Polîtîk

Serok pêşwaziya konsulusa Nemsayê kir

Li civînê de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina wê kir û behsa pêwendiya du qoliya di navbera Herêma Kurdistan û Awusturyayê kir û wan pêwendiyan jî bi mînakî û xwedî morkêkî taybet wesif kir û got: Dixwazîn pêwendiyên di navbera me bigihîn astekî bilind û pêşketîtir.

Balyoza Awusturya li axaftina xwe de sosretî û sersamiya xwe bi wan pêşketinan derbirî, ku li Kurdistanê pêkhatine û got: Her kesek, ku serdana Herêma Kurdistanê dike hest bi wan pêşketinan dike, ku li hemû waran da pêkhatine û got: Ew wekî Hikûmeta Awusturya dixwazin yarmetiya Herêma Kurdistanê bidin heta ew pêşketin û geşbûn berdewam bibin.

Her li vê civînê de Balyoza Awusturya li Urdin û Iraq behsa wê yekê kir, ku dixwazin rolekî bi hêz li Herêma Kurdistanê de hebê û li warên veberhênan û geştuguzariyê de beşdarekî çalak bin. Ji bo vê mebestê jî piştgiriya kompanyayên Awusturya didin heta bên veberhênanê li Herêma Kurdistanê de bikin. Her wiha piştgiriya xelkê jî didin ji bo geştuguzariyê serdana Kurdistanê bikin, ji ber ku sirûşt û xwezayeke xwe ya xweşik û dilfireh heye.

Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê li beramber da got: Me pê xweşe û hemû asankariyek jî dikîn heta kompanyayên Awusturya li hemû waran de bi giştî û bi taybetî warê geştuguzar û çandinê de veberhênanê bikin û zêdetir avadankirina welatê me de yarmetiyê bidin.

Her li vê civînê de xanim Estirîd Harz behsa pêgeha Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê li asta navdewletî da cîheke xwe yê diyar heye.

Li mijareke dinê guftûgoyê de di derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê û biryara paşxistina hilbijartina encûmena parêzgehan li her du parêzgehên Musil û Enbarê kirin û behsa girîngîpêdana welatê xwe ya bi rewşa Iraq û Suriye kir.

Her wiha pirsiyara di derbarê hejmar û rewşa penaberên Suriye li Herêma Kurdistanê kirin. Li bersîvê de Serok Barzanî got: Li gor amaran niha hejmara wan li ser 100 hezar kesan dibê, her çi li şiyana me de hebê ji bo yarmetîdana wan dikîn, ji ber ku hem karekî mirovaneye, hem erkekî neteweyiye.

Li beramber da Balyoza Awusturya behsa wê yekê kir, ku eve barê ser şana Herêma Kurdistanê giran kiriye û pêwîste civaka navdewletî rola xwe ya çalak bibîne.

Her wiha nirxandina çend pirsekî dinê pêwîst bi pêvajoya Suriye mijareke dinê vê civînê bû.

Back to top button