûyerane hebe, bila dadgehê agehdar bike. 

Back to top button