Serok Nêçîrvan Barzanî vegeriya Hewlêrê

Piştî serdanekî sê rojî ya Bexdayê û hevdîtin û civînên li gel birêzan Serok Komar, Serok Wezîr, Serokê Encumena Nûneran û serkirde û berpirsên bilindên hêz û aliyên siyasiyên Iraqê, êvariya îro dûşem 12.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel vegeriyan Hewlêrê.

Serok Nêçîrvan Barzanî li civînên xwe yên li gel serkirde û berpirsên welat, rewşa siyasî û emnî û aborî û tendirustiya Iraq û kêşeyên Hewlêr – Bexda û metirsiyên terorê û girîngiya dirustbûna dîtin û hevdû têgihiştineke hevbeş ya ji bo paşeroja Iraqê guftûgo kirin, her wiha pêgeh û peywendiyên Herêmî û navdewletiyên Iraqê xistin ber behs.

Nerîna min :