Civak

Serok serxweşiya Malbata Elçî kir

Serokê Kurdistanê bi minasebeta wefata Saime xanim hevjîna serokê PDK şehid Seid Elçî , sersaxiya malbata Elçî kir.Bi navê xwedayê mezin û dilovanRêzdar malbata Saîme Elçî, Hevjîna xwedê jê razî Se’îd ElçîBi mixabinî nûçeya koça dawî ya xanima Saîme Elçî hevjîna xwedê jê razî Se’îd Elçî Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Tirkiye gihîşt me.Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiyên xwe bi malbata we ya têkoşer û hemû xizm û kesukar û rêhevalên xwedê jê razî radigihînim û beşdarê xema we me.Ji xwedayê mezin hêvîdarim xanim Saîme bixe ber dilovaniya xwe û dilnewayî û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê27.10.2015

Back to top button