Hevpeyvîn

Ne Esed ne jî opozisyon mafê 2 milyon kurd

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe de ligel Tora Farisî ya Dengê Amerîka  ragihand ku ger pirsgirêka Kerkûkê li gor maddeya 140 neyê çareserkirin, emê bibin parlamentoya Kurdistanê û emê ligor biryarên gelê Kurdistanê bixin tevgerê. Barzanî derbarê PKK’ê de jî dibêje: “Em ligel PKK’ê ji bo şêwazek bê şer mijûl in”

Barzanî di vê hevpeyvînê de behsa pirsgirêkên İraqê dike û dibêje, pêwîste beşek bi rêya dadgeheke bêalî û beşek jî bi rêya siyasî bê çareserkirin. 

 

Tariq Haşimî hewara xwe gihand Kurdistanê, Malikî jî daxwaz dike ku teslîm bikin. Helwesta we çiye û hûn çawan temaşeyî vê pirsgirêkê dikin? Gelo hûnê teslîm bikin?

Mesûd Barzanî: Ev pirsgirêkek dû aliye. Aliyê dadwerî, pêwîste dadgeh rêya xwe bikarbêne û biryara xwe bide. Divê her kes li gor biryarên dadgehê tevbigerin. Aliyê din jî siyasiye, divê ev herdu alî neyên tevlîhev kirin. Ji bo aliyê siyasî ez ligel birêz serokkomar û serkirdeyên din ên İraqê mijûlin ku rêyeke çareseriyê bibînin ku bi awayek siyasî bê çareserkirin. Ji ber ev ne pirsgirêkeke wiha bi awayek hêsan û bi biryarekê bi dawî dibe. Ev encameke, dibe ku encamên wê bi zerera hemû aliyekê biqedin û pêwîste em bi hekîmane vê pirsgirêkê çareser bikin. Lewra em pê re mijûl in. Dema Haşimî ligel cîgirê serokkomar ê din hatibû, ji bo wê yekê hatibûn ligel birêz serokkomar civîneke serokkomariyê saz bikin. Ne piştî wê yekê hat ku biryara girtin an jî qedexekirina derve jêre hatibe dayîn û piştre berê xwe dabe Herêma Kurdistanê. Bi rastî dema hatibû Kurdistanê, ji bo dîtina serokkomar hatibû û ne ji bo wê yekê hatibû hewara xwe bigihîne Herêma Kurdistanê. Lê niha li vê derê ye û hewl didin bi hemû aliyan wê pirsgirêkê çareser bikin. 

Hûn çawan dibînin û wê çi encama wê hebe? Gelo wê çareser bibe?

Barzanî: Divê em hewl bidin çareser bibe. Ger na, dibe ku wê demê derizînek mezin di navbera Şîye û Sûnneyan de dirûst bibe. Lîsta İraqiye zêdetir nûnertiya Sunneyan dike. Wê demê ger Sûnne ji hikûmet û parlamentoyê derketin, ji hev qûtbûn navbera Şîye û Sûnneyan de dirûst bû, wê demê wê bandorê li peywendiyên Kurdan jî bike û bandora wê li ser rewşa tevayî İraqê jî bike. Ji ber wê yekê pêwîste em pir bi hekîmane wê pirsgirêkê çareser bikin. 

Tariq Haşimî, Amerîka bi wê yekê gûnehbar dike ku berî cîbicîkirina erkên xwe, ji İraqê derket û nekarî wê şirîkîtiya nîştîmanî li İraqê dirûst bike. Hun çawan dibînin, hûn di wê baweriyê de ne ku Amerîka zû vekêşa yan jî pêwîst nedikir vekêşe?

Barzanî: Herêma Kurdistanê û rewşa ewlekariyê, neku Amerîkiyan ji me re dirûst kiribe, rewşa Herêma Kurdistanê ji ber wêrekiya xelkê û dezgehên me yên ewlekariyê aram bû. Ji xwe Amerîkî qet li vê derê nebûn, lê rewşa giştî ya İraqê bandorek zêde ya Amerîka hebû. Ji bo heta pirsgirêk û problem dirûst bibin, pirsgirêk ewqas mezin nebin yan jî zû bên kontrolkirin. Min zû nêrîna xwe eşkere kir, berî 3-4 mehan min got, dîtina min ew e ku niha zûye Amerîka xwe ji Îraqê vekêşe. Ger vekêşin jî, pêwîste ne bi yekcarî biçin; ji ber hê rewşa İraqê negihaye wê qonaxê ku bikare li ser pirsgirêkan deshilatdar be. Wê demê gelek kesan gazind ji min kirin, lê vaye encam derket. 

