Çelakiyên heyeta Kurdistanê li Amerîkayê

Di yekem roja serdana xwe ya bo Amerîkayê de, şandeya herêma Kurdistanê ku, ji Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî , Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Qubad Talebanî pêk tê, hijmareke hevdîtin û dîdaran pêkanîn û li senterên rewşenbîrî û zanîngeahn jî semînar pêşkeş kirin.
Zanîngeha George Waşington semînareke bo Fuad Hisên made kir û di semînarê de ku, Felah Mistefa û Qubad Talebanî û hijmareke pispor û mamosteyên zanîngehê made bûn, Hisên behsa dîroka gelê Kurdistanê ew karesatên bi ser gelê kurd de hatine kir.
Fuad Hisên di axavtina xwe de behsa wan qonaxên xebata gelê Kurdistanê tê de rbas bûye kir û got ku, ji bona azadî û demokrasiyê gelê kurd gelek qurbanî dane. Hisên got ku di sala 1991ê de gelê kurd serhildan kir û parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê berhemên wê serhildanê ye, di sala 2003ê de Îraq ji rijêma diktator hat azad kirin û pirosesa amadekirina destûr, demokrasiyê û federaliyê dest pê kir û serokatiya Kurdistanê roleke mezin di avakirina Îraq nû de hebû. Lê nuha têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê ber bi aqarekê xerap dicin û pirosesa siyasî li Îraqê di nava kirîzeke kûr deye.
Li dor rewşa herêma Kurdfistanê jî , serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di semînarê de got ku, di hemû waran de herêma Kurdistanê pêngavên gelek baş ber bi pêş ve avêtine û bi taybetî di warê siyasî , azadî û demokrasiyê de û parastina mafê mirov pêşkeftinên ber bi çav bi xwe ve dîtine.
Di warê neft, têkeliyên navbera Hewlêr û Anqereyê, rewşa penaberên Suriyayê yê li herêma Kurdistanê, derfetên sermayerazandinê û çned pirsên din ji şandeya herêma Kurdistanê hat kirin û ji aliyê Fuad Hisên, Felah Mistefa û Qubad Talebanî ve bersiva wan pirsan hate dan.
Di heman rojê de, peymangeha Hadson panalek bo şandeya herêma Kurdistanê amad kir. Di panalê de David Polak ji peymangeha Waşingtin bo karûbarên siysatea Rojhilata Navîn, Kînîp Polak damezrênerê Brokingz , Conol Tol ji peymangeha Rojhilata Naverast, Con Hana peymangeha Bergiriyê ji demokrasiyê, Kînp Katzman CRS, Êlîn Laybson ji senterê Stîmson, Êrîna Serkesiyan peymangeha Brokîngz, Abî Şolskî peymangeha Hedson, Lwîa Lîbî peymangeha Hedson, Êrîk Brawin peymangeha Hedson, David Ernst peymangeha Hedson û Coş Cakobs peymangeha karûbarên Kendawê amade bûn, Fuad Hisên, Felah Mistefa û Qubad Talebanî behsa rewşa herêma Kurdistanê, rewşa herêmî , rerwşa Îraqê, kirîza siyasî û emnî ya Îraqê û çewaniya çareserkirina pirsgirênên Îraq û çned pirs û mijarên din yên aktuel di rojeva Îraqê, Kurdistan û hermî de behis kirin. Têkeliyêm navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê di navbera hikûmeta tirkî û PKKê de mijareke din a panalê bû.
Gelo pilan, bername û stratejîya Amerîkayê bo Rojhilata Navîn çiye? Gelo rola Amerîkayê ji bo çareserkirina kirza siyasî , piştevanîkirina demokrasiyê, azadî û mafê mirovî li Îraq û Rojhilata Navîn çiye?
Şandeya herêma Kurdiastnê serdana odeya bazirganiya Amerîkayê kir û behsa têkeliyên navbera bazrirganên Kurdistan û Amerîkayê kir. Felah Mistefa di axavtinekê de got ku, têkeliyên navbera bazirganên herêma Kurdistanê û kompaniyên Amerîkayê di sewyeyeke baş de ne û got ku, herêma Kurdistanê weke hevbeşeke rasteqîne li kompaniyên Amerîkayê temaşe dike.
Di çarçoveya kar û çalakiyên xwe de, Felah Msitefa di hevpeyvîneke xwe de digel kovara Kongress behsa rewşa herêma Kurdistan û Îraqê û ew pêşkeftin û emin û aramiya li herêma Kurdistanê heye kir.
Her li Amerîkayê, Aşitî Hewramî li Atlantic Kansl semînarek pêşkeş kir. Di semînarê de ku. Zêdetir ji 200 siyasetmedar, pispor û şarezayên warê neftê amade bûn, Hewramî bi hûrgilî behsa siyaseta hikûmeta Kurdistanê ya di warê neftê û geşpêdana sektora neftê û enerjiyê de kir.
Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî behsa wan pirsan kir yên ku têkelî bi geran û dîtina neftê û hinartina neftê bo dervey Kurdistanê kir û got ku, hemû ew pêngavên herêma Kurdistanê di warê sektora neftê de diavêje hemû yasayî û li gor destûra Îraqê tê kirin.
Di heman rojê de Atlantic Kansil daweteke nanxwardinê bo şandeya herêma Kurdistanê rêkxist û hijmareke ber bi çav ya karbidest, siyasemedar, bazirgan û serok û nûnerên kompaniyên amerîkayî amde bûn û hijmareke gotaran hatin xandin.
Di destpêkê de Aştî hewramî wezîrê samanên xwezayî behsa wan astengiyan kir yên hikûmeta Bexdayê di warê neftê de ji hikûmeta herêma Kurdistanê re çê dike û careke din tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî yasayî û li gor destûra Îraqê di warê neftê de tevdigere.
Pist re, Fuad Hisên behsa rewşa herêma Kurdistan û Îraqê kir û ew astengiyên li pêşiya pirosesa siyasî li Îraqê hene diyar kirin û tekîd li ser helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê kir û got ku, eger arîşeyên Îraqê çareser nebin dê zêdetir ber bi alozbûnê ve biçin.
Felah Mistefa behsa siyaseta herêma Kurdistanê ya di warê berfirehkirina têkeliyên bi cîhana derve re kir û got ku, têkeliyên herêma Kurdistanê bi welatên biyanî re berdewam ber bi pêşve dicin.
Paşî berprisên amerî kî behsa pêşkeftinên herêma Kurdistanê û ew aramî ya heye kir.
Weneyên çelakiyên şanda herêma Kurdistanê li Amerîkayê: