Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Philip Hammond Wezîrê Derveyê Brîtanya û şandekî li gel kir ku ji Frank Beker Balyozê Brîtanya li Iraq û hejmarek şêwirmend û karbidestê Wezareta Derveyê Brîtanya kir.Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Brîtanya pesnê hewlên Kurdistanê yên ji bo çaksaziyê û rûbirûbûna qeyrana darayî kir û bi handerekî baş jî zanî bo civaka navdewletî ku berdewam bê li palpiştîkirin û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê. Her wiha ji bilî balkişandina wan tehediyatên rûbiruyê Herêma Kurdistanê bûye, wê yekê dûpatkir ku welatê wan li hevkarîkirina serbazî ya Pêşmerge de berdewam dibe û çawa li şerê Da’îş da piştevanê Herêma Kurdistanê bû wiha jî li rûbirûbûna qeyrana aborî de li gel Kurdistanê da dibê.Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta welatê Brîtanyayê kir û di derbarê qeyrana darayî de balkişand li ser wê yekê ku qeyrana darayî dikarê firsetek bê bo me ku bikarîn bi xwe da biçîn û çaksaziyên bingehîn encam bidîn û tekez kir ku xelkê Kurdistanê û aliyên siyasiyan palpiştê proseya çaksazî û rûbirûbûna qeyrana darayîne. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku dikarin ezmûnên Brîtanya yên li warên kargêrî û çaksaziyê de yarmetîderê Herêma Kurdistanê bê.Her li vê kombûnê da behsa amadekariyên proseya azadkirina Musil û qonaxa piştî Da’îşê kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ji bo dilniyabûna pêkhatan ji paşaroja xwe û rêgirtina kêşeya nû pêwîste berî azadkirina Musilê rêkkeftineke siyasî bi beşdariya Neteweyên Yekgirtî û welatên hevpeyman li navbera aliyan da hebê.Li beşekî dinê civînê de behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û rêwşuwênên yarmetîdana Herêma Kurdistanê ya li ruyê darayî ve kirin.Hêjayî gotinêye piştî civînê Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Brîtanya li civîneke rojnamevanî da naveroka civînê ji bo dezgehên ragihandinê xisterû û bersîva pirsiyara rojnamevanan dan.https://www.youtube.com/watch?v=9C6ldW3CPX4
Pêş
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
03/07/2025
Civîna Trump-Putin bi dawî bû: Rûsya ji dev armancên xwe yên li Ukraynayê bernade
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Husiyan fûze avêtin Îsrail28/06/2025