Birêz serok, raste evder arame û di warê ewlekariyê de ti pirsgirêkên wê nîne, lê pirsa Kerkûk û navçeyên veqetayî jî heye. Bi baweriya gelek kesan piştî vekêşana hêzên Amerîka, wê navbera Kurd û Ereban de pirsgirêk dirûst bibin…

Barzanî: Di rastiya xwe de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê rê hene û rê jî destûriye. Emê heta nefesa dawî hewl bidin ku li gor rêya ku destûrê diyar kirî girêdayî rawestin, lê ne mimkûne em tenezûl bikin. Heta niha ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê ji aliyê Bexdayê ve xemsariyek zêde hatiye kirin. Dem vê pirsgirêkê çareser nake. Çend zûtir bê çareserkirin, ji bo İraqê başe û ji bo hemû aliyan jî baştire. 

Hûn tenezûl nakin, ev tê çi wateyê. Ango ger razî nebin û her bi vî awayî paşve bê xistin, hûnê çi bikin?

Barzanî: Wê demê emê wê meseleyê li parlamentoya Kurdistanê binirxînin û wê di nava gelê kurd de referandûm bê kirin ku em çi bikin. Wê demê xelk wê biryarê bide û emê li gor biryarên gelê xwe tevbigerin. 

Her di meseleya Kerkûkê de ya tê diyarkirin, bi taybet jî tirkmen û Eniya Tirkmenan a li Kerkûkê razî nabin Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê û dixwazin herêmeke wan a serbixwe hebe. Di vê rewşê de hûnê çi bikin?

Barzanî: Ji xwe çareseriya Kerkûk û cihên din ên wekî Kerkûkê, ji ber mesele di maddeya 140 de ne tenê Kerkûke û mafê ti kesê nîne awayek diyarîkirî li ser xelkê Kerkûkê ferz bike. Wê gelê Kerkûkê bi xwe diyar bike. Awayê çareserkirinê bi vî awayiye, asayîkirina rewşê û piştre lidarxistina serjimêriyê. Piştre anketa xelkê û wê xelk biryarê bide. Dema ku xelkê Kerkûkê biryar dan ku bên ser Herêma Kurdistanê pir başe yan jî biryar dan ku neyên ser Herêma Kurdistanê, ew jî biryara wan e û berpirsyartiya dîrokî li ser me namîne. Ji ber ku tirkmen yan ji derveyî tirkmenan, wê demê bila bi azad nêrîna xwe bidin. Bila bêjin, ez naxwazim vegerim, lê ger piranî xwestin bên û nikare pêşî li piranî bê girtin. 

Meselek din jî meseleya sînor, topbarana Îran, Tirkiye, hebûna hêzên PKK û PJAK’ê ye. Di vê derbarê de we gelek caran helwesta xwe ragihandiye, lê gelek caran Îran û Tirkiye di vî warî de pêşniyarên we nepejirandine. Hûn paşeroja vê rewşê çawan dibînin, çi gotina we ji bo Îran, Tirkiye, PKK û PJAK’ê heye?

