Nivîsar

Gelo Klasîkên Edebîyata Kurdî Hene?

Bêguman klasîkên hemû miletan di heman pileyê de li cîhanê belav nebûne û pilebendîya nasyarîya wan jî ne wek hev e. Di dinyaya me ya îroyîn ya global de hevterîbê hêza şaristanîya Rojavayê dema “berhemên klasîk”, bi taybetî jî “klasîkên edebîyatê” tê gotin pêşî ji şaristanîya Rojavayê hin berhem tên hişê mirovî.

Abdurrahman Adak

1.     Destpêk
Di tarîxa şaristanîyên cîhanê de hin berhemên girîng, karîger û navdar ên hizrî, zanistî û hunerî hene ku ji malê miletekî û çandekê wêdetir malê cîhanê tevî ne. Ev berhêmên ku di esasê xwe de ji nav çandeke millî derdikevin bi rêya danûstandinên sîyasî, civakî û edebî li nav miletên cîran ên parzemînî û şaristanîyên dî yên cîhanî belav dibin. Bi vî rengî ew berhem ne tenê xîtabî axêferên zimanê berhemê dikin, di heman demê de xîtabî şaristanîyên parzemînî û cîhanê jî dikin. Berhemên bi vî rengî ne berhemên ji rêzê ne û bi mebesta ku ji berhemên dî bên cudakirin bi hin navên taybet tên binavkirin ku di serî de têgeha “klasîk”ê tê. Dikare bê gotin ku “klasîk”a ku têgeheke Rojavayî ye (bi îmlaya orjînal: classique yan jî classic) di roja me de li nav hemû miletên cîhanê bi vê wateya xwe tê bikaranîn. Lêbelê li nav hin miletan hin têgehên dî yên ku li kêleka wê bi heman wateyê tên bikaranîn jî hene. Bo nimûne peyva şaheserê hem li nav Farisan hem jî li nav Kurd û Tirkan, peyva şahkarê li nav Farisan û peyva şakarê jî li nav Kurdan wek hemwateyên klasîkê tên bikaranîn.

Bêguman klasîkên hemû miletan di heman pileyê de li cîhanê belav nebûne û pilebendîya nasyarîya wan jî ne wek hev e. Di dinyaya me ya îroyîn ya global de hevterîbê hêza şaristanîya Rojavayê dema “berhemên klasîk”, bi taybetî jî “klasîkên edebîyatê” tê gotin pêşî ji şaristanîya Rojavayê hin berhem tên hişê mirovî. Îlyada û Odysseiaya Homerosî (Yewnanî), Komedyaya Îlahî ya Danteyî (Îtalyanî), Romeo û Julieta Shakespeareî (Îngilîzî) û Fausta Goetheyî (Almanî) ji bo vê dîyardeyê wek nimûne dikarin bên dayîn. Bêguman kesên ku bi edebîyatê re mijûl in dê ji edebîyata Latînî Aeneasa Virgiliusî, ji ya Fransî ceribînên Montaigneî, ji ya Erebî dîwana el-Mutenebbî (k.d. 965), ji ya Farisî dîwana Hafizê Şîrazî, ji ya Tirkî dîwana Fuzûlî, ji ya Hindê Kelîle û Dimneya Beydabayî û gelek berhemên dî bijimêrin.

Divê bê gotin ku li jorê ji edebîyatên cîhanê xişteyeke nimûneyî û temsîlî ya klasîkên cîhanê hatîye dayîn û dibe ku hin ji van berheman di çavên hin pisporan de wek klasîkên cîhanê neyên qebûlkirin ku ev di çarçoveya mijara klasîkan de tiştekî asayî ye. Lêbelê ya girîng ew e ku di roja me de têgeha klasîkên cîhanê têgeheke bingehîn a edebîyata cîhanê ye û mijareke bingehîn a disiplîna edebîyata berwaridî ye. Ev berhem di nav bazareke cîhanî de cih bigirin jî jêdera wan a esasî ziman, edebîyat û çanda miletekî ye. Tu guman tuneye ku ev berhemên klasîk û danerên wan li cîhanê şaristanîya miletên xwe temsîl dikin û bivênevê di nav wê bazarê de îtîbarekê jî bexşî miletê xwe dikin.  

Li vê derê di çarçoveya armanca vê vekolînê de em ê werin ser edebîyata Kurdî û bi çendîn pirsîyaran dest bi mijarê bikin: Gelo di edebîyata Kurdî ya xwedî rabirdûyeke dirêj de ku ev rabirdû ji ya piranîya miletên jorîn ne dirêjtir be ne kêmtir e jî, berhemeke ku di asta cîhanî de payeya klasîkê heq bike tuneye? Eger ev tunebe gelo di nav şakarên edebîyata Îslamî ya Rojhilatê de jî berhemeke edebîyata Kurdî cih nagire? Eger ev jî nebe gelo di çarçoveya edebîyata Kurdî bixwe de amadekirina xişteyeke pêşnumayî ya klasîkên edebîyata Kurdî ne pêkan e? Yan gelo ji vê yekê re jî hêj gelekî wext maye?

Bi bawerîya me tiştekî gelekî asayî ye ku mirov li ser vê babetê bifikire, potansîyela edebîyata Kurdî destnîşan bike, alîyên erênî û nerênî derxe meydanê, edebîyata Kurdî bi edebîyatên cîhanê yên xwedî klasîk re muqayese bike û di vê mijarê de bîr û bawerîyên xwe parve bike. Dema mirov bîne bîra xwe ku nîqaşên li ser babeta klasîkên cîhanê û yên edebîyata Tirkî hêj di sala 1897an de ketine rojeve dewrûberên edebîyata Osmanî dê baştir bê fêmkirin ku di çarçoveya edebîyata Kurdî de jî rawestana li ser vê mijarê tiştekî girîng e û gelekî bimefa ye. Di esasê xwe de edebîyateke ku di rabirdûya wê de tarîxeke edebîyatê hebe dê klasîkên xwe jî hebin û eger mijara klasîkên edebîyata Kurdî ya ku xwedî tarîxeke kevin e neyê rojevê ev bi serê xwe dê bibe kêmasîyeke mezin.

Hêjayî gotinê ye ku li nav Kurdan li ser vê mijarê hin nivîskar û rewşenbîrên ku hizrên xwe îfade kirine hene. Bi taybetî Celadet Alî Bedirxan di sala 1941ê de di Kovara Hawarê de bi sernavê “Klasîkên Me an Şahir û Edîbên Me ên Kevin” de nivîsarek nivîsîye û li gor tesbîtên me bi taybetî li nav Kurdên Bakur û Rojavayê kesê ku cara pêşî ev mijar bi nav kirîye Celadet Alî Bedirxan e. Bedirxan, di vê nivîsara xwe de têgeha klasîkê pênase kirîye lêbelê li şûna ku nivîskarên Kurd yan jî berhemên Kurdî yên ku dikevin kategorîya wê pênaseyê tesbît bike di çarçoveya zanebûna wê serdemê de nivîskarên ku dikevin kategorîya edebîyata klasîk dane nasandin û tesbît û tesnîfa klasîkên Kurdî hewaleyî vekolerên piştî xwe kirîye. Di vê vekolînê de em dixwazin hewldana Celadet Berdirxan a di vê babetê de bi bîr bixin, ji cihê ku ew lê maye gaveke bi pêş ve bavêjin û piştî wî bi heştê salî (1941-2021) careke dî mijara klasîkan bixin rojeva dewrûberên edebîyata Kurdî.

Herçiqas hemû klasîkên edebîyatê ne aîdê serdemên kevin in û di çarçoveya edebîyata modern de jî li ser klasîkan dikare bê rawestan jî, ji ber ku pêwendîyeke xurt a têgeha klasîkê bi rabirdûyê re heye, tişekî asayî ye ku berî her tiştî mirov ji klasîkên ku bûne malê tarîxê dest bi mijarê bike. Loma jî sînorên vê vekolînê tenê di çarçoveya edebîyata Kurdî ya klasîk de ye ku Celadet bixwe jî di nivîsara xwe ya navborî de ji klasîkê re sînorekî weha xêz kirîye.

Ji bo ku mirov bikare behsa klasîkên edebîyata Kurdî bike wek gava yekem divê mirov ji terma “klasîk”ê dest bi mijarê bike ku termeke aîdê şaristanîya Rojavayê ye û ji wê derê derbasî edebîyatên dî yên cîhanê bûye. Lêbelê piştî vê gavê gava duyem dîsa dê ne babeta me ya esasî be. Lewra berî wê divê mirov ji alîyê klasîkan ve bi taybetî li edebîyatên Erebî, Farisî û Tirkî temaşe bike ku bi edebîyata Kurdî re di heman hewzeya edebî de (edebîyata Îslamî ya Rojhilatê) cih digirin. Piştî vê yekê mirov êdî dikare di çarçoveya krîterên Rojavayî yên ku berhemekê dixin klasîk û muqayeseya klasîkên edebîyata Îslamî de li ser babeta klasîkên edebîyata Kurdî analîzên xwe bike. Loma em ê di vêkolînê de pêşî seyra tarîxî ya pênaseyên klasîkê û krîterên wê pêşkêş bikin, piştre li rewşa klasîkên Îslamî binêrin û herî dawî li ser van esasan derbasî mijara klasîkên edebîyata Kurdî bibin. Li vê derê em ê li ser rabirdûya mijara klasîkê li nav Kurdan û bi taybetî jî wek pêşengekî vê mijarê li ser nivîsara Celadet Alî Bedirxan ya ku di vê biwarê de nivîsîye (Klasîkên Me an Şahir û Edîbên Me ên Kevin) rawestin, hebûna klasîkên Kurdî nîqaş bikin, xişteyeke pêşnumayî ya klasîkên bingehîn ên edebîyata Kurdî pêşkêşî dewrûberên edebîyata Kurdî bikin û herî dawî ji bo nasandina klasîkên Kurdî nexşerêyekê xêz bikin.

2.     Têgeha Klasîkê
Herçiqas klasîk têgeheke vegir a Rojavayî ye ku ne tenê di hunera edebîyatê de di heman demê de ji hunerên bedew bi taybetî di peyker, avahîsazî û mûsîqîyê de tê bikaranîn jî[1] di vê vekolînê de em ê ji alîyê hunera edebîyatê ve li ser têgehê rawestin. Dema em li seyra tarîxî ya geşedana têgeha klasîkê dinêrin em dibînin ku ne bi heman peyvê be jî di serdema antîk a Grekê de (teqrîbî BZ500-PZ320) di biwara klasîkê de têgihîştinek heye. Di vê serdemê de li Atînayê berhemên hunerî bi dustûra “bedewîya bipîvan” hatine sazkirin ku ev taybetmendîya sereke ya klasîkên wê serdemê ye. Di wê serdemê de têgeha “kanon”ê ku tê wateya pîvan û dustûrê di heman demê de klasîkê jî îfade dike.[2]  Wek têgeh bikaranîna peyva “klasîk”ê aîdê serdema împeretorîya Romaya antîk e (teqrîbî sedsal I-III). “Klasîk” di zimanê Latînî de yan ji “classise”ê tê ku wateya wê yekîneya keştîyan e, yan jî ji “classicus”ê tê ku wateya wê çîn e. Cara yekem nivîskarê Romayî Aulu-Gelle/Aulus Gellius (k.d. 180) di sedsala duyem a zayînî de “classicus assiduusque scriptor”ê bi maneya nivîskarê xwedî nirx, navdar, maldar û ji xelkê dûr[3]; “scriptor classicus”ê bi wateya nivîsên çîna bilind û “proletarius scriptor”ê jî bi wateya nivîsên çîna proleter bi kar anîye ku di wê serdemê de civak ji şeş çînan pêk dihat.[4] Bi vî awayî edebîyata ku ji destê çîna herî bilind derketîye wek klasîk hatîye binavkirin. Di vê serdemê de têgihîştina klasîkê li ser esasê klasîzma Grekê ava dibe.[5] Romayîyan edebîyata Grekê wek klasîkên xwe qebûl kirine û hewl dane ku li pey şopa wan biçin. Di heman demê de Cicero û Vergiliusê ku edebîyatvanên girîng ên serdema zêrîn a edebîyata Romayê ne ji alîyê peyrewên xwe ve wek klasîkên Romayê hatine qebûlkirin.[6]

Di edebîyata Latînî ya serdema navîn de -ji qebûlkirina dewleta Romayê ya Mesîhîtîyê (teqrîbî sedsal IV) heta bi hatina serdema Ronesansa edebî (teqrîbî sedsal XV)- ji têgihiştina klasîzma serdemên antîk ên Grek û Romayê dûrketinek çêbûye û ji alîyê pîvan û zewqa edebî ve di edebîyatê de lawazîyekê rû daye. Bi hatina Ronesansê re hem dawî li serdestîya Latînî hatîye hem jî têgihiştina klasîzma serdemên antîk ji nû ve hatîye vejandin. Di vê serdemê de zimanên Ewrupayê yên wek Îtalî, Frensî, Îspanî, Îngilîzî û Almanî digel vê têgihîştinê wek zimanên millî û edebî avabûna xwe temam kirine û klasîkên xwe derxistine meydanê.[7] Li ser vê paşxanê di sedsala XVIIem de li Frensayê bizaveke edebî ya bi navê klasîzmê ava bûye ku nûnerên vê bizavê nivîskarên serdema klasîk a Grek û Romayê şopandine û estetîka berhemên wan esas girtine. Ji bo vê jî nivîskarên klasîk ên sedsala XVIIem bi xwendin û wergêrana berhemên serdema klasîk xwe perwerde kirine.[8] Di vê serdemê de li Ewrupayê berhemên ku di polan de ji bo fêrkirina zimanên Yewnanî û Latînî hatine bikaranîn wek “klasîk” hatine binavkirin.[9] Ji vê serdemê şûnde têgeha “klasîk”ê ji bo berhemên Grek û Romaya antîk hatîye bikaranîn û serdemên ku ev berhem tê da hatîne dayîn jî wek “serdema klasîk” hatîne binavkirin. Çawa ku di “Encyclopaedia Britannica”yê de jî tê îfadekirin, berhemên klasîk ên serdema klasîk bingeha edebiyata Rojavayê ne û ji bo wê di asta destpêkê de ne.[10] Çawa tê dîtin “klasîk” xwedî seyreke tarîxî ya dûrûdirêj e ku ji klasîzma Greka antîk dest pê dike, ji wê derê digihîje Romaya antîk, ji wê derê xwe di ser serdema navîn re çengî klasîzma Ewrupî dike û ji wê derê jî diherike roja me.

Heta bi vê derê taybetmendîyên klasîkê di sê xalan de dikarin bên xulasekirin: Hunera bipîvan, dêrînî û aîdîyeta çîneke bilind. Jixwe pênaseyên klasîk ên klasîkê her di vê çarçoveyê de hatine kirin. Li gor pênaseya ku rexnegirê Frensî Sainte Beuve di sala 1850î de kirîye klasîk, helbestvanekî kevin e ku ji berê ve teqdîra herkesî heq kirîye û pisporîya wî ya di qada wî de hatîye pesendkirin.[11] Di vê çarçoveyê de berhema klasîk jî wek berhemên resen û mukemmel ku çiqas zemanekî zêde di ser wan re derbas bibe jî tiştekî ji nirxê xwe winda nakin dikare bê pênasekirin. Çawa ku Hilmi Yavuz jî îfade dike pîvana herî baş a ku berhemekê dike klasîk mayîndebûna berhemê ya li hemberî zeman e. Loma berhemên ku ji sedsalên rabirdûyê gihîştine roja me berhemên klasîk in.[12]

Ji alîyekî dî ve piştî derketina bizava klasîzmê dustûrên vê bizavê jî -qet nebe ji alîyê endamên vê bizavê ve- di nav taybetmendîyên klasîkan de hatine rêzkirin. Çawa tê zanîn di klasîzmê de dustûrên zemanê berê yên ku tu carî naguherin esas in.[13] Loma di klasîzmê de têgihîştineke gerdûnî ya sitûnî heye ku hem zemanê berê hem jî paşerojê vedigire nav xwe. Hilmi Yavuz di vê çarçoveyê de berhemên klasîk wek berhemên ku di kîjan serdemê de bên xwendin kêşe û problemên wê serdemê dibersivînin pênase dike û ji bo vê yekê balê dikişîne ser navê watedar a berhema Jan Kott (k.d. 2001) a ku di biwara şanoyên Shakespeareî de nivîsîye: Shakespeare our Contemporary (Hevçaxê me Shakespeare).[14] Peter Brookê ku ji bo vê berhemê pêşgotinek nivîsîye, hevterîbê navê berhemê şîroveyeke weha dike ku alîyê gerdûnî yê Shakespeareî gelekî xweş îfade dike: “Jan Kott tam mirovekî serdema Elîzabethê ye. Shakespeare hevçaxê Kott e. Kott jî hevçaxê Shakespeareî ye. Ew di biwara Shakespeareî de rasterast û wek ku di serdema wî de jîyaye ji zimanê yekem diaxife”[15] Ev perpektîf nîşan dide ku kesayetê klasîk ji heyama xwe tê heyama me û em jî ji heyama xwe diçin heyama wî. Ev gerdûnîbûna sitûnî wek taybetmendîyeke dî ya klasîkê derdikeve pêş.

Gerdûnîbûna kesayetê klasîk/berhema klasîk ne tenê bi awayekî sitûnî ji zemanên berê heta bi roja me ye, ew di heman demê de bi awayekî asoyî di nav hemû miletên cîhanê de jî gerdûnî ye. Li gorî helbestvan û teorîseyenê edebîyatê T. S. Eliot (k.d. 1965) di berhema klasîk de şêwazeke hevpar a gerdûnî heye ku ev yek zêdetir ji alîyê naverok û hestên dînî yên hevpar ve xwe dide der. Ji ber ku Goethe behsa hin tiştên xwecihî û demkî yên Almanan dike ew nabe klasîkekî gerdûnî, ew tenê klasîkekî miletê Alman e û di çavê bîyanîyekî de şaristanîya Rojavayê tevî temsîl nake.[16] Berhema klasîk a gerdûnî ne aîdê miletekî tenê ye, ew aîdê miletên cîhanê tevî ye. Li gor ku Kaplan vediguheze A. Rivarol (k.d. 1801) derheqê vê mijarê de weha difikire: Berhemên ku miletek pê şanazîyê dike klasîkên wî miletî ne û berhemên ku hemû milet pê şanazîyê dikin klasîkên herkesî ne.[17] Loma dikare bê gotin ku eger berhemek çawa ku xîtabî axêferên zimanê xwe dike bi heman rengî xîtabî miletên bîyanî jî bike klasîkeke gerdûnî ye, eger xîtabî miletên bîyanî neke û tenê xîtabî axêferên zimanê xwe bike ew klasîkeke millî ye.

Li gor Encyclopaedia Britannicayê, klasîk serdemeke edebî ya zimanekî destnîşan dike ku ew serdem bi berhemên edebî yên mukemmel û xwedî tesîreke mayînde derdikeve pêş. Di edebîyata Yewnana kevnar de maweya ku berî zayînê bi 500î dest pê dike û heta bi 320ê mîladî dewam dike serdemeke wisa ye. Serdema zêrîn a Romayê  berî zayînê bi 70yî dest pê kirîye û heta bi 18ê mîladî dom kirîye. Nîveka duyem a sedsala XVIIem ji bo edebîyata Frensî û maweya 1660-1714an jî ji bo ya Îngilîzî wek serdemên zêrîn ên klasîk tên qebûlkirin.[18] Pênaseya Edmond Scherer (k.d. 1889) ya ku ji alîyê Kaplan ve tê veguhestin jî paralelî pênaseya Britannicayê ye: “Di tarîxa hemû miletan de ji alîyê ziman û hizrê ve serdemeke mezin a geşedanê heye ku berhemên vê serdemê klasîkên wî miletî ne.”[19] Eliot jî dibêje ku klasîk tenê di dewrên kemalê yên medenîyetekê û ziman û edebîyatekê de dikarin derkevin meydanê û di dewra piştî Elizabeth (1558-1603)ê de daketina asta edebî ya şanoya Îngilîzî jî nîşaneyeke vê yekê ye.[20] Nivîskarê edebîyata Osmanî Ehmed Midhed (k.d. 1912) jî bi şîroveyên xwe mijarê zêdetir zelal dike: “Heta zimanek negihîje dewra xwe ya kemalê bi wî zimanî berhemên klasîk nayên nivîsîn. Loma berhemên van dewran wek berhemên klasîk nayên qebûlkirin. Serdema Perikles (BZ.446-431) a Yewnanê û serdema Augustos (BZ. 27-PZ.14) a Romayê heq didin vê hizrê. Heman tişt bo edebîyatên Erebî û Farisî jî wisa ye. Piştî klasîkên ku di van serdeman de hatine dayîn klasîkên nû nehatine dayîn û ji wê wêdetir nehatine teqlîdkirin jî.”[21] Çawa ku Kaplan dibêje, serdemên bi vî rengî di jîyana miletan de guherîn û nûjenîyê temsîl dikin. Di van serdeman de nûjenîya di jîyana miletan de berî her tiştî di zimanê wan de xwe dide der. Hizrên nû ku di encama vê  nûjenî û guherînê de bi zimanekî nû tên îfadekirin klasîkan derdixin meydanê. Danteyê ku zimanê Îtalî vejandîye ji bo vê dîyardeyê nimûneyeke girîng e.[22] Di çarçoveya van tesbîtan de pir bi rehetî dikare bê gotin ku derketina di serdemeke zêrîn a şaristanîyekê de taybetmendîyeke dî ya klasîkan  e.

