Civak

Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê tevî mamostayan nirxandina rewşê dike

Sipêdeya roja yekşemme 24-1-2016 Nêçîrvan Barzanî Serokwezîr û Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi amadebûna Wezîrên Perwerde û Xwandina Bilinda û Vekolînên zanistî tevî mamosta û karmendên her du sektorên perwerde û xwandina bilind civiyan.Li  despêka civînê, Wezîrên perwerde û xwandina bilind û vekolînên zanistî kurtiyek derbarê rewşa îroya Herêma Kurdistanê û bandora xirapa qeyrana darayî li ser rewşa jiyana mamostayan pêşkêşkirin û supasiya mamosta û karmendan kirin ku beramber vê qeyranê berxwedêr bûne û  li ser erkên xwe berdewamin. Herweha hêvî xwastin Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare çareserîyeka bilez ji bo qeyrana darayî û kêm kirina êş û janên mamosta û karmendan vebîne.Serokê Yekêtiya Mamostayên Kurdistanê jî amaje bi rewşa dijwara mamostayan û karmendên her du wezaretên perwerde û xwandina bilind kir û xuyakir ji ber qeyrana darayî, mamosta û karmend di rewşeka dijwar da dijîn û beramber gelek dijwarîyan berxwe didin.Her wiha bi navê mamosta û karmendên her du wezaretan daxwaz ji Serokatiya Encumena Wezîran û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin lezê bikin ji bo çareserkirina qeyranê û sivik kirina barê giranê ser milê mamostayan û kêm kirina pirsgirêk û êş û azaran ku bandoreka xirap bo ser piroseya xwandin û perwerde û fêrkirinê heye û bûye sedemê rûdana hijmarek pirsên cvakî. Herweha hijmarek daxwazkariyên bilez jî pêşkeşê Serokatiya Hikûmetê kir.Her di vê civînê de hijmark mamosta bal kişandine ser pirsgirêkên perwerde û daxwaz kirin Hikûmet hewlên cîdî ji bo çareseriyê bide, ku bi gotna wan qeyrana darayî bandoreka gelek xirap bo ser jiyana mamosta û karmendên her du wezaretên perwede û xwandina bilind û vekolînên zanistî heye û eger nehê çareserkirin piroseya perwerde li Herêma Kurdistanê dikeve bin gefeyan. Mamostayan herweha hijmarek pêşniyaz û têbînî ji bo çawanya çareserkirina qeyranê pêşkêşkirin.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tevî supas kirina mamosta û karmendên her du sektorên perwede û xwandina bilind xuyakir mamostayên Kurdistanê her li deheya neweda sedeya borî ta niha beramber qeyran û pirsgirêkan berxwedêr bûne û bi dilsozê û nîştmanperwerî nehêlane piroseya xwandin û fêrkirinê li Herêma Kurdistanê têk biçe. Herweha pêdagirî li ser vê yekê ku ku li sala 1991 ta niha yekemcar e Herêma Kurdistanê tûşê kirîzeka weha dijwara darayî bûye û amaje bi vê yekê jî da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hewlên berdewam daye ji bo çareserkirina kirîza darayî.Serokwezîr bi aşkira bal kişande ser rewşa darayiya Herêma Kurdistanê û ragihand dahata nihaya Herêma Kurdistanê bi çi awayekê têra xercîyan nake, lewma pilana Hikûmeta Herêmê li ser vê bingehê dibe ku dahat bihê zêdekirin û xercî jî kêm bibin û li dawyê jî dahatên ku Hikûmet bidest tîne li gor pilan bo pêdana mûçe û rêvebirinê bihê xerckirin. Herweha hemû alîyek piştrast kir ku Herêma Kurdistanê bi serkeftî vê qeyranê çareser dike.Derbarê nîv mûçeyê mamostayan jî ku li hinek dezgehên ragihandinê bi awayekê xirap serederî tevê vê pirsê hatiye kirin û ji bo meramên aloztir kirina rewşê bikar hatiye, Serokwezîran xuyakir bi çi awayekê Hikûmetê briyar nedaye mûçeyê çi kesekê qût bike, yan nîv mûçe bide. Herweha hemû alîyek piştrast kir ku nîveya din jî dihê dan û mûçeyê çi fermanberekê ji nav naçe.Serokwezîr herweha bi dilfrehî rexne û têbîniyên mamostayan wergirt û pêdagirî li ser vê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Encumena Wezîran bi rêzdarî temaşayê berxwedan û daxwazkarî û rexne û têbîniyên mamostayan dike û hemû hewlekê dide ji bo çareserkirina qeyranê.Amaje bi vê yekê jî da ku piştî pêşmerge، Hikûmeta Herêma Kurdistanê girngiyê bi mamosta û karmendên her du wezaretên perwerde û xwandina bilind dide.  Hikûmet hewlê dide li demê çareseriyê, kêmtirîn givaş bikeve ser karmendên her du wezaretan, ji ber ku her du sektor neviyên paşeroja Kurdistanê pê digehînn.Her di vê civînê de Qubad Talebanî cîgirê Serokwezîr bi dirêjahî behsê hewlên Hikûmeta Kurdistanê ji bo danana pilaneka giştgîr ji bo çareser kirina vê qeyranê kir û amaje bi workşopa duh ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku têda  hemû wezîr û rêveberên giştî û pispor û mamostayên zanîngehê û akadîmîsiyen û şarezayên biyanî pişkdar bibûn û gelek têbînî û pêşniyaz ji bo çareser kirina qeyrana darayî û derbazkirina vê rewşê hatine pêşkêşkirin. Herweha got Hikûmeta Herêma Kurdistanê li demên pêş pilana xwe ji bo çawanya çareserkirina vê rewşê radigihîne.Cîgirê Serokwezîr bi navê Serokatiya Hikûmet û Encumena Wezîran supasiya mamosta û karmendên her du sektorên perwerde û xwandina bilind kir ku li hember vê rewşa dijwar berxwedêr bûne û nehêlane piroseya fêrkirin û xwandinê li Herêma Kurdistanê têk biçe.

Back to top button