Bersiva Arinc dan
Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Bulent Arinc di parlementoyê de li ser navê Hukumetê axavtinek kir û di beşek axavtina xwe de behsa pirsa kurd jî kir. Vê axavtina Arinc gelek deng da û bû cihê gotubêjekî di nav derdorên siyasî de. Rojevakurd beşek ji gotina Arinc belav kirîbû. Niha jî nirxandinên hinek aliyên siyasî yên di derbarê axavtina Bulent aric de hatîn kirin belav dikin. Em şirovekirina Axvtina Arinc û bersivên ku hatîn dayîn dihêlin hêviya şirovekirin û nirxandina xwendevanan ve. Rojevakurd
https://rojevakurd.com/rojev/9153-Bila-kurd-nasnama-xwe-serbilindbin.html
Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Bulent Arinc di parlementoyê li ser navê hukumetê axavtinek kir û beşek axvtina xwe de behsa pirsa kurd kir û got: “ Yanî niha li Tirkiye insanek rabê bêje ez kurdim û ez bi nasnama xwe ya kurditiyê serbilindim û ez dixwazim ev rastî bête zanîn“ em çibin? divê em rêzê lê bigrin û vê rastiyê qebûl bikin.
Arinc berdewambûna axavtina xwe de got: Berê siyaseta inkarê û asîmîlasyonê hatiye kirin. Em dibînin ku vê yekê îro çi aniye serê Tirkiye. Insanek bi nasnama xwe serbilindiyê dihese. Nasnama insanekî şerefa wî ye. Pirsa kurd yan jî nasnama kurd ne pirsekê ku ji berî 3 salan ji berî 30 salan yan jî ji berî 20 salan derketiye holê. Heyîna kurda ji kemasî ve 1000 salin rastîyeke, kes nikare vê inkar bike.
Axaftina cîgirê serokwezîrê Tirkiye gelek girîng bû gavek yekemîn bû di dîroka siyasi ya Tirkiye de. Ev axavtin ne li ser navê partiyekî bû. Axavtina Arinc ser navê hukumetê bû, û di bin banê parlementoyê de hate kirin. Tiştên Arinc gotîn ne dîtina wî ya şexsî bû dîtina hukumetê bû. Axavtina Bulent Arinç girîng e û gelek jî erêniye.
Niha pirs ewe ku, gelo dê hukumet çikasî li pişta vê axavtinê bisekine û dê di vî warî de hinek gav bêne avêtin yan ne? Gelo wek gel heta çi radeyê baweriya kurda bi van gotina tê? Gelek cara berpirsên hukumetê tiştên gelik erênî gotine lê di praktîkê de pêkneanîne. Ev y ek bûye sedemê bê baweriyekî. Yanî pirsa baweriyê di nav kurda û desthilatiyê de pirsek bingehîne. Niha daxwaziya kurdan ewe ku ev gotinêîn Arinc di paraktîkê de bibe rastiyek û nasnama kurdan jî bikeve di bin demana destura bingehîn ya nû bête çêkirin.
Axavtina Bulent Arinc li Tirkiye deng da, di cihde hinek partiyên siyasî bersiva gotinên Arinc di derbarê pirsa kurd de gotîn dan.
KCK-ê li ser axavtina Arinc daxuyaniyek belav kir:
KCK-ê li ser axvtina Bulent Arinc daxuyaniyek belav kir û gotinên Arinc wek “manewrayeke mêtîngeriyê” nirxand. Daxuyaniya KCK-ê ya ku di ANF de hatî belavkirin de dibêje: “ Ger gotina ‘Em ê hemû mafên Kurdan bidin’ ne cembaztî be, çima pêngavên pratîk nayên avêtin û bi pêngavên bi nakok komkujiya li Kurdistanê tê kûrtirkirin. Ger li holê durûtiyeke tune be, wê demê bila tecrîda li ser Rêber Apo bê bidawîkirin; bila siyasetmedarên Kurd, sendîkavanên Kurd, rêveberên saziyên sivîl ên Kurdan, hiqûqnasên Kurd, rojnamevanên Kurd serbest bêne Berdan. Lê aşkere ye ku li holê şereke kûr ê psîkolojî û durûtiyek heye. Li aliyekê tevgera Tenkîl pêş dixîne, li aliyê din jî ji bo meseleya Dêrsimê behsa lêborînê dike. “
Berdewamiya daxuyaniya KCK-ê de tê gotin: “ Li aliyê din jî radibin û dibêjin ‘Em ê hemû mafên Kurdan bidin’. Dixwazin bi vana komkujiyê ku bi awayeke namerd kirine binixûmînin û armancên xwe yên li ser gelê Kurd pêk bînin. Ev yek ji bilî çiveke/manewrayeke mêtînger ne tiştek din e.“
Ahmet Turk axvtina Bulent Arinc dinirxîne:
Parlementerê Diyarbekirê û hevserokê KCD Ahmet Turk jî ji rojnama Tarafê re dibêje: Eger Arinc li gotinên xwe xwedî derkeve gelek başe. Ji xwe li van gotina xwedî dernekevin xilas dibin. Ji xwe îro kurd ji bo destxistina mafên xwe ditekoşin. Em jî dibêjin kerembikin van tiştan bikin em jî pişgiriya we dikin. Ji xwe ew tişt hêvî û daxwaziyên mene. Kerembikin birêz Arinc van gotinên xwe bêxin pratîkê de. Em kurd hêdî pêvajoyê baş dixwînin. Yanî hêdî gotin têrê nakin. Ji bo hun van gotinan di qada pratîkê de pêk bînin heviyên kurda gelekin.
Serokê MHP-ê Devlet Bahçelî Bersiva Arinc dide:
Serokê MHP-ê Dewlet Bahçelî daxuyaniye belav kir û got: Piştî vê axavtina Bulent Arinc tu ferqa AK Partiyê û BDP-ê nemaye. Ev tesbîtkirina nasnama kurd e û ev helwest gav bi gav wan ber bi xiyanetê ve dibe. Ev gotin tenê dibe dijminetiya neteweyê Tirk. Emê bi hemî awayî li himber vê helwesta Ak Partiyê bisekinin û tu cara rê nadin ku kesek ji vê axê beşekî veqetîne. Ew dixwazin nasnameyek din bêxin di destûrê de ev jî parçebûna civak û xaka Tirkiyeye.
Parlementerê CHP-ê bi kurtî niyeta Arinc da kifşkirin:
Parlementerê CHP-ê yê Tuncelî (Dersim) Kamer Genc jî gelek bi tundî dijê axavtina Bulent arinc helwest a xwe da xuyakirin û got: “ Ew(Bulent Arinc) soza Kurdistanekî didin“
Rojevakurd