Bêguman taybetmendîyeke dî ya klasîkan jî sazkirina tradîsyoneke edebî ye. Di dawîya sedsala XVIIem de di çarçoveya bizava klasîzmê de li Ewrupayê klasîk ji wê edebiyat û hunera bilind re dihat gotin ku hêjayî şopandin û teqlîdê bû. Sainte Beuve ji bo têgeha klasîkê tiştekî daîmî û rûniştî ku di nav miletekî de bi awayekî yekpare bibe tradîsyon, hêdî hêdî ava bibe û bênavber ji nifşekê derbasî nifşa dî bibe pêwist dibîne. Li gor wî nivîskarekî jêhatî çiqas xwedî zeka û muxeyyîleyeke  awarte be jî eger bi carekê ronî bide û tu tesîrekê li pey xwe nîşan nede ew nabe klasîk.[23] Li gor Calvino ku rexnegirekî girîng ê edebîyatê yê sedsala me ye klasîk şopên xwendinên ku berî me hatine kirin hildigirin û rengvedanên xwe yên li ser çandên ku tê re derbas bûne digihînin me.[24] Bi awayekî siruştî tradîsyona edebî ya ku klasîk saz dike hem bi edebîyata millî hem jî bi edebîyatên cîhanê re pêwendîdar e. Klasîk bi vê mîrasa xwe pêşî di avakirina edebîyata millî de û piştre jî di avakirina edebîyata cîhanê de roleke girîng dilîzin.

Çawa tê dîtin heta bi vê derê hunera bi pîvan, dêrînîbûn, gerdûnîbûn, mayîndebûn, serdemeke zêrîn û avakirina tradîsyonekê wek taybetmendîyên berhema klasîk derdikevin pêş. Li vê derê bi armanca ku pirsên wek; “Gelo berhemek çawa dikare ji zemanên berê heta bi roja me mayînde bimîne?”, yan jî “Gelo berhemek çawa dikare van taybetmendîyan tevan hilgire?” bên bersivandin divê alîyê hunerî yê klasîkan bi taybetî bê dupatkirin. Li gor me krîtera herî girîng ku van taybetmendîyan bexşî klasikan dikin alîyê wan ên edebî ye. Tu guman tuneye ku berhemên berê yên mayînde bi saya vî alîyê xwe yê edebî digihîjin roja me û tradîsyoneke edebî ava dikin. Tiştekî pir asayî ye ku berhema edebî bi qasî hêza xwe ya edebî bikare mayînde bimîne. Bêguman ev yek ji siruşta edebîyatê neşet dike ku esasen beşek ji hunerên bedew e.

Bêguman ji bo derketina vê hunerê divê nivîskarê berhema klasîk bixwe kesayetekî gihîştî û xwedî şîyan be. Nicolas Boileau (k.d.1711) ku wek damezirînerekî bizava klasîzmê tê qebûlkirin edebîyatê wek pîşeyeke dijwar li qelem dide û ji bo serkeftina di edebîyatê de hebûna qabilîyeteke ku bi çêbûna mirovî re tê dayîn şert dibîne. Li gor wî eger ev qabilîyet tunebe nivîskar dê bibe hêsîrê hizrên xwe.[25] Eliotê ku bi taybetî li ser vê mijarê radiweste ji bo derketina klasîkekê hebûna zihnekî kamil bi nivîskarî/ê re şert dibîne.[26] Bi kurtî qabilîyet hunera bilind, ew jî mayîndebûn û taybetmendîyên dî yên klasîkê encam dide.

Ji ber ku di klasîkan de edebîbûn roleke girîng dilîze divê mirov hinekî jî li ser pirsa “Gelo krîterên ku berhemekê dixin berhemeke edebî çi ne?” raweste. Gelo di têgihîştina Grek û Romaya antîk û di bizava klasîzmê de krîterên hunera bipîvan yan jî mukemmelîyeta ruxsar û uslûbê di nav xwe de çi dihewînin? Kefeli di çarçoveya edebîyata Rojavayê de zimanekî esîl û mukemmel wek dustûreke bizava klasîzmê dijimêre.[27] Bi rastî jî di klasîkan de dupatkirina li ser hunerê taybetmendîyeke bingehîn a vê bizavê ye. Li gor ku Beuve îfade dike, Akademîya Frensî (Academie Française) di bin tesîra bizava klasîzmê de û bi dijayetîya romantîzmê pîvana esasî ya klasîkan kirine huner. Di edîsyona sala 1835ê ya ferhenga Akademîyê de klasîk wek nivîskarê ku di zimanekî de bûye nimûne/model hatîye pênasekirin û nimûnebûn jî di çarçoveya rêzikên hunerî yên vegotinê yên guhernebar de hatîye destnîşankirin. Zewqa saf, îfadeyên xweser, hevokên nûjen û hessasîyeta li ser vegotina hizran wek taybetmendîyên hunerî yên klasîkan hatine qebûlkirin. Hêjayî gotinê ye ku Beuve vê pênaseya klasîkê ya di çarçoveya hunerê de wek nêrîneke berteng û subjektîf a klasîzmê ya li dijî romantîzmê dinirxîne û ji bo klasîkê pênaseyeke berfirehtir jî pêşkêş dike.[28] Di sahaya Osmanî ya serdema Tenzîmatê de Ehmed Mîdhedê ku jêderên Ewrupî etud kirîne xeyal û belaxetê wek du taybetmendîyên klasîkan destnîşan dike ku her du jî du esasên bingehîn ê edebîbûnê ne. Li gor wî eger berhemek ji van alîyan ve ji emsalên xwe ne pêşdetir be ew nabe klasîk.[29] Mîdhet di dewamê de ji bo klasîkbûna berhemê gelek xalên dî yên bi îfade û naveroka berhemê re têkildar jî dijimêre. Li gor wî ji bo ku berhemek bibe klasîk divê; di çarçoveya rêzikên ziman, bedî’ û beyanê  de be, mijara wê pak û dirust be, ji alîyê şêwaza nivîsînê ve spehî û vekirî be, armanca wê fêmbar be, mesaja wê bi nirx be, ne li dijî nirxên dînî-tarîxî-exlaqî be, bi awayekî mayînde bigihîje nifşên paşerojê û mirov biecibînin, bi kêf bixwînin û tamekê jê bistînin.[30]

Tam li vê derê divê mirov li ser tam û lezzeta ku ji edebîbûnê tê standin raweste. Lewra tamstandina ji berhema klasîk û xwendina wê ya bi kêf jî wesfekî girîng ê klasîkê ye û wek pîvaneke klasîkbûnê hatîye destnîşankirin. Li gor veguhestina Durmuş, Boileau klasîkê di vê çarçoveyê de pênase dike: “Berhema ku bi awayekî giştî li xweşîya herkesî biçe û herkes tam û lezzetê jê bistîne klasîk e. Ev heye ku ev tam û lezzet tam nayê îfadekirin, tê hîskirin. Lêbelê ev yek bi hizr û îfadeyên dirust saz dibe. Ew hizreke wisa ye ku herkes pesend dike lêbelê cara pêşî tê îfadekirin.”[31] Bi awayekî siruştî metnekî ku li gor krîterên estetîka edebîyatê hatibe nivîsîn dê vê tam û lezzetê bide xwînerê xwe ku ev yek hêmaneke bingehîn a pênase û mahîyeta edebîyatê ye.

Xaleke dî ya ku di mijara klasîkan de divê mirov li ser raweste xwendina wan e. Pir aşkera ye ku rêjeya xwendina klasîkeke cîhanê ya ku bi taybetmendîyên xwe yên newaze tam û lezzetekê dide xwîner dê di asteke pir bilind de be. Edebîyatvanê Îtalyan Calvino ku wek teorisyenekî hevçax ê mijara klasîkê tê qebûlkirin di berhema xwe ya bi navê “Klasîk Çima Divê Bên Xwendin?” de li ser xwendina klasîkan tesbîtên ku zihnê mirovî vedikin rêz dike ku puxteya wan weha dikare bê îfadekirin:[32]

·      Klasîk ew berhem in ku ji bo wan ji îfadeya “ez dixwînim” zêdetir îfadeya “ez ji nû ve dixwînim” tê bikaranîn.

·      Nexwendina klasîkan di ciwanîyê de ne kêmasîyek e. Dema berhemên klasîk piştî ciwanîyê di temenê kemalê de tên xwedin tameke cuda ya xarîqulade tê wergirtin. Loma klasîk ew berhem in ku çi yên duyem bin çi yên yekem bin di hemû xwendinên temenê kemalê de dewlemendî û tameke taybet didin.

·      Di xwendina ciwanîyê de ji ber sedemên wek bêtecrubetîyê ji klasîkan tam sûd neyê wergirtin jî dirûvekî didin rûdanên dahatûyê û werin jibîrkirin jî vê rola xwe her dilîzin. İcar dema ji nû ve tên xwendin ev mekanîzmaya navekî xwe dide der. Klasîk xwe bide jibîrkirin jî li hundirê mirovî dendikekê direşîne. Loma klasîk ew berhem in ku çi di esnayê jibîrkirinê de be çi di dirûvê derhişî de bi mekanîzmaya xwe ya navekî be her dem hebûna xwe didin nîşandan.

·      Klasîk ew berhem in ku dema di temenê kemalê de ji nû ve tên xwendin xwîner êdî guherîye û ew xwendin dibe xwendineke nû.

·      Her xwendineke nû wek xwendina yekem ji bo keşifkirina klasîkê ye.

·      Klasîk çi demê bên xwendin tu carî dawî li mesajên wan nayê. Derheqê klasîkan de her dem hin tişt tên gotin, danasîn, analîz û rexneyên wan tên nivîsîn lêbelê ev ne mayende ne. Klasîk xwe ji wan paqij dikin û wek xwe dimînin.

·      Di klasîkan de gelek caran tiştên ku tên zanîn cih digirin lêbelê dema mirov wan dixwîne mirov dibîne ku ew tiştên gelekî nû, derî hêvîyan û bêmanend in.

·      Saîqa xwendina klasîkan ne erkek e heskirin e. Di navbera gerdûn û berhema klasîk de hevsengîyek heye. Hemû rûdan bi klasîkê ve tên girêdan û tevahîya gerdûnê dirûvê klasîkê werdigire.

·      Dijayetîya mirov bi mesaja klasîkê re hebe jî mirov nikare laqeydî wê bimîne û bêyî wê -digel dijayetîya wê- xwe pênase bike.

·      Klasîka mirovî li pêşîya klasîkên dî ye. Lêbelê mirovê ku berî klasîka xwe yên dî xwendibin dema ya xwe dixwîne demilsdest cihê ya xwe di nav şecereya klasîkan de ferq dike.

·      Berhemên rojane li hemberî klasîkan wek dengê keşmekeşîya trafîkê ya derveyî pencereyê ne; divê mirov nekeve nav wê keşmekeşîyê lêbelê bê wê jî tevnegere û klasîkan ji nav rûdanên rojane analîz bike. Mijûlîyên rojane çiqas ne li rê bin jî klasîk wek wî dengê piştî pencereyê her mayînde ye.”

