Amerîka û Rûsya

Dr. Ekrem Önen[email protected] Amerîka û RûsyaRojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û Kurdîstan.Rojhilata nêzîk û navîn herdem bûye navenda şer û pevçûnê di navbera welatên rojava û Rûsya de. Bi teybet divê sedsala dawî şer û pevçûnek mezin di navbera van alîyan de bûye, heger wek mînak em bêjin bes di navbera Rusya Qeyserî û împaratorîya Osmanî de ji qirnê XVII heta 1917 dor 50 caran şer bûye. Divê sedsala dawî de Asasê nîzama pêşin a cîhanê bi peymana sykes picot a sala 1916 de ji bo perçe bûna împaratorîya Osmanî hate danîn û bi peymana Sevr û Lozan şeklê xwe yê dawî stend. Peymana Sykes Picot di destpêkê de di navbera Ingilîz û Fransade û bi piştgirîya Rusya Qeyserî hatibû amade kirin lê paşê di sala 1917 de şoreşa oktober li Rûsya pêkhat Rusya xwe ji vê hevpeymanê paşde vekşand. Ev Nîzama han heta şerê cîhanê yê duemîn berdewam kir. Di şerê cîhanê yê duemîn de ev nîzam xera bû û piştî şerê cîhanêyî duemîn di sala1945 de bi peymana Yalta a ku di navbera Josepf Stalin (Sovyet-Rûsya), Winston Churcill (îngilîz) û Franklin D Roosevelt (Amerîka) de nîzameke nuh hate danîn. Ji berya şerê cîhanê yê yekemîn heta sala 1991 dema hilweşandina Sovyetê, di navbera îngilîz, Fransa, Almanya û Rûsya de, piştî şerê cîhanê yê duemîn jî di navbera Welatên Rojava bi teybet Amerîka û Sovyet-Rûsya de şer û pevçûnek mezin li ser herêma Rojhilata nêzîk, navîn û Kurdistanê hebû. Sebebên vêya yê esasî herêma rojhilata navîn û nêzîk bi teybet Kurdistan herêma ku tim bûye wek sînor di navbera van herdû alîyan de. Dema ev sînor ji alîkîde tê xerakirin alîyê din mudaxele dike ku balansa heye xera nebe. Ev bi kêm ji 200 salî virde her weha bûye bi teybet piştî perçekirina împaratorîya Osmanî ev pir zelal bû. Ev balans bi hilweşandina Yekîtîya Sovyet 1991 de xera bû. Piştî hilweşandina Yekîtîya Sovyet welatên rojava bi serkêşîya Amerîka rewşa lawazbûna Rûsya bikar anîn û xwestin li gor xwe dizaynekê nuh bidin cîhanê. Lê weha diyare welatên Rojava bi teybet Amerîka nakarîbûn lawazbûna Rusya a 20 salî ji sala 1991 heta 2010 bi kar bianîna. Sebebên vêya asasî ew bû her çukas divî 20 salî de hêzeke xurt navdewletî ne bû jî lê hêzên herêmî ên wek Çîn, Hind, Brezîlya, Misir, Îran,Turkî di bûn asteng ji projeyên Amerîkayê re, sebebê din yê asasî ew bû ku welatên Rojava bi teybet Amerîka hesabekî şaş kir ku di hesiband êdî Rusya hew bi serxwe ve tê. Bi hatina Putîn li ser hukum Rûsya xwe bi ser hevde anî û di konferansa navnetewî a 2007 li Munîhê a ji bo ewlekarîya cîhanê cara yekemîn piştî 20 salan Putîn îlan kir ku Rusya êdî yek Qutubtîya cihanê qebûl nake û wek aktorekî navdewletî tevgerîya. Rusya di praktîkê de evêya di sala 2008 de di şerê Gurcistanê eşkere kir paşê di pirsa Ûkrayna û nuha jî di pirsa Sûrî de ev wek hêzeke navdewletî nîşan da. Weha diyare nuha eşkere bû bi teybet dipirsa sûrî de welatên Rojava bi teybet Amerîka Rusya wek hêzek navdewletî qebûl kirin û dixwazin di parvekirina cihanê de û jibo nîzameke nuh a cîhanê bi Rûsya re li hev bikin.Amerîka û KûrdîstanBerya her tiştî divê tiştekî asasî em bizanibin ku têkilîyên welatên navnetewî bi Kurdanre di çarçewa startejîya wan a herêmî deye wek em dizanin siyaseteke Amerîkayê yekgirtî di pirs Kudistanê de nîne, Kurd perçakî siyaseta wan a bi Turkî, Îran, Sûrî û İrakê reye. Di çarçeweya têkilîyên bi van welatan re lipirsa Kurdistanê dinerin .Wek tê dizanin bi teybet ji salê 1965 de Kurdan (Kurdistana Başûr-PDK) pir aktîv lê xebîtîn bi Amerîkayêra têkilîya bikin. Heta sala 1972 a Amerîka bi tu awayî ne dixwest têkilîyan ligel