Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel kadir û rêxistinên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li devera Badînan û parêzgeha Nînewa û Şingalê civiya. Li bajarê Duhokê Barzanî beşdarî civînek berfireh a berpirsên liq, destetên karîger û berpirsên navçeyan û rêxistinên sînorê liqên yek, heşt, neh, çardeh, hivdeh, heşdeh û bîst ên PDKê bû. Di vê civînê de Mesûd Barzanî wek Serokê PDKê gotarek pêşkêş kir, têde spasiya qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û xweragiriya wan di şerê li dijî çekdarên DAIŞê û têkşikandina wan de kir, spasiya wan li ser têperkieina rewşa xirab û sext ya Herêma Kurdistanê kir, herwiha ronî da ser dîroka Iraqê û karesetên bi ser Gelê Kurdistanê de hatine, ji aliyekî din ve helwêsta siyasî ya Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya PDKê ji pêşhateyên  siyasî li ser asta Navdewletî, navçeyî û herwiha pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexda bi kesên amade ragehand.” Di beşekî din de ji gotara xwe Serok Barzanî behsa rewşa siyasî Herêma Kurdistanê û sedemên qeyrana darayî kir, herwiha behsa pêngavên pêwîst bo piroseya çaksaziyê. Herwiha di heman civînê de deriyê pirsan hate vekirin, kadirên PDKê li devera Badînan û parêzgeha Nînewa û sînorê Şingal, komek pirs û pêşniyar derbarê rewşa Kurdistan û sînorê çalakiyên xwe arasteyî Barzanî kirin, ji aliyê xwe ve Barzanî bersiva pirsan da û şîret û rênmayên pêwîst diyar kirin. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: