Seroka EUTCC tê konferansa Stockholmê
Seroka ”EU-Turkey Civic Commission”ê û mamosteya zanîngeha Bergenê Prof. Kariane Westrheim beşdarî Konferansa Navnetewî ya Stockholmê li ser ”Rewşa Rojavayê Kurdistanê û zextên rejîma Suriyê” dibe û li ser rewşê axaftinekê dike.
Li ser pirsê agehdariya ji kordînatorên Kurdocide Watch-CHAK ê Azad Heyder û Gabar Çiyan hatiye belavkirin wisa ye:
”Di demek wisa de ku li bakurê Efrîkayê xelk li dijî rejîmên leşkerî û totaliter derdikevin û bahoza vê desthilatdarên din li Rojhilata Navîn dixe tirsek mezin, rola konferansên wisa ji bo parastina mafê mirovan li herêmê giring e. Di konferansa me de hejmarek pisporên pirsê, dezgehên mafê mirovan û siyasetvanên Swêdî dicivin û dê fikrên xwe li ser pirsê bihênin zimên.
Weke tê zanîn EUTCC di sala 2004 an de, piştî lihevhatina Yekîtiya Ewropayê bi Turkiyê re ji bo endambûnê dest pê kir, piştre konferansa yekê ya ”Turkiye û Kurda” li Brukselê pêk hat. Komîsyona EUTCC li wir hate avakirin. Komîsyon dê ji bo pêşketina demokrasiyê û mafê eqaleyitan li Turkiyê di çarçoveya krîterên Kopenhamn ê, bi çavdêrî û pêşniyazên xwe bibe alîkar.
Seroka EUTCC Prof Westrheim serdana Kurdistanê kiriye, ji bo gelek konferans û civînên li Bruksel û cihên din serokatî kiriye û li ser pirsa Kurda kur e. Beşdarbûna wê û nêzîkbûna wê ya erênî ji bo Kurdên rojava cihê kêfxweşiyê ye…”
EuroKurd News – CHAK Dokumentation Center