Kurdan deyne. bi teybet piştî Înqlaba 1968 İraqê ku di encamê wêde BAAS hate ser hukum ku Kurdan hêvî dikir ku wê Amerîka bi wanre têkilî bike, vê demêjî Amerîka rû neda Kurdan, amerîka dixwest têkilîyên xwe li gel rejîma nuh a BAAS xweş bike. Bes piştî Ku BAAS bi Yekîtîya Sovyet re peymanên eskerî, aborî çêkir. Amerîka bi Kurdanre bi dizî ne eşkere dest bi têkilîyan kir. Ev têkilî di rêya CİA (îstixbarata Amerîka) disala 1972 a li Amerîka yê li navenda CİA a li Lenglî pêk hat. delegasyona Kurdan Ji rehmetîyê birêz Îdrîs Barzanî û parlementerê herema Kurdistanê ê nuha li parlementoya İraqê birêz Dr.Mehmûd Osman pêk dihat. Wê demê bi serokê CİA Rickard Helmsom her weha berpirsên pentagon û bi hinek ji berpirsên wezareta derve re hevdîtin kirin. Piştî ku BAAS peyman bi Yekîtîya Sovyet re çêkir Amerîka xwest dest bavêje tevgera Kurd li başûrê kurdistan, bes ne dixwest raste raste û vekirî ew bi Kurdan re têkilî bike. Dixwest hemû têkilîyên xwe di ser Îranê re bi Kurdan re bike. Ev têkilî û alîkarî heta 06 adarê 1975 dewam kir. di sala 1975 a de Tifaqa Cezair di navbera Îran û İraq de pêk hat û Amerîka û Îran alîkarî ji Şoreşa Kurd qut kirin.û wek em tev dizanin trajedîyek mezin hat serê gelê Kurd. wê demê Serokê tevgera Kurd Rehmetîyê birêz Mustafa Barzanî ji wezîrê derve Amerîka Henrî Kisınger re nameyek lê kir daxwaz, glî, gazin û metirsîya trajedîya milletê Kurd anîbû ziman. Lê bersîva Kisinger bi Kurtî weha bû ”Ev siyasete, di siyasetêde nirxên moralê nîne, dema du teref li ser tiştekî li hev bikin terefê sisya xesarê dibîne”.Di salên 80 de Kurdan careke din gelek xwestin bi Amerîkare têkilî bikin bes hemû caran Amerîka rû nedan Kurdan herweha ne dixwestin Kurdan bibihîzin. Ji ber wê demê şerê İraq û Îran bû û Amerîka piştgirî dida İraqê, ji ber wê xwe ji Kurdan dûr dixist. Di destpêka salê 90 de lawazbûna Sovyetê û îşxala İraqê a Kûweyt rewşeke nuh li herêmê peyda kir, piştî kû Amerîka ordîya İraqê ji Kûweyt derxist serokê Amerîka bang li gelê İraqê kir ku rejîma Sadam wergerînin. di vê demê de tevgera Kurd bi hêvîya ku wê Amerîka wan bi parêze serî hildan bes rejima sadam bê perwa êrîş anî ser Kurdistanê lê Amerîka bêdeng ma û tevgera Kurd careke din şikest û wek em tev dizanin 1992 bi 10 hezaran Kurd ji ber rejîma sadam bi çîya ketin bi sedan zarok jin yextiyar ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê bûyerê careke din di nava Kurdan de qeneetek weha bela bû ku ”amerîka careke din Kurd bi tenê hiştin” Piştî nerazîbûna li hember Amerîka di nava Kurdan belav bû û serokê YNK birêz Celal talabanî çû Bexdayê bi Sadam re hevdîtin kir herweha katastrofa însanî ku li başûrê Kurdistanê, bû sebebê ku amerîka li xwe hayl bibe. di vê demê de heremeke ewlekarîyê ji Kurdan re hate ava kirin. paşe sedam hate Rûxandin rewşeke nuh li İraqê peyda bû. Ev rewşa han mirov dikare bêje rewşeke ne bi istiqrar bû, her çuqas Kurd li gor yasaya pêşin a piştî sadam wek federasyon bi dest xistibin jî, lê alîyên İraqî vêya wek meşrû (legîtîm) qebul nakin. Nuha jî ditêkilîyên Kurda bi Amerîka re ne diyarîk heye. Ev rewş nuha weha diyare wê ligor têkilîyên Amerîka ên Stratejîya eskerî, geostartejî û geoenerjî her weha ligor nakokîyên bi Rûsya re wê şekil bistîne.Rusya û KurdîstanTêkilîyên Kurdan û Rûsan Her çûqas berê hebe jî lê aktîv têkilîyên wan di destpêka salên 1850 de dest pê dike. Stratejîya Rûsan a sedsalan Ku dixwazin bighên ser avên germ û şerê Rûsya Qeyserî Ji alîkî de bi Imparatorîya Osmanî re ji alîkî din bi Eceman (Farisan) re bû sebebên Ku Kurd bala Rûsan bikşîne. Balkêşîya Rûsya ser