Berpirsekî Amerîkayê hişiyarî de hikûmeta Kurdistanê.
Berpirsekî Amerîkayê hişiyarî de hikûmeta Kurdistanê.
Li hember rêgirtin li karkirina kompaniya Newroz Telekom û daxistina xetê internetê yê Reber Quick li bajarê Silêmaniyê, berpirsekî mezin yê Amerîkayê hişiyarî da hikûmeta Kurdistanê û got ku rêgirtin li kompaniyên bazirgaanî dê navdengiya herêma Kurdistanê reş bike.
Li gor hindek çavkaniyan kasetiyekî amerîkayî peywendî bi Berhem Salih serokê hikûmetê kiriye û wî berprisê amerîkayî ji Salih re gotiye:
– Nabe rê li karkirina kompaniyên bazirganê bê girtin û nabe karê bazirganî têkelî nakokiyên siyasî bikin.
– Ew awayê miamilekirin digel kompaniyên bazirganî dê ziyanê bigehîne herêma Kurdistanê û dê kompaniyên berhemanînê ji herêma Kurdistanê dûr kevin.
Herwesa berprisê amerîkayî ku, navê wî nehatiye eşkere kirin, di peywendiya xwe de ji berhem salih re gotiye ku eger ew pirsgirêk bi lezgînî neyê çareser kirin, dikare kul i deveyî Kurdistanê bi rêyên qanûnî şikayet li dijî hikûmeta herêma Kurdistanê bê kirin.
Kompaniya Newroz Telekomxwediya interneta Reber Quick ku, ji sala 2006ê were li Kurdistanê kar dike û ji sala 2009ê were bi awayekî qanûnî li Silêmaniyê jî kar dike.
Reber Quick li bajarê Silêmaniyê 72 hezar abonnemang ên internetê hene, di berî du heftiya bi fermana waliyê Silêmaniyê hatiye daxstin.
Di daxuyabniyekê de, Fatih Îsmayl berprisê ragehandina Newroz Telekom ji malpera Sibey re got ku wan destûra karkirinê ji wezareta guhastinê ya Îraqê û ya Herêma Kurdistanê wergirtiye û ew bi awayekî qanûnî karê xwe dikin. Pirs eve; Reber Quick ji sala 2009ê were li Silêmaniyê kar dike û 72 hezar abonnemanên wê hene, çima niha bi hêceta nebûna destûra karkirinê tê daxiztin?
Li ser vê mesekleyê grupeke çalakvan û rojnamevanên bajarê Sikêmaniyê kapmaniyayeke li dijê daxistina xetê internetê yê Reber Quick pêkaniye û daxazê ji waliyê Silêmaniyê dikin ku hevwelatiyan nekin qurbaniyê nakokiyên bazirganî. Herwesa daxaz jê hikûmeta herêma Kurdistanê dikin eger giriftariyek digel Newroz Telekom hebe bila bi rêyên qanûnî çareser bikin û xizmetgozariyên hevwelatiyan nebirin.