Polîtîk

Serok pêşwaziya Balyozê Kanada li Iraqê kir

Li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya Paul Gibbard Balyozê nû yê Kanada li Iraqê û xanima Nancy Bergern Konsola Kanada li Hewlêrê kir.Li hevdîtinê de Balyozê Kanada li Iraqê ku yekem Balyozê wî welatiye li Iraqê (piştî sala 1991), pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Herêma Kurdistanê û serkeftina Lîsta PDK li Serok Barzanî kir û tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan girînge û pêgehekî xwe ya taybetî heye. Her wiha balkişand li ser sîstema siyasî û ezmûna federalîzma Kanada û daxwaz kir hevkarî û peywendiya di navbera Kanada û Herêma Kurdistanê li warê sîstema îdarî û siyasî û karkirina wekheviya cinsî û cênderî û beşdariya çalak ya jinan de bê pêşxistin.Balyozê Kanada xweşhaliya xwe jî nîşan da ku welatê Kanada li şerê dijî terorîstên Da’îş li gel Pêşmerge da beşdar bûye û eve jî xiste rû ku welatê wan li çarçêweya Nato de berdewam dibê li meşq û rahênana hêzên Iraq û Herêma Kurdistanê.Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê nû yê Kanada kir û spasî gel û hikûmeta Kanada jî kir ku li şerê dijî Da’îş da hevkarî û yarmetiyê pêşkêşî Pêşmerge kiriye. Serok Barzanî xweşhaliya xwe jî ragihand bi pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Kanada û eve jî xiste rû ku li Herêma Kurdistanê hîç çetir û sêwanek ji bo beşdariya jinan li jiyana siyasî û aborî û civakî de nehatiye danîn û bi pêwîst jî zanî rola jinan li hemû warek da çalaktir bibê.Damezrandina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û her wiha proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê de bû.
Back to top button