Kurdistanê asasî ji ber motîvên berjewendîyê geopalîtıîk Rûsya Qeyserî bû. Rûsya Qeyseî her dem Li Kurdan di çarçeweya Stratejîya eskerî dinerî. Piştî ku Kurdan bala Rûsan Kişandiye, Ji bo ku bi karibin Kurdan bi alî xwede bikşînin dest pê kirine li ser ziman, Kultur û jiyana Kurdan a civakî lêkolîna kirine. di destpêka salên 1850 de pêşî di rêya konslosxanên xwe li Kurdistanê ên wek li Bitlîsê, Wanê, Erzrûmê, Xoyê, Musilê û hwd. de lêkolîn kirirne. Hêjayî gotinê ye ku Konslos û Balyozê Rûsya Qeyserî wê demê gelek ji wan Akademîsyen bûn. wek mînak Mînorskî û Jaba ku du dîplomatê Rusya qeyserî bûn di derbarê ziman Kultur û jiyana Kurdan a civakî karê gelek mezîn kirine. Paşe li akademîya Rûsya a Petrogradê liser Kurdan lêkolîn dest pê dike. di vê demêde em dibînın têkilîyên Rusya Qyserî bi Kurdan re ên siyasî jî dest pêdike. wek Mînak ji serdema serhildana Sêx Ûbeydulah heta bi Bedirxanîyan, Barzanîyan, Kor Huseyîn Paşa , Cihangîr Axa, Seyîd Taha, Simko ûhw. Ligor arşîvên Rûsya Qeyserî di demê Qeyserde Rusya li Kurdistana Îranê li bajarê Xoy ê di sala 1913 de bi alîkarîya Abdurezak bedirxan û Simko (Îsmeîl Axayê Şikakî) nexweşxanak û dibistanek bi zimanê Kurdî bi tîpên Kîrılî vedikin, paşê çapxaneyekê jî vedikin di heman demê de li Mahabadê Rojnama Kurdistan der tê.Rûsya Qeyserî her dem pragmatîk nêzî pirsa Kurd Bûn û her dem dixwest Kurdan ji alîkî de liser Osmanîya û Eceman wek hêzek wan bîne rayê bi kar bîne, ji alîkî din dixwest Kurdan wek heremek Tampon li hember welatên Rojava wek Înglîz , Fransa û Amanya bi kar bîne ji bo neghêjin Kafkakasya. Kurdan jî li têkilîyîn bi Rûsan re wek gotınek pêşîya Kurdan heye dibên ”Dujminê Dujminê min dostê mine” di çarçewek weha de lê dinerî.Berya şerê cîhanê yê yekemîn, wek tê zanîn wê demê welatên emperyalîst ên rojava ên (Hevpeyman) wek Înglîz, Fransa, Rûsya qeyserî û hwd dixwestin heremê li gor berjewendîyên xwe li hev parve bikin û arkîtektûrekê ji heremê re ava bikin. Wê demê van welatana hedefan wan ya pêşî ew bû ku heremê li ser asasê geopolîtîk li hev par bikin, lê jibo ku ev herem di bin destê Împaratorîya osmanî debû van welatên rojava xwestîn împaratorîya osmanî perçe bikin û li hev parve kin, li ser vê ya bi însyatîfa Fransa û Înglîz û bi pişgiriya Rûsya qeyserî di sala 1916 de bi dizî tifaqa bi navê Sykes-Picot hat sazkirin. Ev tifaq mirov dikare bêje destpêka parvekirina herêmê bû.Li gor tifaqa Sykes-Picot, Ji Înglîz re İraq, Urdun, başûrê kurdistanê û dora Hayfa yanî filîstîn, ji fransa re Sûrîye, Lubnan, qismek ji bakur û başurê Kurdistanê dima herweha ji Rûsyare qismek ji bakurê Kurdistanê û qismek ji axa Turkîya îro dima, lê ji bo ku li Rûsya di sala 1917 Bolşevîka şoreş kirin wan wek resmî xwe ji tifaqa Sykes-Picot paşvekşandin.Di serdemê Sovyet de mirov dikare bêje di helwesta Rûsya Sovyetî di pirsa Kurd de tu guhertinek asasî nebû, tenê guhertin ew bû ku êdî lipirsa Kurd di çarçeweyek îdeolojîk dinerî, çawa di serdemê Rûsya Qeyserî de pragmatîk li pirsa Kurd dihate nerîn ew siyaset di serdemê Sovyet jî de dewam kir.Di salên 1920 de Têkilîyên sovyet-Rûsya bi Kurdanre berdewame Dervî têkilî bi gelek serok Eşîr û begên kurdan re têkilîya siyasî jî hene. ji arşîvên Rûsya Sovyetî mirov dibîne ku Têkilîyên wan bi Melle Selîm, Komîta Istenbûl a Azadî, bi kesên wek mebûsê Kurd Yûsif Zîya beg re heye. vekirina Radyoya Erîwanê di salên 1930 de ku her çuqas resmî wekji bo Kurdê sovyet bû lê rastiya xwe berê radyo bi Kurdên kurdistanê bû. Heta salên 1940 bi Bûyerên li bakurê Kurdistanê dibû dîrek an îndîrek bi Kurdanre di têkilîya de bûne. Piştî salên dawîya 1930 û destpêka 1940 ku demê di hukmê Tehranê de rola Almanya xurt dibû Ku Ordîya Sor a Sovyetê-Rûsya û ordîya Înglîz ketin nav axa Îranê, ji wêdemê pêve têkilîyên xwe yî bi Kurdanre ên bi Kurdên Kurdistana Îran re ku ji di demê Qeyser de hebûn taze kirin.Disala 1931 peymana êrîşî hevnekirin û bê alî bûnê di navbera Turkî û Yekîtîya sovyet de çê bû. di sala 1945 de Stalîn got ”ev tifak ne huqûqîye, di wextek Sovyet zeîf bû çê bûye” û ev peyman levx kir (Denounce). Piştî levxkirina vê peymanê Stalîn di konferansa Postdam ê de vekirî got ”Turkî lazime axa dîrokî a Gurcistanê û Ermenîstanê du welatên ku li ser asasê ”tifaqê” hatine ava kirin vegerîne” ligor arşîvê Sovyetî proja Kurdistanê a Stalin vê serdemê aktuel dibe. Li gor Stalîn divîya bû ku hudûdê navbera Sovyet û Turkî vegere hudûdê sala 1914. Wek eşkereye wê demê ordîya Rûsya Qeyserî li bêhtirîn deverên Kurdistana bakur bi cîh bûbûn. Weha diyare Stalîn doza para xwe ya ku di serdema peymana Sykes-Pıkot bi destnexistin paşê doz kiriîye. Nuha jî dema mirov lê dinere di wexta Rusya Hat Sûrî di heman demê de li ser Hudûdê Turkî û Ermenîstanê tatbikatên eskerî di çarçewa ODKB de kir, Rûsya him ji behra sipî him jî ji alî Kurdistana bakur bûye cîranê Turkî. Ji alî startejîya eskeî diyare ev sîgnale jibo Tûrkî. .Ji ber wê ye Turkî cardin xwe nêzî NATO kir.di sala 1946 de bi piştgirîya Sovyet cumhûrîyeta Pêşin a Kurdî Mahabad ava bû. Piştî dawîanîna şerê cîhanê Ordîya Sor ji Îran derket îranê Êrîş anîn ser Kurdan û Cûmhûrıyeta Mahabad Têk çû. serokê Cûmhûrîyeta Kurdî Qazî û hevalên wî daliqandin Mustefa Barzanî bi çekdarên xwe, xwe gîhandin nav axa Sovyet. Barzanî û hevalên wî bi tevayî 12 salan li Sovyet man. Di salên 40-50 de armanca Sovyet ew bû ku tevgera Kurdî di nakokîye di navbera xwe û welatên rojava de, di “şerê sar” de bi kar bînin. Fikra avakirina cumhûriyeta Kürdî îmkan dida Sovyet teesira Îngiliz û Emerîkîya li Rojhilata Navin kem bikin.Li gor arşîvên Rûsya ji mere dide rêdan yek ji serkirdayetîyê Sovyet endamê polîtburoya PKYS (Partîya komunîst a Yekîtîya Sovyet) Sûslov di dawîya salên 1950 de soz da Barzanî ku ewê piştgirîyê bidin ji bo avakirina otonomî ji bo Kurdan. Di sala 1958 de bi înqlabekê Hukmê Nûrî Seîd li İraqê ku nêzî Înglîza bû hate wergerandin. di heman salê de 1958 de Barzanî vedigere İraq bi navberîya Sovyet Barzanî Bi Kasim re hevdîtina dike û dibe cigirê Reîcumhûrê İraqê. Ji bo sovyet grîng bû ku di Hukmê Kasim de istiqrar hebe. Paşê tyêkilîyên Kurda û Bexdayê xera dibe û şer dest pê dike. Paşê careke din bi navberîya Sovyet 1966 de hevdîtin di navbera Kurdan û Reıscumjhûrê nuh Arif de dest pê dike. Sovyet ji bo berjewendîyên xwe gelekî dixwest ku li İraqê istiqrar hebe. jiber wê jî muhawele dikirin ku Kurd û Bexda li hev bikin wek eşkereye bi navberîya sovyet di 11 adarê 1970 de wek resmî di yasaya bingehî a İraqê de Otonomî ji Kurdistanê re hate qebûl kirin.Em dikarin bêjin heta dawîya salên 1950 hevalbendê sovyet li herêmê bes Kurd bûn. Bi alîkarîya Kurdan Hukmê Nûrî seîd ku nêzî înglîza bû wergerandin. bi wergerandina hukmê Nurî seîd, Sovyet li herêma Rojhilata nêzîk welatên wek Sûrî û misir kirin hevalbendê xwe. wek eşkereye piştî salên 1970 heta 1990 Sovyet ji ber têkilîyên xwe bi welatên Kurdistan perçe kirine, Kurd piştguh kirin. Piştî salên 1990 bi Ruxandina Sadam Husên re Kurd dîsa ketin rojeva Rûsya, Vekirina radyo ya dengê Rûsya bi Kurdî bi zaravên Kurmancî û Zazakî Her weha yek ji welatên pêşî ên xurt cihanê bû ku konslosxana xwe li Hevlêr vekir.Yekîtîya Awrûpa û KurdYekîtîya awrûpa wek navendek cîhanê ya aborî di siyaseta navnetewî de dixwaze rolek global ekonomî bileyze. hêzek wêya eskerî xurt nîne ku rolek global bi karibe bileyze, her weha doktrînek siyaseta wan a derve a muşterek nîne. Yekîtîya Awrûpa siyaseta wan a di derbarê pirsa Kurd de ew ku li pirsa kurd di çarçewa pirsa mafe mirovan dinerin ne wek pirsek netewî siyasî dibînin. YE pirsa Kurd di têkilîyên navbera xwe û welatên kurdistan perçekiririne wek kartek ji bo daxwazên xwe yên aborî bidin qebûlkirin bikar tînin her weha di pirsa penaberan de bi kar tînin. Welatên YA ên berya şerê cîhanê yî duemîn ku aktorên navnetewî bûn (Almanye,Fransa,Înglîz) bi tyeybet Fransa û înglîz ku muhendîsê perçekirina Kurdistanê ne, piştî şerê cîhanê duemîn lawaz bûn û êdî di navbera Sovyet-Rûsya û Amerîka de man her çuqas hinek ji wan car caran bi Rusya re helwest digrin jî bes bêhtir di bin teesîra Amerîka dene. Her çuqas van demên dawî dixwazin roleke navnetewî bilîzin jî lê diyare nakarin. wek eşkereye Amerîka ji destpêkê li dijî avakirina YA bû, Rûsya bêhtir terefe bû YA hebe, ew jî ji bo balansa navnetewî û awrupa bi hevre bikaribe ji bin tesîra amerîka derkeve, Ji bo lawazkirina Amerîka ye. Weha diyare ji xwe Amerîka ji hebûna YA ne razîye Ku Rûsya jî zorê bidê YA dikare belav bibe. Li cîhanê ji bo ku Hezek navnetewî be, divê diwarê aborî û Eskerî bihevre xurt be ku roleke global bileyze. YE hêzek wêya eskerî weha nîne. Di nava yekîtîya awrûpa de welatê dixwaze li herêmê aktîv bin îngilîz û Fransa ye îngilîz wek perçakî siyayseta Amerîka tevdigere Bes fransa hinek ferqe lê nuha lawaze nakare bi Rûsya û Amerîka re berberîyê bike. Bes farnsa li Surî rolek wêya teybet heye, ji ber Surî piştî perçebûna împaratorîya Osmanî bû Kolonîya Fransa. Fransa di sala 1920 de mandata xwe ya Sûrî dabeşî çar dewleta kir dewleta Lubnana mezin, dewleta Elewî, Dewleta Şam û dewleta heleb. Di sala 1921 de dewleta Drûzya (Cebel el Drûz ) û Sancaka Aleksanderîyê ava kir. Fransa di sala 1922 de ev hemû levx kir û li şûna wan pêşî dewleta Şam û Heleb kir yek di bin navê federasyona Sûrî paşê nav guhert kir dewleta Surî. Disala 1936 de dewleta Elewîya û a Druzya ev jî tev li dewleta Sûrî kirin. Her di vê demê de di ordîya Fransa Levanta de (Troupes du Levant) hêzeke ji eqelîyetan (Elewî, Drûzî, Çerkez û Kurdan) pêk anîn. Di sala 1946 de Surî serxwebûna xwe wergirt û di demeke pir kinde înqlaba eskerî bû. Piştî Înqlabê hemû postên grîng di Ordîyê de Elewîya girt û ev rewş heta nuha berdewame.Kurd û Rewşa nuhHer çuqas di têkilîyên bi Kurdan re Rusya ji Amerîka yê him kevntire him jî bi tecrubetire. Ji ber Rusya di 300 salê dawî de her dem împaratorî bûye her weha di demê Sovyet de hêzeke herî xurt a cihanê bû. Amerîka piştî şerê cihanêyê duemîn bû hêzeke xurt ya cîhanê. Her weha têkilîyên Kurdan û Rûsan bi kêm 150 sale bi Amerîkare dawîya salên 1960 destpêka 1970 de dest pê kirîye. Bes di vî 20 salên dawî de têkilîyên Amerîkayê bi Kurdan re gelek tecrube da Amerîkaye.Rojhilata nêzîk û Navîn herdem buye cihê bend û berberîya û şer di davbera hêzên mezin ên navnetewî de ev ji berya şerê cîhanê yê yekemîn heta nuha her weha ye. Piştî şerê cîhanê yê duemîn ku paşê NATO û Pakta Warşava hate avakirin dunya di navbera herdu alîyan de parve bû. Hudûdê navbera herdû alîyan dîyar bû kesekî mudxeleya hudûdê hev ne dikirin, bes hinek herem li cîhanê cihê bend û berberî û şerê navbera herdû alîyan bû wek mînak herêma Rojhilata nêzîk ,Navîn ,Amerîka Latînî û gelek herêmên din. Ev bend û berberî ya navbera herdû alîyan heta sala 1990 dewam kir. Bi hilweşandina