Calvino di xala dawîn de li ser sazkirina hevsengîyekê di navbera berhemên klasîk û yên rojane de disekine. Lêbelê ev xal jî daxil hemû xalên ku nivîskar behsa wan dike di esasê xwe de bi xwendina klasîkan re pêwendîdar in ku navê berhema wî jî vê yekê piştrast dike. Bi awayeki sirûştî klasîka ku evqas zêde bê xwendin di wê astê de dê bê çapkirin jî. Tam li vê derê pêwendîya klasîkê ya bi kanonê re tê rojevê. Lewra berhema klasîk a ku zêde bê xwendin û bi caran bê çapkirin rê li ber vedibe ku bibe kanon.[33] Kanona ku wateya wê ya ferhengî cedwel e û jêkcudakirina rastî û şaşîyê îfade dike, wek têgeheke dêrê tê maneya xişteya berhemên pîroz ya ku kes nikare dest bidîyê û tiştekî lê zêde yan jî kêm bike. Di sedsala XVIem de têgeha kanonê ji bo edebîyatê jî hatîye bikaranîn. Kanona edebîyatê normên sabit ên edebîyatê ne ku  bi wan norman berhemên baş ji yên nebaş tên cudakirin. Berhemên ku dibin kanon êdî wek berhemên pîroz tên qebûlkirin; kes nikare dest bide wan û di biwara nivîskar yan jî berhemê de gengeşeyeke nerênî bike. Tiştên ku ew nîşanî mirovan didin dibin qanûnên qet’î. Klasîkek dikare bibe kanoneke bi vî rengî lêbelê di navbera klasîk û kanonê de cudahîyeke bingehîn heye. Di klasîkê de berhemên ku ne klasîk in wek berhemên bênirx nayên qebûlkirin lêbelê di kanonê de berhemên ku li derve tên hiştin biçûk tên dîtin û tune tên qebûlkirin.[34]

Mirov dikare di çarçoveya vê cudahîya klasîk û kanonê de jî di biwara klasîkê de hin taybetmendîyan destnîşan bike. Ya yekem berhemên klasîk dikevin nav hîyerarşîyekê û wek klasîkên asta yekem û yên asta duyem yan jî klasîkên cîhanî û klasîkên millî dikarin bên dabeşkirin. Ya dî jî klasîkek dikare di kategorîya kanonê de jî bê nirxandin. Bo nimûne nivîskarên ku Harold Bloom (k.d.2019) dixe nav kanona Rojavayê di heman demê de klasîkên Rojavayê ne ku Shakespeare di serê wan de tê.[35] Li alîyekî dî lo gorî Eliot  klasîkên edebîyata Îngilîzî tunene[36] lêbelê li gorî Bloom Shakespeare serê kanona Rojavayê ye. Bêguman nêrînên van her du rexnegirên girîng ên edebîyatê ji bo ku di biwara klasîkbûna berhemekê de asayîbûna gihîştina darazên ji binî ve dijyek nîşanî me didin gelekî balkêş in. Nexwe çawa ku hîyerarşî û pilebendîya klasîkan tiştekî asayî ye di biwara klasîkbûna berhemekê de hebûna darazên dijyek jî tiştekî asayî ye.

Em ê vê beşê bi xulasekirina krîterên ku berhemekê dikin klasîk bi dawî bînin û van krîteran di deh xalan de rêz bikin:

1.     Dêrînîbûn

2.     Aîdîyeta çîneke bilind

3.     Şîyana nivîskarî

4.     Asta bilind a hunerî

5.     Derketina ji nav şaristanîyeke mezin yan serdemeke zêrîn

6.     Gerdûnîbûn

7.     Mayîndebûn

8.     Sazkirina tradîsyoneke edebî

9.     Xwendin û çapkirin

10.  Wergirtina tam û lezzeta derûnî

 Herçiqas dema klasîk tê gotin zêdetir berhemên ku di çarçoveya dustûrên bizava klasîzmê de li ser esasên klasîzma antîk hatine nivîsîn tên fêmkirin jî ne lazim e hemû berhemên klasîk ji nav bizava klasîzmê derkevin. Bêguman berhemên bizavên dî jî bi dêrînî, xweserî, şêwaza edebî, tradîsyona edebî û hwd. dikarin bibin berhemên klasîk. Lêbelê ev heye ku krîterên ku payeya klasîkê didin berhemekê, bi awayekî tradîsyonel, di çarçoveya dustûrên serdema klasîk û bizava klasîzmê de ne ku paşxana wê ya tarîxî vedigere heta bi serdemên Grek û Romaya antîk. Hêjayî gotinê ye ku di edebîyata Kurdî ya klasîk de jî bizavên curbicur hene. Di edebîyata Kurdî de çawa ku taybetmendîyên bizavên klasîzm û romantîzma Ewrupî tên dîtin, di heman demê de divê hebûna bizavên edebî yên Îranî û yên millî/xwemalî jî neyê jibîrkirin ku ev mijareke berfireh e û derî sînorên vê vekolînê ye. Di her halî de em di wê bawerîyê de ne ku bi hekemtîya krîterên jorîn di biwara klasîkên edebîyata Kurdî de encamên dirust dikarin bên bidestxistin.

3.     Mijara Klasîkan ji Pencereya Edebîyatên Îslamî ve

Herçiqas dema klasîkên cîhanê tê gotin berî hemûyan yên Rojavayî tên bîra mirovî jî bêguman li cîhanê klasîkên şaristanîyên dî jî hene. Bi taybetî edebîyata Rojhilatê ya Îslamî di nav edebîyata cîhanê de cihekî xwe yê girîng heye ku edebîyata Kurdî ya klasîk jî beşek jê ye. Ji ber vê pêwendîyê jî analîza klasîkên Kurdî bêyî analîza klasîkên Îslamî ne pêkan e. Heta mirov rewşa edebîyatên Erebî û Farisî ku jêderên edebîyata Kurdî ne û rewşa edebîyata Tirkî ku cîranê edebîyata Kurdî ye baş fêm neke mirov dê nikaribe di biwara edebîyata Kurdî de jî bigihîje daraz û encameke dirust.

Dema mirov ji alîyê klasîkan ve li edebîyata Îslamî dinêre,[37] tê dîtin ku di nav endamên vê hewzeya edebîyatê de edebîyatên Erebî û Farisî derfeta derxistina klasîkên cîhanê bi dest xistine. Ev her du edebîyatên ku ev derfet bi dest xistine çawa ku damezirînerên edebîyata Îslamî ne di heman demê de ji edebîyatên dî yên Îslamî yên wek Kurdî, Tirk û Urdu re jî bûne jêderên esasî. Çawa ku edebîyatên millî yên miletên Ewrupî li ser esasê edebîyatên antîk ên Grek û Romayê ava bûne bi heman rengî edebîyatên miletên Misilman jî li ser esasên edebîyatên Erebî û Farisî ava bûne. Hevterîbê vê rewşê, çawa ku wek edebîyatên jêder ji Yewnanî û Latînî klasîkên cîhanê derketine ji Erebî û Farisî jî klasîkên cîhanê derketine ku ev yek tiştekî fêmbar e. Dikare bê gotin ku edebîyatên ku damezirînerên şaristanîyekê, yan jî hewzeyeke edebî ne bi awayekî siruştî klasîkên xwe jî derxistine.

Ji alîyekî dî ve edebîyatên Erebî û Farisî xwedî zimanên standart ên edebî û serdemên zêrîn ên desthilatdarîyê ne, edebîyatên wan ên bihêz di encama van hokaran de ava bûne û derketina klasîkan jî di encama van tevan de pêk hatîye. Dema em li edebîyatên dî yên Îslamî yên wek Kurdî, Tirkî û Urdu ku li ser esasê edebîyatên Erebî û Farisî ava bûne dinêrin, em dibînin ku di babeta klasîkan de rewşeke dilxweşker a van edebîyatan tuneye û ji van edebîyatan berhemên klasîk ên ku bûne malê cîhanê derneketine. Bêguman di çarçoveya edebîyatên millî de klasîkên van edebîyatan hene. Lêbelê klasîkên wan di bin siha jêderên xwe de mane û edebîyatên cîhanê li alîyekî di nav edebîyatên Erebî û Farisî bi xwe de jî tam belav nebûne.

Di vê mijarê de edebîyatên Ewrupî ku jêderên wan Yewnanî û Latînî ne û yên Rojhilatî ku jêderên wan Erebî û Farisî ne di xaleke esasî de ji hev cuda dibin. Dema miletên Ewrupî edebîyatên Gerek û Romayê esas digirtin şaristanîya Ewrupî ji her alîyî ve ketibû nav geşedaneke hizrî, civakî û zanistî. Lêbelê dema miletên Misilman (Kurd, Tirk, Urdu û hwd.) edebîyatên Erebî û Farisî esas digirtin şaristanîya Îslamî ketibû nav lawazî û paşveçûnê. Ji ber vê yekê jî edebîyatên Ewrupî di bi siha jêderên xwe de neman û klasîkên xwe derxistin lêbelê yên Îslamî nekarîn vê derfetê bi dest bixin. Sedemekî dî jî ew e ku edebîyatên Kurdî, Tirkî û Urdu nekarîne wek edebîyatên Erebî û Farisî zimanekî millî ê standart ava bikin. Wan seyrra xwe ya edebî di zeman û mekanên cuda de di çarçoveya dîyalektên edebî yên cuda de domandine. Li şûna ku hemû potansîyela edebî ya van miletan di forma zimanekî standart de derkeve meydanê ev potansîyel di nav çendin formên cuda de belawela bûye û derketina edebîyateke bihêz a xwedî klasîk ji dest çûye. 

Bêguman em ê li vê derê ji van edebîyatan re cihekî zêde veneqetînin. Ji ber ku edebîyata Farisî lutkeya edebîyata Îslamî temsîl dike û ji alîyê coxrafî û çandî ve Farisî û Kurdî ji hev nayên cudakirin edebîyata Farisî û ji ber ku edebîyatên Tirkî û Kurdî cîran in û di navbera wan de pêwendîyeke xurt a îdarî heye edebîyata Tirkî ji bo me pir girîng in. Dema em li edebîyata Farisî dinêrin em dibînin ku gelek klasîkên wê yên ku bo zimanên Rojavayî hatine wergêran hene û van klasîkan bi rastî jî di nav zimanên Ewrupî de şopeke mezin hiştine. Hêj di sedsala XVIem de Gulistana Se’dîyê Şîrazî bi rêya wergêranê bo zimanên sereke yên Ewrupî hatiye veguhestin (wergêrana Frensî: 1634, ya Almanî: 1635 û ya Latînî: 1651) û ji wê rojê heta bi roja me bo piranîya zimanên Ewrupî bi dehê caran wergêranên wê hatine kirin.[38] Se’dî di nav edebîyatvanên Ewrupî de tesîreke wisa ava kirîye ku bi navê “Se’dîşinasî”yê qadeke serbixwe a zanistî ava bûye.[39] Ruba’îyên Omer Xeyyam jî hêj di sedsala XVIIIem de bo zimanê Latînî hatine wergêran.[40] Ji bilî Se’dî û Xeyyam bi taybetî Mewlana, Hafiz û Nîzamî jî bi rêya wergêrana berhemên wan li Ewrupayê hatine naskirin û li ser edebîyatên Rojavayê tesîreke mezin nîşan dane.

