Civak

Navên hinek ji qurbaniyên deryaya Ege eşkere bûn

Nivîsîngeha Rojnamevaniya Derbaz Mihemed Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê ragihand: Wezareta Koç û Koçberan berdewame li hewl û dûvdaçûnên ji bo peydakirina wendabûyan û mijulî temamkirina cihên wan û vegerana termên wanin.Balkişand li ser wê yekê ku tenê 15 term gihane Pizîşkê Dadwerî ya Izmîr ya li Tirkiye û li daxuyaniya nivîsîngeha rojnamevaniya Wezîrê Koç û Koçberan balkişandiye li ser navê 12 kesan.Nivîsîngeha Rojnamevaniya Derbaz Mihemed ragihandiye, bi fermî daxwazê ji Balyozxaneya Tirkiye li Iraqê kiriye hevkariyê ji peydakirina wendabûyiyan bikin û niha jî şandekî konsolxaneya Iraqê li Stenbol her li Îzmîrin û berdewamin li dûvdaçûn û geranê.Daxuyaniya di derbarê vê bûyerê de balkişandiye li ser wê yekê ku 65 heta 70 kes li wê belemê da hebûn ku tenê 25 kes ji wan rizgar bûye û niha 15 term diyare û 25 heta 30 kes ji wan wenda ne.Navên wan kesên hatine peydakirin wihaye:Jiwan Karzan CemalJiwan Hîwa QadirJale Hîwa QadirJîla Hîwa QadirXedîce Mihemed EzîzSîma Qasim YusifŞepol Qasim YusifXanzad Qadir TahaPeyam Hadî AbdurehmanMîran Hadî AbdurehmanBeyan ku temena wê 43 sale û zarokek jî ku navê wî Sehende û temen 10 salî heye.Heta niha 15 term diyare û 25 heta 30 kes jî wenda ne.

Back to top button