Polîtîk

Serok pêşwaziya Claudia Roth kir

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê li Selaheddîn pêşwaziya xanim Claudia Roth Endama Parlemena Elmanya û Hevseroka Partiya Keskên Elmanî û şanda li gel kir.

Xanim Claudia Roth li hevdîtinê de ji bilî ji bo vê pêşwaziyê derbirîna xweşhaliya xwe, balkişand li ser cûdahiyên serdana vê dawiyê ya Herêma Kurdistanê û got: Berê hatibûm Kurdistanê û min êşa vî milletî ya wê demê dîtiye, îro xweşhalim hest bi pêşketin û aramî û xweşguzeraniyê dikim û cihê sosretiyê ye û hêvîdarim berev qonaxên baştir û mezintir hengavan bavêjin.

Li vê hevdîtinê de xanim Claudia Roth û Serok Barzanî, balkişandin li ser pêşketinên dawiya siyasiyên Tirkiye û bi taybetî pirsa aştî û çareseriya kêşeyên Kurdan guftûgo kirin. Li vî derbarî de Serok Barzanî dûpata wan helwestan kir, ku geşbînîn bi paşaroja aştî li Tirkiye, lê belê bi mercekî hemû alî pabendî bingehên aştiyê bibin. Tekez jî li ser ewe kirin ku pêwîste pêvajoya aştî li Tirkiye kûrtir bibê û li vî warî de xanim Claudia Roth soz da ku hemû awayek hevkariyek pêşkêş bikin, bo ku pêvajoya aştî li Tirkiye serbigrê.

Li mijareke dinê hevdîtinê de behsa rewşa miroviya koçberên Suriye li Herêma Kurdistanê kirin û Hevseroka Partiya Keskên Elmanî, ji bo himbêzkirina wê hejmara zêdeya koçberan spasî Herêma Kurdistanê kir û soza wê yekê jî da ku agahdarbûna ji rewşa miroviya koçberan de hevkar bibin.

Serok Barzanî li mijareke pirsa siyasiya Iraqê da, ji bo şanda mîhvan ronahî kir, rewşa siyasiya Iraqê metirsîdare û berev hildêrê hengavan davêje û pabendbûna bi destûr û peymanan nabînîn û eve jî wiha kiriye, rewşê berev hilweşana pêvajoya siyasî ve bibe.

Back to top button