Barzanî: Ez dixwazim di vî warî de bi awayek giştî dîtinên xwe bênim ziman. Em wekî kurd salên borî neçar bûn xwe bi çekê biparêzin, ji ber ti rêyekî me ya din nebû. Cîhan li beramberî meseleya me bêdeng bû, em dihatin kîmyabaran kirin, Enfal kirin û ti kesê behs jî nedikir. Niha cîhan guheriye û awayê xebatê jî hatiye guhertin. Niha ne dema çekê ye, dema mantiqe. Dema wê yekê hatiye ku bi awayek demokrasî pirsgirêka xwe biparêzî. Ger dem hebe ku li parlamentoyê behsa meseleya xwe bikî û doza xwe biparêzî, qet pêwîst nake ku hewara xwe bigihînî çekan. Ji ber wê yekê di bingeh de li dijî wê yekê me ji niha û pê ve kurd hewara xwe bigihênin çekan. Derbarê pirsgirêkên li ser sînor, bi rastî jî pirsgirêkek nexweş hebû. Ji aliyekê ve cihekî çiyayiye, ji dest dûre, raste hinek caran dibe ku çi PKK û çi jî PJAK li wan cihan êrişî hêzên Îran û Tirkiyê dikin. Çi Îran û çi jî Tirkiye ji me re dibêjin, ti pirsgirêka me ligel Herêma Kurdistanê nîne. Lê ew ji nav xaka Herêma Kurdistanê tên û êrişî me dikin. Yan pêwîste wê yekê nekin yan jî hun qedexe bikin an jî em neçarin ku xwe biparêzin. Ev ji me re şermezarbûnek mezine, em ji wan re dibêjin, rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav bigrin. Hinek caran dibe ku guh bidin gotinên me û hinek caran jî guh nadin me. Ev rewş ne mimkûne heta dawiyê bi vî awayî berdewam bike, ev zererek mezin digihîne pirsa kurd jî. Ji ber vê yekê me hewlek daye û pêwîste ev pirs bi aştiyê bê çareserkirin û bi şer çareser nabe. Bi bextewerî em niha ligel Îranê gihane rêkeftinekê, li ser sînor aramiyek heye, operasyon û tişt nemane. Em ligel PKK’ê jî mijûlin ku bi vî awayî ango şer nebe. Êdî bila li parlamento û Tirkiyê çi dixwazin bila bikin, bila xwe û doza xwe biparêzin. Bila xwepêşandanan bikin, bila biçin li Ewrûpa biaxivin û bila li vê derê xebata siyasî bikin, lê girîngiya xebata çekdarî nemaye û cîhan jî ne ligel vê yekê ye. 

Meseleyek din jî meseleya Îranê ye. Ragihandina Îranê bi başî behsa we nakin û dibe ku Îran di rolê we yê li İraqê ne razî be. Ragihandina Îranê ragihandina dewletê ye, gelo navbera we û Îranê de pirsgirêkek heye?

Barzanî: Ez berî du mehan li Tehranê bûm. Bi baweriya min serdanekî serkeftî bû û xerîb dibînim! Min nebihîstiye! Kengê? Berî serdana min raste, lê piştî serdana min a bo Îranê, min nebihîstiye. 

Piraniya ajansên nûçeyan girêdayî hikûmetê ne û bi giştî dema behsa we dikin, wekî kesek girêdayî Amerîka û Îsraîl we nav dikin. Hest bi wê yekê tê kirin ku navbera we û Îranê de pirsgirêk heye…

Barzanî: Dibe ku berî serdana min ev tiştane hebin, lê piştî serdana min, min nebihîstiye ku ev tişt hebin. Bi rastî ew jî dizanin ez kesk im û biryarên gelê xwe tênim cih. Ez ne girêdayî ti aliyekê me û bi xwe jî wê yekê dizanin ku bigihe wê yekê ku ez biryara serxwebûnê bidin, ezê biryara serxwebûnê bidim. Rêzdariyên min ji bo Îranê hene û bi min xweşe ku peywendiyên me yên dostane hebin. Lê min qet rê nedaye û ez rê jî nadim, ne Îran, Amerîka yan jî ti welatekî din li chê gelê kurd biryarê bide.

Aliyên Sûnnî yên İraqê piştî vekêşana hêzên Amerîka gelek behsa destlêwerdana Îranê ya ji bo kar û barên İraqê dikin, nêrîna we çiye?

Barzanî: Mixabin siyasetmedar û berpirsên İraqê yên Sûnne Îranê gûnehbar dikin. Yên Şîye jî welatên ereb û Tirkiye gûnehbar dikin! Li vê derê pirs eve, hûn çima rê didin Îran, Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Amerîka yan jî her welatekî din destê xwe bêxe di nava karûbarên welatê we de?! Bila gazindê ji xwe bikin û çima wan rê daye?

Di meseleya Sûriyê de Malikî berevajî serkirdeyên Ereb, piştgiriya Beşar Esed dike, gelo hûn jî ligel Nûrî Malikî xwediyê heman dîtinê ne?

Barzanî: Nêrîna min û helwesta me heye. Ligel min ne Beşar Esed giringe û ne opozisyona Sûriyê. Ligel min sîstema demokrasî ya li Sûriyê giringe, lê li Sûriyê mafê 2 milyon Kurd ji bo min pir giringe. Eger Beşar Esed bê pêş û li ser mafê wan (kurd) mikûr bê, wê demê wê helwesta me hebe. Ger opozisyon jî bixwaze wê îtirafê bike, wê demê jî wê helwesteke me hebe. Helwesta me ya beramberî Beşar Esed an jî opozisyona Sûriyê, li ser helwesta wan a derbarê mafê kurdan ê li Sûriyê rawestiyaye. Mixabin heta niha herdu alî jî Kurd û mafê Kurdan înkar dikin!