Li vê derê em dixwazin ji bo rengvedana klasîkên edebîyata Farisî ya li ser edebîyata Ewrupî ji Hafiz û Nîzamî du nimûneyan bidin. Bi rastî jî tesîra Hafizî ya li ser Goetheyî ji baştirîn nimûneyên vê dîyardeyê ye ku divê di serî de behsa wê bê kirin. Dehayekî wek Goetheyî di wê dereceyê de di bin tesîra dîwana Hafiz de maye ku di serdemeke zêrîn a edebîyata Ewrupî de ku bizavên klasîzm û romantîzmê di lutkeya hêza xwe de ne, bi rêya wergêrana dîwana Hafizî ya ku ji alîyê Hammerî ve bo Almanî hatibû kirin, bûye şopgerekî nûawer ê dîwana Hafizî. Di encamê de Goetheyî, wek berhemeke xwe ya temenê kemalê, bi navê Dîwana Rojava û Rojhilatê dîwanek nivîsîye, bi vê dîwanê di helbesta Ewrupî de nûawerîyeke mezin kirîye û bi awayekî pir balkêş ji saqî heta bi muxennîyê û ji evîna mecazî heta bi evîna heqîqî piranîya têgeh, mezmûn û mijarên edebîyata klasîk a Îslamî veguhestine nav edebîyata Almanî.[41]

Klasîka duyem ku ji edebîyata Îranê em ê li ser rawestin Heft Peykera Nîzamî ye. Rexnegirê navdar ê Îtalyan Italo Calvino, Heft Peykera ku li Îtalyayê ji alîyê weşanxaneya Rizzoli ve di nav rêzepirtûkên “Biblioteca Universale Rizzoli” (Pirtûkxaneya Rizzoli ya Gerdûnî) de derketîye, wek klasîkeke xwe ya bijarte di berhema xwe ya navdar “Klasîk Çima Divê Bên Xwendin?” de daye nasandin û xistîye nav çend klasîkên pêşîn ên xişteya xwe. Li gor ku Calvino dibêje, Heft Peyker cara pêşî di sala 1924ê de bi wergêraneke ne serkeftî bo zimanê Ingilîzî, piştre bi wergêraneke serbest bo zimanê Almanî hatîye veguhestin. Herî dawî Alessandro Bausani û Giovanna Calasso wergêraneke berhemê ya sade bo zimanê Îtalî kirine û berhem di weşanxaneya Leonardo da Vinci de dane weşandin. Piştre bi veguhestina hemû mecazan bo zimanê Îtalî -digel dayîna peyvên Farisî yên orjînal di nav kevanekan de-, bi têbînîyên dewlemend, bi pêşekî û kelûpelên dîtbarî xebateke pir baş li ser berhemê kirine û vê carê jî berhem di nav weşanxaneya Rizzoli de dane weşandin. Calvino ji mijarên dînî yên dîbaceyê heta bi evîna Behram a bo heft prensesan taybetmendîyên curbicur ên mesnewîya evînî wek taybetmendîyên çandeke dûr bi nav dike û bi taybetî mijarên evînî yên ku di bin rengvedana çanda Rojhilata Îslamî de dirûv girtine bi motîf û epîzotên evînî yên edebîyata Rojavayê re muqayese dike û li ser wergêrana berhemê ya bo zimanê Îtalî kêfxweşîya xwe weha tîne zimên: “Bi zêdekirina şakareke edebîyata cîhanê ya bikêf û xweser li nav refên pirtûkxaneya xwe, em [Îtalî] bi siûdeke ku nabe nesîbê herkesî sûdemend bûne.” Hêjayî gotinê ye ku dema Calvino Nizamî dide nasandin û dibêje ew xelkê Genceyê ye di nav kevanekê de şîroveyekê dike û weha dibêje: “Li gor ku ji Genceyê ye wî di nav civakeke têkel de ku ji Fars, Kurd û Tirkan pêk tê jîyana xwe bûrandîye.”[42]

 Çawa ku ji van her du nimûneyan tê fêmkirin, edebîyata Farisî di nav bazara edebîyata cîhanê de dezgeheke xwe ya mezin vedaye. Guman tuneye ku dersên ku edebîyata Kurdî ji vê serborîya edebîyata Farisî wergire dê gelek bin. Lêbelê em niha nakevin nav vê mijarê û em ê li edebîyata Tirkî ya ku cîranê edebîyata Kurdî ye binêrin. Berî her tiştî divê bê gotin ku edebiyata Tirkî, di mijara klasîkan de, ji ber sedemên ku li jorê behsa wan hat kirin, wek edebîyata Farisî ne bi siûd e. Bêguman ji edebîyata Tirkî berhemên edebî yên ku bo zimanên Ewrupîyan hatine wergêran gelek in. Bo nimûne Leyla û Mecnûna Fuzûlî bi rêya wergêranê bo zimanên Almanî, Îngilîzî û Îspanyolî hatîye veguhestin.[43] Lêbelê çawa ku di xebatên hevçax ên akademîsyenên Tirkan de jî tê îfadekirin di roja me de di çarçoveya edebîyata cîhanê de berhemên edebîyata Tirkî wek klasîk nayên qebûlkirin.[44] Mijara klasîkan cara pêşî di serdema Tenzîmatê de, di sala 1897ê de, bi nivîsareke Ehmed Mîdhedî ketîye rojeva dewrûberên edebîyata Tirkî. Li gor nêrîna Mîdhedî di edebîyata Tirkî de serdemeke klasîk tuneye û ne mimkin e di vê edebîyatê de berhemên wek Faust, Le Cid, Andromaque û Romeo û Julietê derkevin meydanê. Loma divê ev berhem qet nebe bi rêya wergeranê bo Tirkî bên veguhestin.[45] Dîsa li gor wî derbasbûna dewreke klasîk a edebîyata Tirkî deynin alîyekî dewreke bi vî rengî ya edebîyata Tirkî heta niha hêj nehatîye[46]. Lêbelê li gorî Ehmed Cewdet her zimanekî medenî xwedan berhemên klasîk e û çawa ku klasîkên Yewnan, Roma, Ereb, Ecem (Fars), Frensiz, Alman û Îngilîzan hene klasîkên Tirkan jî hene. Cewdet di vê çarçoveyê de berhemên Suleyman Çelebî, Sinan Paşa, Nef’î, Bakî, Na’ima, Cevdet Paşa û Mu’ellim Nacî wek klasîkên edebîyata Tirkî nîşan dide.[47] Li gor Hilmi Yavuz jî qebûlkirina nebûna klasîkên Tirkî ji bo kesên wek Yunus Emre, Bakî Efendi, Karacaoğlan, Evliya Çelebî û Şeyh Galip dê bibe neheqîyek. Lewra muheqqeq tiştekî ku ew ji bo me bibêjin heye. Qebûlkirina nebûna klasîkan tiştekî xetere ye. Lewra ev bi nebûna rabirdû û çandeke mayînede re tê heman wateyê. Çandeke bê klasîk ne mimkin e. Di roja me ya ku mîtolojîya çandên bedewî jî watedar tê qebûlkirin nirxandina çanda Tirkî wek çandeke bê klasîk darazeke ji insafê xalî ye. Mesele ne ew e ku di rabirdûyê de şaheser nehatine dayîn, mesele ew e ku ew şaheser di peywenda çareserkirina problemên hevçax de nayên xwendin û şîrovekirin.[48]

Esasen Yavuz ji alîyê hebûna klasîkên millî yên edebîyata Tirkî ve mafdar e. Bêguman di vê çarçoveyê de klasîkên edebîyata Tirkî hene û hin ji van klasîkan bi rêya wergêranê bo zimanên bîyanî jî hatine veguhestin. Lêbelê pirsa ku divê bê bersivandin ev e: Gelo van klasîkan wek yên Farisî di edebîyata Rojavayê de, qet nebe di edebîyatên Erebî û Farisî de şopek li pey xwe hiştine? Pir aşkera ye ku edebîyata Tirkî di vê babetê de ne hemsayê edebîyata Farisî ye. Em ê li vê derê nîqaşa hebûna klasîkên Tirkî yên cîhanî deynin alîyekî û li ser mijareke dî ya ku bi klasîkên millî yên edebîyata Tirkî re pêwendîdar e rawestin ku ew jî amadekirina xişteyên klasîkan e. Bi rastî jî ev mijar ji bo edebîyata Kurdî dê gelekî mefadar be. Çawa ku ji bo Kurdên Tirkîyeyê eyan e, di sedsala XXem de bi avabûna dewleta Tirkîyeyê re di çarçoveya sîyaseta resmî ya wezareta perwerdeyê de girîngîyeke mezin bo klasîkên cîhanê hatîye nîşandan û di salên 1940î de wergêrana van klasîkan bo zimanê Tirkî wek armanceke mezin a perwerdeya millî ya dewletê hatîye cîbicîkirin. Ji wê demê ve li Tirkîyeyê serê çend salan carekê çi ji alîyê dezgehên fermî ve be çi ji alîyê dezgehên sivîl ve be, çendîn xişteyên klasîkan bo raya giştî ya Tirkîyeyê hatine pêşkêşkirin û ji xwendekar û edebîyathezan re hatine tewsîyekirin.[49] Herî dawîn di sala 2005an de ji alîyê wezareta perwerdeyê ve li ser klasîkan komxebatek hatîye kirin û ji nav klasîkên edebîyata Tirkî û yên cîhanê ji bo qedemeya navîn a xwendingehan 100 berhem (70 berhem ji edebîyata Tirkî û 30 berhem jî ji edebîyatên cîhanê) û ji bo qedemeya bilind (lîse) jî 100 berhem (73 berhem ji edebîyata Tirkî û 27 berhem ji edebîyatên cîhanê) hatîne tewsîyekirin.[50]

Esasen di sedsala me de hem li Rojavayê hem li Rojhilatê, ji bo ku di prosesa perwerdeya bingehîn de di dersên edebîyatê de cih bigirin, xişteyên klasîkan tên amadekirin û tê hêvîkirin ku xwendekar hêj di temenê xwendekarîyê de klasîkên cîhanê nas bikin û dest bi xwendina wan bikin.[51] Dikare bê gotin ku pêşnîyazkirina xişteyên klasîkan di çarçoveya sîyaseta resmî ya wezaretên perwerdeyê de wek taybetmendîyeke bingehîn a dewletên modern derdikeve pêş. Calvino tewsîyekirina klasîkan wek wezîfeyeke siruştî ya xwendingehan dibîne û îfade dike ku mirov piştî perwerdeyê ji nav wan klasîkan yan jî bi îlhama wan derfeta dîtina klasîka xwe bi dest dixe.[52]

Bi vî awayî, bi qasî ku perspektîfeke giştî bide me, me cihê klasîkên edebîyatên Farisî û Tirkî di nav klasîkên cîhanê de dîyar kir û wek polîtîkayeke perwerdeyê ya dewletên modern mijara amadekirina xişteyên klasîkan anî rojevê. Bêguman dema em li jêrê li ser klasîkên edebîyata Kurdî analîzên xwe bikin em ê ji van doneyan gelekî sûd wergirin. Niha em dikarin berê xwe bidin klasîkên edebîyata Kurdî û pêşî ji rabirdûya mijara klasîkan di nav edebîyata Kurdî de dest bi mijarê bikin.

