serok vegeriya Kurdistanê

Piştî serdanekî fermî ya welatên Kendavê kombûna li gel Mîrnişînê Ebudabî û hejmarek ji serkirdeyên siyasî yên Îmarata Yekgirtiya Erebî û her wiha serdana Şahnişîna Sû’ûdiye û kombûna li gel Şahê Sû’ûdiye û Mîrnişîn û Wezîr û berpirsên bilindên wî welatî roja çarşem 02.12.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê vegeriya Herêma Kurdistanê.Hêjayî gotinêye ku di dema bi dawî hatina serdana Serok Barzanî ya Şahnişînê Sû’ûdiye roja çarşem 02.12.2015 Serok Barzanî li Firokxaneya Navdewletiya Melîk Xalîdî ya bajarê Riyazê ji aliyê Adil Elcubeyr Wezîrê Derve û hejmarek ji berpirsên siyasî û îdarî ya Şahnişîna Sû’ûdiye ve hate birêkirin.Berî dawî hatina serdana Serok Barzanî her li Firokxaneya Navdewletiya Melîk Xalîdî ya bajarê Riyazê civînek li navbera Serok Barzanî û Adil Elcubeyrî Wezîrê Derveyê Şahnişînê Sû’ûdiye bi amadebûna hejmarek berpirs û karbidestên bilindên Şahnişîna Sû’ûdiye birêveçû. Li kombûnê da rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û Iraqê hate guftûgo kirin û her wiha her dû alî tekez li ser berdewamî û kûrtirkirina peywendî û dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Sû’ûdiye kirin.Hêjayî gotinêye êvariya roja sêşem 01.12.2015 li cihê hewandina xwe ya li bajarê Riyazê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Samir Sibhan Elsibhan Balyozê Şahnişînê Sû’ûdiye li Iraqa Federal kir. Li vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Iraq û Şahnişîna Sû’ûdiye xistin ber behs û guftûgoyan.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: