Serokê Giştî yê PAKê Li Oslo ya Paytextê Norwecê Konferansek Lidarxist

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik roja 24.01.2016ê Oslo ya Paytextê Norwecê Konferansek di derbarê “Rewşa Siyasî Ya Bakurê Kurdistanê û Helwesta PAKê” de li darxist.Konferans ji alîyê endamê Meclisa PAKê Kadir Bûdak û Komîteya HEVKARîYÊ ya Osloyê ve hate organize kirin. Endamên Meclîsa PAKê Nimet Mumtaz Aydın û Roza Kaplan jî beşdarî Konferansê bûn.Ji her çar perçeyê Kurdistanê , nûnerên partîyên sîyasî, gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd yên li bajarê Osloyê û dor û berê dijîn beşdarî konferansê bûn. Eleqeyeke baş jibo konferansê hebû.Konferans bi rêzgirtina jibo şehîdên Kurdistanê dest pê bû.Endamê Meclîsa PAKê Kadir Bûdak xêrhatina beşdaran kir û axaftineke kurt pêşkêş kir.Paşê , Mustafa Özçelik dest bi konferansê kir.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik jiber organîze kirina vê konferansê spasîya Komîteya HEVKARÎYÊ kir. HEVKARÎ, PAK jî tê de ji 11 partîyên ji her çar perçeyên Kurdistanê yên li Osloye pêk tê.Mustafa Özçelik di axaftina xwe de di derbarê bername, sîyaset û xebatên PAKê de hinek agahdarî da beşdaran û nêrîn û helwestên PAKê yên di derbarê bakurê Kurdistanê û Tirkîyê de bilêv kir. Herweha di derbarê rewş û rûdanên başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê de , bîr û rayên PAKê pêşkêş kir.Paşê konferans bi pirsên beşdaran û bi bersivên Mustafa Özçelik berdewam kir. Gelek beşdarên Konferansê bi pirs û bi axaftinên xwe , konferans xweştir û birengtir kirin.Bîr û rayên PAKê ji alîyê beşdarên konferansê ve pir bi germî hate pêşwazî kirin.Konferansê du saet û nîvan berdewam kir û bi awayekî berhemdar bidawî hat.Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Nerîna min :