4.     Rabirdûya Mijara Klasîkan li Nav Kurdan

Bi qasî ku tê dîtin, di edebîyata Kurdî de seyra tarîxî ya mijara klasîkan zêde ne kevin e. Dikare bê gotin ku ev mijar heta niha -bi taybetî li nav Kurdên Bakur- bi awayekî rasterast, şênber û berfireh neketîye rojeva dewrûberên edebîyata Kurdî. Lêbelê digel vê jî nivîskarên ku bi awayekî ji awayan destê xwe li derîyê mijara klasîkan xistine hene. Bêguman ji bo ku di biwara klasîkên Kurdî de analîzeke dirust a ku li ser zanyarîyên berê ava dibe bê kirin divê rabirdûya mijara klasîkan li nav Kurdan bê zanîn. Loma em ê niha bi kurtî di çarçoveya pirsa “Gelo heta niha di edebîyata Kurdî de li ser mijara klasîkan çi hatîye ifadekirin?” de li ser mijarê rawestin û ji sê nûnerên edebîyata Kurdî sê nimûneyan pêşkêş bikin. Hêjayî gotinê ye ku her yek ji van nûneran sê qonaxen kronolojîk ên sedsala XXem temsîl dikin: Hemzeyê Miksî destpêka sedsala XXem (serdema dawîya Osmanîyan), Mela Ehmedê Zivingî nîveka sedsala XXem û M. Emin Bozarslan jî dawîya sedsala XXem.

Hemzeyê Miksî (k.d.1958) yek ji nivîskarên pêşîn ên Kurdan e ku peyva “klasîk”ê bi lêv nekiribe jî li ser vê mijarê rawestîyaye. Miksî ji bo çapa yekem a Mem û Zînê ya ku di sala 1335 (1919)an de li Stenbolê li ser navê “Kürd Te’mîmî Me’arif ve Neşriyat Cem’iyetî”yê hatîye çapkirin, di bin sernavê “Edebîyat û Asarê Edebî” de dîbaceyek (pêşgotinek) nivîsîye û di vê dîbaceyê de hizrên xwe yên di biwara klasîkan de weha îfade kirine:[53]

“Edebîyat û Asarê Edebî

Ji bo her qewm û miletekî edebîyat û asarê edebî wek xîmê qewî ne ji bo serayêt ‘alî. Miletê xweyî edebîyat çi qeder bikevit, serayê selteneta wî yê maddî biherivit dîsa bi himmetekê tête te’mîrkirin.

Milletê Yewnan digel hindikî û bêqewetîya xwe çend ‘esran mewcûdîyeta xwe winda kir, bû wîlayetekî Osmanîyan, emma edebîyat û asarê Yewnanî di Ewrupayê de terefdar peyda kirin, xweyîyê xwe ji destê Osmanîyan derêxistin.

Îran maddeten mehw bû, bû esîrê ‘Ereban, piştî wê kete binê esareta Tirkan. Feqet lîsan û edebîyatê Farisî dîsa Îran îna wicûdê, digel wê qasê ku Furs wek heyûlayê navê wî heye bixwe nîne.

Ereb, heşt-neh ‘esr e selteneta xwe winda kirîye. Feqet lîsan, edebîyat û asarê Erebî li Şerqê û Xerbê hakim e; behemehal tê sahibêt xwe bînine wicûdê, çawan tînin.

Bîna li vê heqîqetê her qewm û miletê ku arzûya mewcûdîyet û selteneta xwe ya millî bikin, lazim e ji ewwel emir ve îhtîmamekî qewî bidine edebîyat û asarê xwe yê edebî. Ev heqîqeta han di pêşîya çar esran de Hezretê Ehmedê Xanî derk kirîye û ji bo wê xebitîye…. 

Xasma di vê esrê da di alema medenîyetê da huccet û berata milletan lîsan û edebîyatê wan e. Yê bêhuccet, bêberat, de’wa wî nayête sehkirin, kes guhê xwe nadetê. Meger me’lûm bibit ku berata wî jê hatîye standin….”

Çawa ku tê dîtin, Miksî behsa sê miletên xwedî edebîyatên bihêz kirîye ku ew jî Yewnan, Furs û Ereb in û serxwebûna wan bi berhemên wan en edebî yên ku li cîhanê tên naskirin ve girê daye û Mem û Zîn jî di kategorîyêa van berhemên wan de nirxandîye. Pir aşkera ye ku Miksî di vê nîvîsara xwe de bêyî ku peyva klasîkê bi nav bike behsa klasîkên cîhanê kirîye, girîngîya wan anîye zimên û li ser rola wan a ku di qada navneteweyî de dilîzin sekinîye. Li gor nêrîna wî klasîkên miletekî yên ku li cîhanê tên naskirin, di guherîna qedera wî miletî de roleke heyatî dilîzin. Bêguman wî Mem û Zîna Xanî wek berhemeke edebîyata Kurdî di vê peywendê de jimartîye û bi awayekî siruştî Mem û Zîn wek klasîkeke edebîyata Kurdî qebûl kirîye.

Şarihê navdar ê dîwana Melayê Cizîrî Mela Ehmedê Zivingî (k.d. 1971) jî ji alîyê asta bilind a edebî ve cihê dîwana Melayê Cizîrî di edebîyata Kurdî de wek cihên dîwanên Hafizê Şîrazî û Mela Camî di edebîyata Farisî, dîwana Îbn Farid di edebîyata Erebî û dîwana Fuzûlî di edebîyata Tirkî de destnîşan kirîye.[54] Di esasê xwe de Zivingî jî wek Miksî bêyî ku peyva klasîkê bi kar bîne behsa klasîkan kirîye û dîwana Melayê Cizîrî bi klasîkên edebîyatên Erebî, Farisî û Tirkî re hevyek kirîye.

M. Emîn Bozarslan jî wek Miksî û Zivingî bêyî ku peyva klasîkê bi kar bîne, pêşgotina wergêrana xwe ya Mem û Zînê bi mijara klasîkan daye destpêkirin û weha gotîye: “Mem û Zîn di nava pirtûkên bêjeyî yên dinyayê ên nemir da li qora pêşîn cîh girtîye. Ev pirtûka gewre bi babetê xwe hevtayê Romeo û Jûllyet’a Şekspîr û Leyla û Mecnûn’a Fizûlî’ye.”[55] Bozarslan herçiqas peyva klasîkê bi kar neanîbe jî dema mirov wî bi Miksî û Zivingî re muqayese dike mirov dibîne ku wî pênaseyeke klasîkan jî daye (“pirtûkên bêjeyî yên dinyayê ên nemir) û yek ji Rojhilatê, yek ji Rojavayê du klasîk jî wek nimûne pêşkêş kirine. 

Çawa tê dîtin kesayetên jorîn klasîkên edebîyata Kurdî li kêleka klasîkên cîhanê zikir kirine lêbelê ne peyva klasîkê bi lêv kirine ne jî li ser mahîyet û dustûrên wê rawestîyane. Esasen ev yek ne tenê taybetmendîyeke edebîyatvanên navborî ye ku bi çanda klasîk a Kurdan perwerde bûne. Balkêş e ku dema wergêrana Mem û Zînê bo Îngilîzî hatîye kirin jî di pêşgotina ku wergêr nivîsîye de bi awayekî şênber pênase û krîterên klasîkan nehatîne nîqaşkirin.[56]

Bi qasî ku tê dîtin di edebîyata Kurdî de kesê ku têgeha klasîkê bi nav kirîye û rasterast  li ser vê mijarê nivîsarek weşandîye Celadet Alî Bedirxan e. Bedîrxan ev nivîsara xwe di sala 1941ê de di kovara Hawarê de bi mexlesa Herekol Azîzan di bin sernavê “Klasîkên Me an Şahir û Edîbên Me ên Kevin” de weşandiye (Hawar, 1941, hej. 33, r. 6). Berdixan di nivîsarê de têgeha klasîkê bi awayekî berfireh îzah dike û piştre derheqê 26 helbestvan û nivîskarên edebîyata Kurdî ya klasîk de zanyarîyên giştî yên bîyografîk û bîblîyografîk rêz dike. Ji ber girîngîya wê em beşa yekem a vê nivîsarê ku di biwara têgeha klasîkê de ye li jêrê pêşkêş dikin:[57]

“Em dikin qala klasîkên xwe bikin. Lê berî ewilî divêt em li bêjeya “klasîk”ê hûr bibin. Ji ber ko ew bêje bi me ne nas e. Di edebîyata miletên ewropayî de heyamek heye jê re heyama klasîkan dibêjin. Ew heyama ko tê de şahir û edîbên klasîk rabûne. Ji wan edîb û şahiran bi xwe re jî klasîk dibêjin. Ewan edîbên ha teqlîdî edîb û şahirên yewnan û latînî dikirin û li gora usûl û qeydeyên wan dinivîsandin; gelek bala xwe didan wan isûl û qeydan, yanî gelek isûl û şikilperest bûn. Ji edebîyatê pê ve ji her tiştî re ko di wextê kevin de û bi islûbeke bijarte hate çêkirin klasîk dibêjin. Di warê mûsîqîyê de jî klasîzm heye. Herçî bestekarên wê heyamê ne ji wan re jî klasîk dibêjin. Mîmarîya klasîk jî heye. Xulase herçî fen û sinhetên ko bi wê rêzikê ve çûne ji wan re klasîk dibêjin.

Gelo di edebiyatê de klasîkên kurdmancan kî ne? Ew kengê rabûne û bi paş xwe ve çi eser hiştine?

Bersiva vê pirsiyarîyê ne hêsanî ye û jê re xebateke zor divêtin. Ji xwe jî eserên beriya islamiyetê hesêb tiştek ne maye. Piştî islamiyetê ji nav Kurdan gelek şahir, edîb û peyayên zana rabûne, lê eserên xwe bi piranî bi erebî, bi farisî an bi tirkî nivîsandine; û ji wan milet û edebiyata wan re xizmeteke mezin kirine. Herçî şahirên tirkan ên mezin yên ko serê tirkan bilind dikin Nabî, Nefhî û Fuzûlî her sê jî kurdmanc in. Yên ko bi kurdmancî nivîsandine gelek hindik in û wan jî bala xwe ne daye zimên û çêtir kêfa xwe ji pirsên erebî û farisî re anîne. Digel vê hindê ev çend eserên ko pêşiyan ji me re hiştine edebiyata me a klasîk ditînin pê û di nav wan de eserine kûr û hêja hene. Ji xwe herçî folklora me ye, yanî edebîyata xelkê, di nav folklorên dinyayê de bi bijarteyî diekve rêza pêşîn. Di rohelatê nizing de foklora tu milletî negihaştîye dereca folklora me.

Herçî klasîkên me, herwekî me got ew behseke dirêj û zehmet e û jê re wextekî fireh divêt. Ev ne îşê bendekê an du bendan e.  Heke îro em vê bendê dinivîsînin mexseda me ne ew e ko em li vê behsê hûr bibin û klasîkên xwe bisenifînin. Bi tenê em dixwazin vê behsê vekin; bi hêviya ko hinên din pê mijûl bibin û tiştekî tekûz bi ser xin.

