HevpeyvînPolîtîk

Profesor Steinbach: Ev şer serokeke nû derdixe

Serokê berê yê Enstîtuya Şarqiyata Almanî Prof. Dr. Udo Steinbach destnîşan kir ku, “siyaseta AKPê ya pevçûnan, ne tenê HDP bandora Ocalan jî kêm kir. Li hember viya Qendîl xurt bû.”Prof. Udo Steinbach di sala 1994an de bi Ocalan re hedîtinek kir. Piştre jî têketina Tirkiyê bo wî hate qedexekirin. Steinbach Ocalan baş nas dike di hevpeyvînekê de ji bo Ocalan, AKP û pêvajoyê tiştên girîng gotin. Gotinên wî bi kurtî wiha ne:Di destpêka pêvajoyê de we ji pêvajoyê bawer dikir gelo?Helbet di derbarê niyetên herdu aliyan û samîmiyeta Erdogan de hinek gumanên min hebûn. Ji 2009an virde Erdogan zimanê aşîtiyê bi kar anî. Lê di demên hilbijartinan de yekser zimanê wî diguherî. Ji 2011ê virde tiştên ku hatin jiyîn nîşan da ku tesîra Ocalan li ser PKKê ne tesîreke teqez e. Mesela, şerta pêşî a pêvajoyê çekberdan bû lê Qendîlê ev qebûl nekir. Halbihal HDP ji bo çareseriya siyasî dikarî roleke baş bilîze. Lê polîtîkaya şer a hukimetê him destê HDPê him jî destê Ocalan pir qels kir. Qendîl û kesên şêrxwaz xurttir kir.Li gorî we mimkun e ku Ocalan careke din têkeve dewrê û pêvajoyeke nû bide destpêkirin?Li gorî min ji niha pê ve di çareserkirina pirsgirêka Kurdî de Ocalan dê ne aqtorekî çalak be. Lewra Ocalan di zindanê de ye û Kurd jî li herêmê şerê man û nemanê didin. Haya Ocalan ji vî şerî tine ye. Dibe ku şer gurtir jî bibe. Loma ez dibêjim ev şer dê di nava Kurdan de lîderên nû derxe.Yanî Erdogan derfeta Ocalan ji dest da gelo?Belê, lewra piştî 7ê Hezîranê encamên hilbijartinê neeciband. Di 1ê Mijdarê de ji nû ve hilbijartinek kir. Di vê pêvajoyê de qerta Kurdî vekir. Bi zimanekî tûnd û tûj nijadperestî bi pêş xist. Bi vê polîtîkayê pêşî HDP piştre jî Ocalan xerc kir. Niha êdî weke berê bandora Ocalan nemaye li ser gelê Kurd û li ser PKKê. Binêrin niha li taxan di bin navên nû de rêxistinên nû derdikevin û ev ji nifşên berê tûndrewtir in. Loma ez dikarim bêjim Ocalan di destê Erdogan de qertek bû. Êdî bandora wê qertê weke berê heye an na, ne diyar e.Çavkanî: Zaman Kurdî

Back to top button