Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Brett Mcgurg Nûnerê Taybetê Serok Obama ya Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da’îş kir.Li hevdîtinê de ku Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraqê amade bû, di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û sedemên qeyrana siyasiya Bexda de danustandina bîr û ramanan kirin û biryar hate dayîn her dû alî li şêwirîna peydakirina rêyeke derbasbûna ji qeyrana siyasî de berdewam bibin.Li beşekî dinê civînê de ronahî xistin li ser peywendiyên her dû aliyan û her wiha behsa amadekariyên operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirina Musilê kirin.
Pêş
23/10/2026
Hukumeta Brîtanya ji bo 3 roja rewşa avarte radigihîne
22/10/2026
Amerîka ji Iraqê xwest ku sînorê Iraqê bi Îranê re bigire
Balkêş e ?
Close
-
Şeredarek din ji CHPê îstifa kir21/10/2026