Sovyet, Rûsya Lawaz bû Amerîka wek hêzek xurt tenê ma û xwest nîzamek nuh bîne herêma Rojhilata nêzîk û navîn. Ev nîzama Emerîka dixwest bîne ne ligor berjewendîyê gelek hêzên herêmê bû. Destpêkê Amerîka dixwest di bin navê Şoreşên rengînî guhertina li van welatan bike, dema şoreşên rengînî biser ne ketin hêza xwe ya eskerî bikar anî. Wek li jor jî me behs kir heta van 20 salên dawî ku Rûsya lawaz bû Amerîka wek dixest tevdigerîya. Piştî ku van demên dawî Ku Rûsya bi ser xwe ve hat nuha Rûsya rê li ber digre û dibêje guhertinên li vê herêmê bibe dive ez şîrîk bim.Welatên xurt ên navnetewî Li Rojhilata nêzîk û navîn û biteybet li Kurdistanê di konteksta ”Makroregion” dinerin. Perçebûna kurdistanê, mezinbûna wê wek coxrafî û nifûs mezintirın pirsa millî a ”transnationale” ev rewşa Kurdistanê îmkanek mezin dixe destê welatên mezin ên navnetewî ku hesabê wan li ser herêma rojhilata nêzîk heye. ev welatana her dem li pirsa Kurdî wek geoekonomîk, geostaratejîk û eskerî dinerin. Herdem ev welatên kurdistan perçekirine her weha welatên nêzî Kurdistanê di rêya pirsa Kurdî de tînin rayê. Bê gûman her çuqas welatên mezin li gor berjewendîyên xwe li pirsa Kurd dinerin jî lê ji bo Kurdan jî firset nuha heye ku bighêjin armancên xwe. bi teybet di van 20 salên derbasbûyî de ku Amerîka wek yekemîn hêzeke navnetewî li dinyayê hukumkir ku têkilîyên wê bi kurdanre gelek xweş bû ( Ji ber bi qasî Kurd hewcedarê wan bû her weha ew jî hewqasî hewcedarî Kurdan bû). Kurdan ev firseta zêrîn berdan ku bikaribin armancên xwe pêk bînın. Nuha rewşeke nuh li cîhanê û herêmê peyda bû nuha dinya êdî ne yek kutûbîye, nuha Rûsya wek hêzek navnetewî bi serxwe ve hat û cardin bend û berberîyê bi Amerîka re dike. li herêma rojhilata nêzîk û navîn wek aktorekî xurt daketîye meydanê êdî Amerîka bi serê xwe wek dixwazê li herêmê nakare tevbigere, mecbûre Rusya di hesab ki û tev bigere, ev ji Tevgera Rizgarîya netewî a Kurdistanê jî re rewşeke nuhe. Heger mirov lê binere ev rewşa nuh jî, ji Kurdanre gelek pozîtîve. Her du welatên xurt ên navnetewî çi Amerîka çi jî Rûsya li pirsa Kurd pozîtîv dinerin. Her çuqas di pirsa Sûrî û İraqê,Turkî û Îranê de nakokîyê xurt di navbera wan de hebe jî, lê her dû alî pirsa kurd nakin cihê nakokîyê .Ev fırseteke dîrokîye.Heger Kurd bikaribin bikar bînin. fersendek dîrokîye. Bêguman nuha rewş ji bo Kurdan ji vî 20 salê derbasbûyî zehmettire. Di vî 20 salên dawî de yek jê Amerîka tenha hêza xurt li herêmê bu, du têkilîyên Amerîka bi Turkî û Îranê re ku du dewletên Kurdistan perçekirine gelek xerab bû. Bes nuha yek jê hêzeke xuert navnetewî dervî amerîka peyda bû ji alîkî din ve piştî tifaqa navnetewî a atomîya Îranê têkilîyên welatê rojaava ,Amerîka û Îranê xweş bûye her weha piştî ku Turkî basên eskerî ên Încirlikê ji Amerîka re vekir û Turkî ket nav koalîsyona dijî ISID ê têkilîyên Amerîka û Tûrkî cardin baş bû, piştî Ku Rûssya hate herêmê cardin Turkî li cem Amerîka buhayê wê giran bû. Ev rewş bêguman ne di berjewendîyê Kurdan deye. Li nabe mirov bes li ser vê rastîya nuha heye tevbigere. Di serdema me de çi li cîhanê çi li herêma rojhilata navîn û nêzîk siyaset pir zû tê guhertin. Pir rehet dostê doh îroj dikare bibe dujmin û belovacî vê. Di vê rewşa nuh de wek hinek deng ji nava Kurdan de der tê ku xwedêgrabî kurd lazime xwe bi terefekî bigre, ev siyaset ji binde şaşe û hin gelek zûye. Kurd ne lazime vekirî piştgirîya terefekî bikin, Kurd divê siyasetek pragmatîk bi meşîne ji ber her du terefên xurt ku nuha li herêmê çi Amerîka çi Rûsya wê zorê nedin Kurdan û ji Kurdan naxwazin ku piştgirîya