Îran dixwaze kurda ji Kurdistanê derêxe
Komara Îslamî ya Îranê hewl dide, aliyên kurd ên opozîsyona Îranê ku li herêma Kurdistanê bi cîh bûne, wek rêxistina Mûcahîdîn Xelk li herêma kurdistanê bên derxistin. Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji çavkaniyek taybet hatine bidest xistin, di heyama borî de, dest bi pêkanîna projeyek bo vê yekê hatiye kirin ku hêzên rojhilatê Kurdistanê ji aca herêma Kurdistanê bên derxistin û wek derxistina rêxistina Mûcahîdên Xelq a opozîsyona Îranê bû û bi piştevaniya hikûmeta Iraqê û aliyên şîe ve ji Iraqê hatibûn derxistin. Vê derbarê de cîgirê sekreterê HDKê Mistefa Mewlûdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me jî bihîstiye ku Îran hewl dide, tiştê bi rêya dostên xwe ve li hember Mûcahîdên xelq pêkanî, bi rêya herêma Kurdistanê ve li hember aliyên kurd ên rojhilat jî bike, lê bi fermî ti tiştek negeheştiye berdestê me.’’ Wî berpirsê HDKê teqînên şeva borî 20.12.2016ê yên li pêş binkeya HDKê wek beşek ji hewldanên Îranê pênase kir û ragehand: ‘’Terora Îranê li gel Komara Îslamî de ji dayîk bûye. Li herêma Kurdistanê jî kar dikin ku, gelek car gotine ku eger hêzên rojhilat çalakiyan bikin, li her cîhekê bin emê ziyanê bigehînin wan.’’ Mistefa Mewlûdî teqez kir: ‘’Em li ser axa xwe ne. bi fermî ew daxwaz ji me nehatiye kirin, lê eger daxwazên waha li me bên kirin, wê demê wê gotinên me jî hebin, hêvîdarim rewşekî waha pêkneyê.’’ Ji aliyê din ve berpirsê peyvendiyên giştî yê HDKê Nezîf Qadrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hewldanên Îranê yên derbarê giwaş li ser opozîsyona Îranê çêkirin ne tiştekî nû ye û berdewam ev yek heye, lê heta çi astekê dikare serkeftî be ev tiştek din e û ti encamekê jî li dû xwe nayne ji bo wan.’’herwaha got: ‘’Siyaseta me li hember hewldanên Îranê ew e, ku em rê nedin Îran bigehe wan armancên xwe.’’ Herwaha got heta naha ti daxwazekî waha li wan nehatiye kirin û teqez kir, ku aliyên rojhilat li herêma Kurdistanê, vê derê wek axa xwe dizanin û li ser axa Kurdistanê ne. Berî naha piştî giwaşekî zêde yê Îranê û bombebaran kirina qampên Mûcahîdîn xelq, rêxistina Netewên Yekbûyî bi hemahengiya rêxistina penaberên cîhanê (IOM) ve temamê endamên Mûcahîdîn xelq veguhestibûn Albanya ango Arnavutlukê. Diyar Ezîz /BasNews