Di vê bendê de em ê bê awerteyî qala hemî şahir û edîbên kurdmanc bikin yên ko bi kurdmancî nivîsandine. Heye ko, hinekê wan bi tenê şahirê dîwanê ne û ne klasîk in. Bila misenifê klasîkan bi wan mijûl bibe û klasîkan ji neklasîkan bibijêre; û heqê herkesî li gora hêjabûna wî bidiyê… ”

 Berdirxan di li vê derê, bêyî ku referansan bide, têgeha klasîkê bi wateya xwe ya cîhanî di çarçoveya klasîkên serdemên zêrîn ên Ewrupî, klasîkên Yewnan û Latînî û bizava klasîzmê de pênase û şîrove kirîye. Di esasê xwe de nivîsara wî li ser du beşan dikare bê dabeşkirin. Beşa yekem danasîna têgeha klasîkê ye, beşa duyem jî bi şêweya tezkîreyên berê yan jî bi şêweya ferhengeke ansîklopedîk danasîna hemû edebîyatvanên Kurd e ku wî navên wan bihîstine. Beşa yekem wek mijareke teorîk, beşa duyem wek vekolîneke qada tarîxa edebîyata Kurdî derdikevin pêş. Esasen dikare bê gotin ku Celadet di sernavê vekolînê de (Klasîkên Me an Şair û Edîbên Me ên Kevin) îşaretî van her du beşan kirîye. Li vê derê îfadeya “klasîkên me” beşa yekem a nivîsarê (têgeha klasîkê) û îfadeya “şair û edîbên me ên kevin” jî beşa duyem a nivîsarê (tarîxa edebîyata Kurdî) nîşan didin.  

Bêguman beşa duyem a nivîsara Bedirxan jî ji alîyê tarîxa edebîyata Kurdî ve girîngîyeke xwe ya gelekî zêde heye.[58] Lêbelê beşa yekem a nivîsarê di çarçoveya mijara me de  gelekî girîng e. Bi qasî ku tê dîtin, kesê ku cara pêşîn di nav Kurdan de, klasîkên edebîyata Kurdî di peywenda klasîkên cîhanê de anîye rojevê Celadet Alî Bedirxan e.[59] Lêbelê ev heye ku Celadet ne behsa krîterên ku berhemekê/nivîskarekî dikin klasîkeke cîhanê kirîye, ne jî di biwara berhemên edebîyata Kurdî yên ku wesfê klasîkê heq dikin de tesnîfek pêşkêş kirîye ku wî bixwe jî ev yek bi dilnîyayî îfade kirîye. Celadet wek rewşenbîrekî ku di ferqa zehmetî û firehîya mijara klasîkê de ye tenê mijar xistîye rojevê û analîz û tesnîfên li ser klasîkên Kurdî hewaleyî xebatên paşerojê kirine. Mixabin digel ku Bedirxan bingeha mijara klasîkan avêtîye û pêşxistina mijarê hiştîye bi hêvîya nifşên pey xwe re jî, dîsa bi qasî ku tê dîtin, piştî wî li ser bingeha wî tiştek nehatiye avakirin.

Di roja me de li nav Kurdan girîngîya mijara klasîkên edebîyata cîhanê û klasîkên edebîyata Kurdî li gorî berê zêdetir tê fêmkirin. Weşanxaneyeke Kurdan tuneye ku klasîkên Kurdî/rêzepirtûkên klasîkên Kurdî neweşînin. Ji alîyekî dî ve heta niha wergêrana tibabek klasîkên edebîyata cîhanê bi taybetî bo Kurdîya Soranî û Kurmancî û hinek klasîkên edebîyata Kurdî bo zimanên cîhanê hatîye kirin. Eger em bibêjin ku di roja me ya îroyîn de mijara klasîkan zêdetir bi rêya çapkirina klasîkên Kurdî û wergêranên klasîkên cîhanê bo zimanê Kurdî dikeve rojeva dewrûberên edebîyata Kurdî dê ne çavdêrîyeke şaş be. Lêbelê vekolînên teorîk û rexneyî yên li ser klasîkên edebîyata Kurdî ku li ser dustûrên klasîkên cîhanê bên avakirin kêm in. Heta niha bi taybetî li Kurdistana Iraqê di çarçoveya edebîyata berawirdî de li ser klasîkên edebîyata Kurdî û edebîyatên cîhanê hin xebat hatine kirin ku bi rastî jî hêjayî pesn û teqdîrê ne: Ezîz Gerdî, Romeo & Juliet and Mam & Zîn (weş. Kembrîç) û Azad Tofîq Xeyat, Nalî & Dantê Wêkçûnêkî Firerehend, (Înstîtûtî Kelepûrî Kurd, 2017). Bêguman divê teşebbusên îroyîn yên ku di biwara klasîkên Kurdî de li nav Kurdan tên kirin bên bipêşxistin û babeta klasîkên edebîyata Kurdî ji her alîyî ve bê nîqaşkirin.

5.     Gelo Klasîkên Edebîyata Kurdî Hene?
Piştî ku me li jorê di çarçoveya edebîyata Rojavayê de mahîyet û dustûrên klasîkan dîyar kir, rewşa klasîkan di nav edebîyatên Îslamî de tesbît kir û rabirdûya klasîkan li nav Kurdan pêşkêş kir, em ê niha werin ser xala heyatî ya vekolînê ku ew jî hebûn yan jî nebûna klasîkên edebîyata Kurdî ye. Bi rastî jî di vê mijarê de tibabek pirs zihnê mirovî mijûl dikin: Gelo di edebîyata Kurdî de hin berhemên ku bikarin bikevin nav klasîkên cîhanê hene? Gelo ji alîyê klasîkan ve edebîyata Kurdî li hemberî edebîyatên Erebî, Farisî û Tirkî ku hem cîranên edebîyata Kurdî ne hem jî digel Kurdî di hewzeya edebîyata Îslamî de cih digirin di çi rewşê de ye? Gelo mirov dikare xişteyeke klasîkên edebîyata Kurdî pêşkêşî edebîyatvan û xwendekarên edebîyata Kurdî bike?

Bi bawerîya me, di çarçoveya bersivên van pirsan de tişta ku berî her tiştî divê bê gotin ev e: Eger edebîyata ku di peywenda klasîkên cîhanê de behsa wê tê kirin tarîxeke xwe, qonaxên xwe, tradîsyoneke xwe, bizavên xwe, cureyên xwe û estetîkeke xwe hebe bi awayekî siruştî serhostayên xwe yên edebî û berhemên xwe yên şakar jî dê hebin. Di biwara edebîyata Kurdî de tiştek heye ku qet ne cihê nîqaşê ye: Edebîyata Kurdî edebîyateke xwedî tarîx, qonax, tradîsyon, bizav, cure û estetîk e. Bêguman eger edebîyata Kurdî ji van alîyan ve bi edebîyatên miletên dî re bê muqayesekirin dê ji hin alîyan ve ji hinan baştir, ji hin alîyan ve jî ji hinan lawaztir be. Lêbelê ya girîng ew e ku edebîyata Kurdî bi hemû yeke û taybetmendîyên xwe yên navborî, digel ku ji ber sedemên curbicur hêj di bazara edebî ya cîhanî de tam nehatîye naskirin jî, di nav edebîyatên cîhanê yên serekî de cihekî xwe heye. Loma di edebîyata Kurdî ya xwedî rabirdûyeke dirêj de, wek edebîyatên dî, hebûna hin serhostayên edebîyatê tiştekî gelekî asayî ye. Bi heman rengî di edebîyata Kurdî de jî, wek edebîyatên dî, şakarine ku li hemberî zeman mayînde mabin û tradîsyonek ava kiribin jî dê hebin. Qet nebe di çarçoveya edebîyata millî de kesayet û berhemên wê yên ku wesfê klasîkê heq dikin tibabek in.

Eger klasîkên edebîyata Kurdî yên millî hebin bi awayekî siruştî senifandina wan û amadekirina xişteyên pêşnumayî jî tiştekî asayî ye. Lewra mahîyeta klasîkê ya elastîkî rê li ber me vedike ku em hin berhemên edebîyata Kurdî wek klasîkên asta yekem û hin berhemên dî jî wek klasîkên asta duyem li qelem bidin. Ji alîyê teorîk ve klasîk di çarçoveya hîyerarşîyekê de dikarin li bin hev bên rêzkirin û berevajîyê kanonê, berhemên ne klasîk wek berhemên bênirx nayên qebûlkirin. Dikare bê gotin ku hemû berhemên edebîyata klasîk, bi şertê ku hilgirên krîterên esxerî bin, qîmetekî xwe yê klasîkbûnê hene. Jixwe di berhemên tarîxên edebîyatê de senifandina helbestvanan wek helbestvanên pileye yekem û yên pileya duyem rêbazeke berbelav e ku ev yek di berhemên tarîxa edebîyata Kurdî de jî tê dîtin. Di esasê xwe de di van berheman de tişta ku tê kirin senifandina klasîkên edebîyatên millî ye.

Eger em bi çavê krîterên klasîkên cîhanê li klasîkên edebîyata Kurdî yên millî binêrin gelo dê rewşeke çawa derkeve meydanê? Çawa ku li jorê hatibû gotin, geşedana edebîyatên Erebî û Farisî bi awayekî giştî beramberî geşedaneke hizrî, sîyasî û civakî ya şaristanîya Îslamê, lêbelê ya Kurdî beramberî lawazî û paşveçûna vê şaristanîyê tê. Loma tiştekî siruştî ye ku edebîyata Kurdî di mijara klasîkan de ne di asta edebîyatên Erebî û Farisî de be. Ji alîyekî dî ve, çawa ku li jorê hatibû gotin, di roja me de di çarçoveya edebîyata cîhanê de berhemên edebîyata Tirkî wek klasîk nayên qebûlkirin. Gelo li cihekî ku hebûna klasîkên edebîyata Tirkî bûbe cihê nîqaşê em ê bikarin behsa klasîkên edebîyata Kurdî bikin? Bi bawerîya me eger edebîyateke wek edebîyata Tirkîya Osmanî ku bi qasî şeş sedeyan di coxrafyayeke fireh de li ser pîyan maye klasîkên cîhanê dernexistibin, ev yek mesajekê dide me: Derxistina klasîkên cîhanê ji hêza desthilatdarîyê, dirêjbûna zemanî û firehîya mekanî ya tarîxa edebîyatê wêdetir bi nirx û pîvanên edebî ve girêdayî ye. Loma divê mijar di çarçoveya edebîbûnê de bê nirxandin.