terefekî bikin her du jî fam dikin siyastek weha ne di berjewendîya wan deye, her du jî fam dikin ku kurdan mecbûrî terefekî hilbijêre bikin dikarin bi temamî kurd ji dest wan biçe. Divê Kurd vê balansê bibînin û li gor wê tevbigerin. Tu luksek Kurda yî weha nîne nuha bibin teref. Her du alî jî bi kêm biqasî Kurdan dizanin Kurd çi dixwazin.. Beyana birêz Mesûd Barzanî a ku di derbarê hatina Rûsya li herêmê a ku got ” Em di koalîsyona navnetewî a li dijî ISID ê dene, bes emê Kefxweş bin Ku Rûsya jî şerê ISID ê bike”. Ev beyanek erênî bû li gor rewşa nuh a herêmê. Mesûd Barzanî di vê rewşa nuh a herêmê naxwazê vekirî piştgirîya terefekî bike û terefekî bide hember xwe ev siyasetek realîst, pragmatîk û netewî ye. Di vê rewşa nuh de gelek firsetên dîrokî ji Kurdanre dertê. ji bo çareserkirna Pirsa Kurdistanê li herêmê nuha 3 alternatîv dertê, 1-Serxwebûna başûrê Kurdistanê, 2- serxwebûna başûr û rojaavayê Kurdistanê (bi hev bên grêdan) , 3- Serxwebûna her çarperçeyên Kurdistanê ( bêyî hinek herêmên bakurê Kurdistanê, En wek İntab, sêwas. Adiyaman û hwd.) Tevgera Rizgarîya netewî a Kurdistanê lazime xwe ji van guhertinan re amade bike. Hêjaye Kurd merkezek Kordînasyon û şêwrê ji ekspertan ava bike ji bo şopandin û afirandina siyasetên netewî li gor guhertina buyeran li herêmê û bi teybet şopandina siyaseta Amerîka û Rûsya. Di pirsa çareserkirina Kurdistanê çi liperçeyekî çi tevayî Başûrê Kurdistanê dikarê rola asasî bileyze. Ev ji alî hêzên navnetewî maqûl tê dîtin.Van çend salên dawî de bûyerên li Kurdistanê qewimîn her çuqas tehrîbatên mezin li Kurdistanê kiribe jî lê tiştekî pozîtîv heye, ew jî ewe ku di bin bin hişmendîyê (subconscious, Bilinçaltı, подсознание) Kurdan de dujminatîya bi dewletên Kurdistan perçekirine xurt bûye û Kurd bi wanre bi tu awayî bawerîyê nîne û firsetek bi çûk ji bo Kurda hebe Kurdê bixwazin ji wan veqetin, Her çuqas Hinek li ser navê Kurdan dixwazin dujminên wan bi wan şêrîn bikin (sîndroma Stockholmê) bê feydeye. Her weha şerê ku îslama siyasî li hember kurdan kirîn bi teybet li Kobanê û Şengalê maska ruyê îslama siyasî jî xist û ji nu ha pêve îslama siyasî ji Kurdan re ne talûka mezine, Rola wê ya hespê Trûwa eşkere bû û kurd hew pê di xapin. Talûka herî mezin a Kurdan nuha li her çar perçeyên Kurdistanê ji rêxistinên ku liser navê Kurdan hatine avakirin tê, Ew rexistînê ku di bin navê bratîya miletan û Cumhûrîyetên demokratîk ku tu desthilatdarîyê ji Kurdan re daxwaz nakin, di rastîya xwede siyaseta asîmlasyon û entegrasyonê di bin fehma Kurdan de bi cih dikin. Di rewşeke weha de ku nuha buyerên li herêma Rojhilata nêzîk û Navîn diqewimin, pir eşkereye perçebûna nuha li herêmê bibe wê ne wek demên şerê cîhanê yî yekemîn û dûemîn li gor geopolitîk be, wê li gor ethnoconfessional (netewe û mezheb) bibin. Li gor vê startrejîyê guhertinên li herêmê ethnoconfessional be, favorîtê berz ê vê stratejîya nuh Kurdistane. Di vî 20 salên dawî de li herêmê ji vê stratejîyê re asasek hazir bû û nuha li herêmê pir eşkereye dujminatîya navbera mezheban û miletan gelek kûr bûye û pêkve jîyana wan bi hevre gelek zehmet bûye. Rusya jî Amerîka jî her çuqas di beyanatên resmî de formel yekîtîya welatên herêmê xwedê grabî diparêzin, lê di rastî de siyaseta parvekirin û perçebûna welatên herêmê dimeşînin. Heger li hev parvekirina herêmê ku li ser vî asasî be, pir rehet dikare sibehê şer di navbera ev rêxistinên liser navê Kurdan hatine ava kirin ku li dijî dewletbûna kurdan derdikevin û Amerîka an Rusya re şer derkeve. Heger Amerîka an Rûsya bixwaze li perçeyekî Kurdistan an kurdistana