Serokatiya Kurdistanê bûyera teroristî ûermezar dike

Êvariya roja sêşem 20.12.2016 li encama teqîna dû bombeyên çandî li ber Deftera Siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistanê li bajarê Koye hejmarek Pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistanê û karmendên asayîşa bajarê Koye şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî wê kirdara terorîstî şermezar dikîn serxweşiyê li kesukarên şehîdên wê rûdanê dikin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Pêwîste dam û dezgeh û saziyên peywendîdar û asayîş bi zûtirîn demî encamderên vê karê terorîstiyê peydabikin û radestî yasa bikin û hemû rêwşuwênek jî li ber bigrin bo ku rûdanên heman awayî dûbare nebin.Armanca terorê dirustkirina tirs û ne aramiya li nav xelk û ne aramiya siyasî û pêwîste bi hewla hemû aliyek rê lê bê girtin û ji holê bê rakirin.Serokayetiya Herêma Kurdistanê21.12.2016

Nerîna min :