Cîhan

Hikûmeta Kurdistanê kirîza êkonomî digek Amerîkayê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja yekşemiyê 24.01.2016 li bajarê Hewlêrê, digel Stewart Conz sefîrê Amerîkayê li Îraqê û şandeya pê re ku ji hijmareke diplomatkaran pêkhatibû civiya. Ew civîn taybet bi şopandina encamên serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Amerîkayê û jinêzîk haydarbûn li ser wê kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê tê de derbas dibe û rêyên çareseriyên wê kirîzê bû.Di civînê de ku Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr amade bibû, sefîrê Amerîkayê rola Pêşmergeyê Kurdistanê di çenga dijî terorîstên DAÎŞê de bilind nirxandin û sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, hijmareke zêde ya koçber û penaberan hewandine û alîkariyên pêwîst jê re berdest kirine.Şandeya amerîkayî nerehetiya xwe li hember wê kirîza êkonomiya rastî herêma Kurdistanê hatiye diyar kir û hêvî xwest ku ew kirîz bi kêmtirîn ziyan derbaz bibe.Nêçîrvan Barzanî, ji şandeya mêvan re behsa kirîza êkonomiya herêma Kurdstanê tê de derbas dibe kir û sedemên serhildana wê kirîz eşkere kirin û got ku ew kirîz ji ber; birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, cenga dijî terorîstên DAÎŞê û hatina hijmarehe gelek mezin ya koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê û nizimbûna buhayî neftê li bazarên cîhanî dirust bû û wê yekê bargiraniyeke mezin ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê dirust kiriye.Serokwezîr behsa pilana hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê kêmkirina xerciyan û zêdekirina dahatiniyê de ku, her ji destpêka sala 2014ê dest pê kiriye kir û got ku hikûmeta dest bi cîbicîkirina bernameyekî çaksaziyê di hemû saziyên hikûmetê de dest pê kiriye. Barzanî daxwaz ji şandeya Amerîkayê kir ku ji bona bikaribin wê kirîza êkonomî derbas bikin û bi awayekî organîzekirî bernameya reforman bi cî bikin û ji bona amadekirina pilaneke domdirêj alîakriya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.Serokwezîr û cîgirê serokwezîr data û zaniyariyên hûr li ser dahatinî û xerciyên herêma Kurdistanê pêşkeşî şandeya mêvan kirin daku ew zêdetir haydarî wê rewşa êkonomiya dijwara herêma Kurdistanê bibin. Şandeya Amerîkayê jî piştevaniya xwe ji bo bername û gavên hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona çaksaziyê û çareserkirina kirîza êkonomî diavêje nîşan da û got ku ew dê wan data û zaniyariyan bi xwe re bibin Waşîngtonê û dê şêwermend û pisporên amerîkayî bişînin herêma Kurdistanê daku ji bona derbaskirina wê kirîz alîkariya hikûmeta herêma Kuridstanê bikin.Weke tê zanîn berî heyamekî şandeyeke herêma Kurdiatanê ku, ji Fuad Hisên serokê dîwana seroaktiya herêma Kurdstanê û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve pêkhatibû, serdana Waşîngtonê kiribû û li ser rewşa êkonomiya herêma Kurdistanê digel mezine berpirsên wî welatî civya bûn.

Back to top button