mezin dewletek Kurdistan ava bibe mecbûrin bi van hêzana re ru bi rû bibe. di rewşek weha de ev hêzana an dewletbûna kurdan bê şer xebul dikin an jî ev welatên mezin wê varyanta Kosova an Asetya û Abxazîya bikar bînin. Ji ber welatên wek Amerîka an Rûsya stratejîya xwe a salan ji bo grûbên biçûk na guherin.Bi Hatina Rûsya herêmê, yekîtya Awrûpa û hinek welatên herêmê ên wek Turkî, Suûdî, Katar ji pirsa Sûrî bi dur xist. Her çûqas ji Alîkî de Amerîka dixwaze Turkî û Suûdî dîsa bixin nava protsesa Sûrî, ji alîkî din Rûsya dixwaze yekîtîya Awrûpa û welatên wek Misir,Urdun û Îranê bîne nava protsesê. Divê Kurd li hêvîyê bin heger bûyrên li herêmê weha fireh bibe, welatên endamê tifaqa ŞANGAY, BRIKS, welatên yekîtîya AWRASÎYA, ODKB (Rêxistina tifaqa ewlekarîya kolektîv) dikarin bên nava protsesa li herêmê. Heger sibehê teyarên Çînê li basa Rûsan li latiqiyê deyne divê bi kesekî xerîb ne.Tevgera Rizgarîya netewî a Kurdistanê divê buyerên dîrokî û siyaseta serdema nuh di ber çav de bigre û siyasetek netewî biafirîne. ”Siyaset senetê îmakana ye” her weha ”Di siyasetê de dost û dujminê daîmî nine berjewendîyê daîmî hene” Kurd jî divê bi siyasetek pragmatîk berjewendîyên xwe yên netewî daîmî biparêzin.P.S Ji bo frehî Têkilîyên Rûsya û Kurdan hûn dikarin li van du lînkên jêrîn binerîn. Dû serokên dû dewra ên îstixbarata Sovyet.Rûsya di bîranînên xwede liser Kurdan nivîsîne. Mi her dû ji Rûsî wergerandine kurdî.https://www.facebook.com/ekrem.onen.1/posts/726155627499838:0https://www.facebook.com/ekrem.onen.1/posts/846699702112096-Евгений Примаков Конфиденциально. Ближний Восток на сцене и за кулисами. Россисйкая газета. 2006.-Судоплатов П.А разведка и кремль. Издательство: Гея, 1996.-Мосаки Н.З Курдистан и Курдский вопрос в политике запада и Россий (90-е годы ХХ века-начало ХХI века ).-Никитин В. Курды. М., 1964-Лазарев М.С. Курдский вопрос (1891–1917). М., 1972-Жигалина О.И. Национальное движение курдов в Иране (1917–1947гг.), М., 1988-Гасратян М.А. Курды Турции в новейшее время. Ереван, 1990-Васильева Е.И. Юго-Восточный Курдистан в XVII – начале XIX в. М., 1991-Мгои Ш.Х. Курдский национальный вопрос в Ираке в новейшее время. М., 1991-Вадим Макаренко: Стоит ли России поддерживать США в их давлении на Иран?http://pda.iarex.ru/articles/5116/-ЦГВИА, ф. 2000, д. 1002, л. 203. Донесение из штаба КВО от 3 января 1909 г.Arşîva Tarîxê a dewletê ya navendî a artêşê rapora artêşa navça kafkasyayê. 3 januari 1909- ЦГА ВМФ, ф. 418, оп. I, 1908 г., д. 10048, лл. 3-8. Краткие сводки донесений штаба КВО за июдь-август 1908 гArşîva Tarîxê a dewletê ya navendî a artêşê hêzên deryayî. rapora artêşa navça kafkasyayê. Temûz-tebax 1908- ЦГВИА, ф. 2000, д. 1002, л. 203. Донесение из штаба КВО от 3 января 1909 г. Arşîva Tarîxê a dewletê ya navendî a artêşê. rapora artêşa navça kafkasyayê. 3 januari 1909-АВПР, ф. “Политархив”, 1907-1914 гг., д. 380, л. 68; ф Донесение Вице-консул в Ване Акимовича от 2 июля 1913 г.Arşîva siyaseta Ûrisyeta Qeyserî a derve ‘arxîva sîyasî’ 1907-1914. Rapora konsulê Ûrisyeta Qeyserî li Wanê Akîmşvîç 2 Temûzê 1913.-Ahmed Davutoğlu Stratejik Derinlik Türkiyenin uluslararası konumu. İstanbul. Küre yayinlari. 2001.-Pehlivanoğlu,Öner,A.,Orta Doğu ve Türkiye,Kastaş Yayınevi,İstanbul,2004- Erdal Şimşek Türkiyede İstihbaratçilik ve MİT.Kumsati Yayınları. İstanbul 2004-Knut Ståhlberg Två kära ovänner Churchill och De Gauelle. Norsteds, Stockholm 2011.-Bagda-Bob, menige Jessice Lynch och cirkus Saddam. Irakkriget iscensat i Svenska medier. Gert Z Nordsröm.Krisberedskaps Mundigheten 2003.

Nerîna min :