Serok Nêçîrvan pêşwazî li Wezîrê Derve yê Qeterê kir
Di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de, Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Dr. Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed El-Xulêfî civiya.
Her du aliyan li ser geşepêdana peywendiyên Qeterê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û bi taybetî tekezî li ser rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê û bûyerên vê dawiyê yên li Rojhilata Navîn diqewimin.
Herdu aliyan pabendbûna xwe bi pêşxistina aştî û aramiyê li Sûriyê dûpat kirin, di heman demê de behsa rewşa kurdî û civakên din li Sûriyê nû kirin. Li vê çarçovê de Serok Barzanî balkişand li ser parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhatan û beşdarbûna wan ya bibandor di çarçoweya paşaroja Sûriyê de.
Her wiha di hevdîtinê de her du alî li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û çend mijarên din ên girîng gotûbêj kirin.