Kultur

Danasîna berhema merivekî Êzdî û ronakbîrê gelê Kurd

 Ez xwe bextiyar dihesibînim û dibêjim gelekî spas ji Xwedê ra, ku min karîbû vê nasîna berhema merivekî Êzdî, rojnamevan, nivîskar, ronakbîrê gelê Kurd û rehmetiyê Xwedê her jê razî Xelîlê Çaçan Mûradov, a bi navê „Gotinên Pêșîyan „ bigihijînime ber destên we hezkiriyên dîrok, çand, folklor, kevneșop û zimanê Kurdî!Danesîna ku min li ser pirtûka „Gotinên Pêșîyan „ nivîsandiye û di rûpelên 11-12 yên vê berhema de hatiye çapkirin weha ye: „Nasîna Gotinên Pêşiyan„Xwendevanên hêja, gelek ji me dizanin, her gel an jî miletek bi bermayên çand, folklor, kevneşop, bîr-bawerî, adet û toreyên jiyana civaka xwe tê naskirin.Ez bawer im, çi gava hûn berhema Xwedê jê raziyê Xelîlê Çaçan Mûradov bixwînin, ku navê wî li ser rûpelên tarîxa çand û edebiyata Kurdî bi herfên zêrîn hatiye nivîsîn, gelek radyoguhdarên Kurd bi kilam û stranên radyoya Kurdî ya Yêrêvanê serbilind û bextiwar kirine, çand û zimanê Kurdî bi gelek dagirkerên Kurdistanê daye naskirin, hûn ê jî taybetî, rastiya çand, folklor, kevneşop, adet û toreyên Kurdî û jiyana civaka me ya pirr dewlemend li ber çavên xwe bibînin.Bi dîtan min, di nav van berheman de, ku rahmetiyê Xelîlê Çaçan Mûradov bi kedeke giranbiha tomar kirine û ew di peyre jî li gorî babetên wan parevekirine, ne tenê dewlemendiya ziman, çand, helbest, stran, çîrok û metelokên Kurdî yên kevn hatine parastin. Gava meriv bi hûrgiî ji van „gotinên pêşiyan“ fam bike, mirov dibîne ku di nav wan de gelek nîşanên kesayetî, libas, gund, çiya, deşt, newal û dîmenên xwezaya Kurdistanê jî têne ber çavên meriv.Mirov dikare gelek xeleq û dîmenên dîroka bav-kalên me yên bi hezarê salan derbas buyî, hestên evînî, êş û tadeyên cihê cihê hatine serê gelê me fam bike. Heta bi saya hebûna van gotinên pêşiyan, ku bav û bapîren me ji nav jîyana xwe ya bi sal û zemanan ji me ra afirandine, em jî êdî dahatûya xwe zelaltir dibînin. Ez bawer im, lewma jî bav û kalên me gotine, „Kesê ku kevnên wî nebin, wê nûyên wî jî nebin.“Ez bejna xwe li ber vê xizmet, nav û dengê rahmetiyê apê Xelîlê Çaçan Mûradovditewînim û dibêjime parêzvanê “hiş û mejûyê radyoya kurdî ya Yêrêvanê”, bila Xwedê ji Te her razî be!Dema ku çend welatparêzên Êzdiyan bihîstin ku pirtûkeke wiha delal ji zû de amade ye, lê ji dest sebebên cuda cuda, her wiha ji sebebên madî, heta niha nehatiye çapkirin, di dest xwe de xwe dan ber vî barî, alîkariya malbata xwedanê pirtûkê kirin. Ev xetên jêrîn yên wan camêran in:Em neviyên Xwedê jê raziyê Mamedê Temo (ku yek ji rûspî û navdarên Êzdiyên li Bakurê Kurdistanê, ji gundê Șimzê/Bișêriyê bû) zahf bextewar in ku ev pirtûka rehmetiyê Xelîlê Çaçan, ê ku rûspiyekî Êzdî, rojnamevan, nivîskar û ronakbîrekî gelê Kurd bû, bi keda me û miriyên me wê bigihîje xwendevanan“.Kemal Tolan, berhevkarê kevneșopên ÊzdîtiyêAgahdarî:Ev her çar berhemên Xwedê jê razî Xelîlê Çaçan Mûradov ji aliyê weșanxaneya “Lîs” ê li Amedê hatine çapkirin: “Memê û Eyşê & Zembîlfiroş” (destan), “Kilamêd Cimaeta Kurdan”, “Memê û Eyşê” (pîês), “Gotinên Pêşîyan”. Meriv dikare van berheman zû li cem http://www.pirtukakurdi.com / anjî [email protected] peyda bike! Çavkanî:http://riataza.com/kurdish/4107-danesina-berhema-meriveki-ezdi-u-ronakbire-gele-kurd.html 

Back to top button