Ango hûn ji bo helwest wergirtinê çaverê dikin?

Barzanî: Nexêr, lê helwesta me ya li hemberî wan girêdayî helwesta wan a derbarê kurdên li Sûriyê de ye. Herdu aliyan jî helwestên nerênî hene. Helwesta kê ya erênî hebe û wê helwesta me jî ya erênî hebe. 

Hûn wek serkirdeyekî kurd karnameya Amerîka ya piştî 9 salan li İraqê çawan dibînin?

Barzanî: Ez li gor Amerîka pir lezim û ji her tiştekê jî bê minet im. Min got, em sipasiya Amerîka dikin ku ewqas qûrbanî dane û ger Amerîka nebûya, yên niha li Bexda wê ne li wê derê ban û wê her Seddam li cihê xwe ban. Bi baweriya me, rûxandina rejîma Baasê karekî pir baş bû, lê piştî wê yekê xeletiyên pir mezin hatin kirin. 

Wek çi?

Barzanî: Xwekirin wekî dagirker û rê nedan ku hikûmetek demkî bê dirûstkirin. Leşkerê wan cihê polîsên İraqê girtin û rojane li ser cadeyên İraqê rûbirûyê xelkê İraqê dibûn. Ev hemû şaşitiyên pir mezin bûn. Şaşitiya mezin ew bû ji rizgarker xwe kir dagîrker. 

Meseleyek din jî heye ku ew dilgiranî li derve dirûstkiribû û ew jî pêşvebirina Îslamiyan a li Kurdistanê ye. Evder navçeyek arame, dostê Amerîka û Rojava ye, demokrasiyek rêjeyî heye û ew jî ber bi pêşve diçe. Dibe ku ev demokrasî ji aliyê Îslamiyan ve gef lê bê kirin. Helwesta we beramberî wan çiye, gelo hûn di wê baweriyê de ne ku nermiyek zêde li beramberî wan hatiye nîşandan ku ji ber wê yekê bi vî awayî pêşketiye û rê ji xwe re dibînin ku cihekê bigrin…

Barzanî: Yek ji tiştên ku em gelek pê serbilind û şanaziyê pê dikin, ew e ku ferhenga bi hev re jiyankirina neteweyî, ol û mezhebiye ku li Kurdistanê heye. Bi dirêjahiya dîrokê ev yek hebû û pêwîste her bimêne. Ji ber ku ev yek ji wan bingehane ku ji bo Kurdan bi garantî tê hesabkirin. Mixabin di van demên dawiyê de em dibînin ku hinek şiddet ji hinek mamostayên olî yan ji hinek kesên ku xwe bi Îslam dibînin derdikeve. Em ligel mamostayên olî û partiyên Îslamî xerîkin. Bêguman beşek zêde ya gelê Kurd Misilman in, di warê bawerî û paqijiyê de jî Misilman in. Lê Misilmanek vekirî, Misilmaneke bi hev re jiyankirin olekî din dipejirîne. Ne Misilmanek radîkale ku ti tiştekî qebûl neke. Ji ber wê yekê bi ti awayî em rê nadin ku li Kurdistanê Îslamiyê radîkal cih bigrin. Îslama nerm, Îslama vekirî, Îslama ku pêximber, Qur-an, xweda û bîd’eya (Tiştek di Îslamiyetê de nebe û kesek bi navê wê bike) niha ji me re derdixe! Em nahêlin ku li Kurdistanê serî hilbide.

Nêrîna we derbarê Tevgera Goran de çiye û diyar dibe ku niha peynwendiyên we ligel opozisyonê asayî be, ew çawan dibînin?

Barzanî: Ez bi çavekê temaşeyî hemû partiyên Kurdistanê dikim, axaftin û danûstandinên min ligel hemûyan jî hene. Pêgeya min wiha ye. Ji ber hemû armanca min ew e ku mala Kurdan rêkûpêk bikim. Tiştek asayiye ku dîtinên cûda hebin û partiyên cûda hebin, lê şert ew e ku di meseleyên stratejî û neteweyî de hemû yek bin û elhemdûllulah di wî warî de başe. Rûdaw

 

Back to top button