Me di beşa yekem a vê vekolînê de behsa krîterên ku berhemekê dikin klasîkeke cîhanê kiribû. Li vê derê em dixwazin di çarçoveya van krîteran de nirxandinekê li ser edebîyata Kurdî bikin û ji bo destnîşankirina cihê edebîyata Kurdî di nav edebîyata cîhanê, bi taybetî jî di nav edebîyatên Îslamî de bikevin nav hewldanekê. Dema mirov ji pencereya krîteran ve li edebîyata Kurdî binêre dê bê dîtin ku dêrînîbûn, aîdîyeta çîneke bilind û derketina ji nav şaristanîyeke mezin/serdemeke zêrîn ne di nav de hemû krîterên dî (şîyana nivîskarî, asta bilind a hunerî, gerdûnîbûn, mayîndebûn, sazkirina tradîsyoneke edebî, xwendin û çapkirin, wergirtina tam û lezzeta derûnî) bi nivîskar û berhema edebî bixwe ve girêdayî ne. Li gor ku edebîyata Kurdî tarîxeke xwe ya edebîyatê ya xwedî nivîskar û metnên edebî heye hebûna van taybetmendîyan jî tiştekî asayî ye. Di esasê xwe de dêrînîbûn jî bi tarîxa edebîyatê re pêwendîdar e. Madem tarîxeke edebîyata Kurdî ya kevin heye, nexwe di wê dereceyê de berhemên wê yên dêrîn jî hene. Çawa ku di nimûneyên Baba Tahir û Mela Perîşan de jî tê dîtin edebîyata Kurdî ji alîyê dêrînîyê ve ne ewqasî bêavantaj e. Hetta ji vî alîyî ve tenê edebîyata Kurmancî bi piranîya edebîyatên Rojavayê re di nav hevsengîyê de ye. Loma eger dêrînîbûn wesfeke bingehîn a klasîkê be, wê demê edebîyata Kurdî jî xwedî berhemên klasîk e. Çîna bilind taybetmendîyeke civaka Romayê ye û jixwe hebûna çîneke bi vî rengî di edebîyata Kurdî de ne mewzûbehs e. Lêbelê ev heye ku nûnerên edebîyata Kurdî ya klasîk ên ku di medreseyan de perwerdeyeke bilind a ziman û zanistên eqlî didîtin di nav xwe de wek çîneke bilind a perwerdebûyî dikarin bên qebûlkirin.

Bêguman di nav van krîteran de ya herî hessas hebûna şaristanîyeke mezin/serdemeke zêrîn e ku ew rasterast bi tarîxa sîyasî ve girêdayî ye. Bi rastî jî edebîyata Kurdî di tarîxa xwe de di asta edebîyatên Erebî, Farisî û Tirkî de nebûye edebîyateke xwedî serdemeke zêrîn. Bêguman hebûna desthilateke bihêz û domdar dê jimara helbestvanan, berhemdarîyê û çalakîyên edebî  zêdetir bike. Lewra di desthilatdarîyên serdemên navîn ên patrîmonyal de helbestvanan ji ber piştgirîya maddî û xweparastina ji metirsîyên jîyanê berê xwe didan qesrên desthilatdaran, desthilatdaran jî ji bo ku pesnê wan bê dayîn û navê wan li dinyayê belav bibe piştgirîya malî û hîmaye/parastinê didan helbestvanan. Bivênevê di nav vê sîtemê de hejmara helbestvanan û berhemên edebî zêde dibûn. Ji vî alîyî ve hebûna cudahîyekê di navbera edebîyata Kurdî û edebîyatên Erebî, Farisî û Tirkî de tiştekî asayî ye. Lêbelê nebûna sîstemeke bi vî rengî di nav edebîyata Kurdî de alîyekî xwe yê erênî jî heye: Ji ber nebûna vê sîstemê rengvedanên nerênî yên seltenet û desthilatdarîyê li ser edebîyata Kurdî çênebûne. Eger awarte neyên hesibandin, helbestvanên Kurdan, hêz û şîyana xwe ya edebî bi nivîsîna medhîye û mersîyeyên desthilatdaran re xerc nekirine û nisbeten edebîyateke azad derxistine meydanê. Çawa tê zanîn helbestên bi desthilatê ve pêwendîdar di helbesta Erebî ya serdema Ebbasîyan, di helbesta Farisî ya serdemên Samanî, Xeznewî, Selçûqî û Xarzemşahîyan û di helbesta Tirkî ya serdema Osmanîyan de gelek in. Mesela di edebîyata Tirkî ya Osmanî de di wê dereceyê de metnên edebî yên ku derheqê Sultan Selim û Sultan Suleyman de hatine nivîsîn hene ku koma yekem bi navê “selimname” û ya duyem jî bi navê “suleymanname”yê cureyên edebî yên serbixwe saz kirine. Dîsa di edebîyata Osmanî de gelek cureyên edebî hene ku tenê bi rêwresmên îdareya dewletê re pêwendîdar in (xezewatname, xezaname, sefername, sefaretname, sîyasetname, sûrîyye, sûrname, culûsîye, fethîye, fetihname, û zefername).[60] Eger di çarçoveya dustûrên klasîzmê de nirxandinek bê kirin, berhemên ku di van mijaran de hatine nivîsîn wek berhemên klasîk ên cîhanê nayên qebûlkirin. Lewra miletên bîyanî ne mecbûr in ji coşa millî û çanda xwemalî ya miletekî heman tam û lezzetê wergirin. Li vê derê tişta ku em dixwazin bibêjin ew e ku qewareya zêde ya metnên edebî yên ku di encama desthilatdarîyê de derketine meydanê û zêdebûna helbestvanên vî terzî her dem di asta cîhanî ne meqbûl in. Rast e di edebîyata Kurdî de metnên bi vî rengî pir kêm in. Lêbelê ev tunebûn ji alîyê krîterên gerdûnî ên klasîzmê ve kêmasîyekê naîne ser edebîyata Kurdî. Bêguman, çawa ku di nimûneya mewlûdnameyan de tê dîtin, di edebîyata Kurdî de jî mijarên dînî yên ku tenê xîtabî hissîyata Misilmanan dikin hene, lêbelê cureyên ku rasterast bi desthilatdarîyê ve girêdayî ne bi taybetî li gor edebîyata Tirkî gelekî kêm in û ev yek ji alîyê klasîzmê ve ne kêmasîyek e.

Esasen dema mirov li tarîxa edebîyata cîhanê binêre dê bê dîtin ku desthilatdarîyeke bihêz (seltenet, împeretorî) ji bo asteke bilind a edebî her dem nebûye şertekî jêneger. Helbesta Erebî ya berî Îslamîyetê ku jêdera edebîyata klasîk a Erebî, Farisî û miletên dî yên Misilman e ji bo vê yekê wek nimûne dikare bê dayîn. Loma lokal be jî û di çarçoveya bajar-dewletan de be jî bi hebûna desthilatdarîyeke ku bikare xwe ji êrîş û metirsîyên derve biparêze û bi taybetî sazîyên xwe yên perwerdeyê ava bike ji bo derketina edebîyatekê zemîneke guncaw saz dibe. Eger ev zemîn hebe û helbestvan jî xwedî qabilîyet be ji bo derketina edebîyateke bihêz û bi awayekî siruştî klasîkên edebîyatê tu astengî namîne ku Melayê Cizîrî û gelek edebîyatvanên dî yên Kurdan nimûneyên şênber a vê dîyardeyê ne.

  Ji alîyekî dî ve di encama nebûna desthilatdarîyeke yekgirtî de di edebîyata Kurdî de zimanekî edebî yê standart jî ava nebûye. Pirdîyalektî taybetmendîyeke bingehîn a edebîyata Kurdî ye. Ji ber vê jî li şûna ku hemû potansîyela edebî ya Kurdan bo zimanekî standart û yekgirtî bê xerckirin ev potansîyel li nav dîyalektên cuda belawela bûye û di encamê de edebîyata Kurdî ji avantajên zimanekî standart bêpar maye. Lêbelê ev heye ku nebûna zimanekî standart di heman demê de rê li ber statîkbûn û monotonîya edebîyatê jî girtîye. Dema em li edebîyata Osmanî ya ku demeke dirêj di coxrafyayeke berfireh de li ser pîyan maye dinêrin, em dibînin ku ew edebîyat, bi piranî, li ser heman dustûrên poetîk û estetîka edebîyata Farisî ava bûye û ji nav xwe terzekî edebî yê xweser dernexistîye. Lêbelê di edebîyata Kurdî de di encama pirdîyalektîyê de rewşeke cuda heye. Bi taybetî edebîyata Kurdîya Lorî û Goranî ya sahaya Îranê di mijarên poetîk û estetîk de ji standarta edebîyata Îslamî ku di edebîyatên Erebî, Farisî, Tirkî û Kurdîya Kurmancî, Soranî û Zazakî de hatîye şopandin pir cuda ye. Herweha di Kurdîya Goranî de hebûna dastanên tarîxî, epîk û mîtolojîk jî her di vê çarçoveyê de ye. Jêdera van taybetmendîyên edebîyata Kurdîya Lorî û Goranî edebîyata Kurdî ya xwemalî ye. Wisa dixuye ku eger di nav Kurdan tevan de zimanekî edebî yê standart hebûya di edebîyata Kurdî de dê ev xweserîya navborî têk biçûya. Di edebîyatên Kurdîya Lorî û Goranî de şêwazeke edebî ya wisa heye ku ne teqlîda edebîyata Erebî ye ne jî teqlîda edebîyata Farisî ye. Ev şêwaz wek edebîyata Erebî ya berî Îslamê û edebîyata Yewnan a serdema antîk şêwazeke edebî ya xweser û xwemalî ye. Bêguman ev taybetî di mijara derxistina klasîkên cîhanê de avantajeke mezin bexşî edebîyata Kurdî dike ku dubeytîyên Baba Tahirê Hemedanî û çendîn berhemên Kurdîya Goranî/Hewramî di vê kategorîyê de dikarin bên jimartin. Avantajeke dî ya pirdîyalektîyê jî di her dîyalektekê de bi berhemeke damezirîner vejandina edebîyata wê dîyalektê ye. Çawa ku di beşa yekem a vekolînê de hatibû dîyarkirin berhemên ku di serdemên guherîn û nûjenîyê de bi zimanekî nû dihatin nivîsîn di asta berhemên klasîk de dihatin nirxandin.

Wek encam; ji bo ku klasîkên millî yên edebîyata Kurdî payeya klasîkên cîhanê bi dest bixin çawa ku dezavantajên edebîyata Kurdî hene gelek avantajên wê jî hene. Li vê derê em dixwazin di çarçoveya krîterên klasîkên cîhanê de xişteyekê bo berhemên asta yekem ên edebîyata Kurdî ya klasîk pêşnîyaz bikin û ji bo destnîşankirina van berheman wek klasîkên cîhanî bikevin nav hewldanekê. Bêguman ji bo vê jî divê mirov serî li krîtêrên ku berhemekê dikin klasîk bide ku di destpêka vekolînê de bi berfirehî li ser wan hatibû rawestan. Lê ji bo ku em berhemekê bineqînin hilgirtina hemû krîteran ne lazim e û ne pêkan e jî. Dibe ku alîyekî berhemekê ewqas bihêz be ku ew alî di dayîna wesfê klasîkê de roleke mezin bilîze. Di vê xişteyê de di nav berhemên edebîyata Kurdî de yên ku herî zêde krîteran hildigirin dê bên hilbijartin. Bi taybetî divê bê gotin ku em ê vê hilbijartinê di çarçvoeya hemû dîyalektên edebî yên Kurdî de bikin. Eger di çarçoveya diyalektekê tenê de be, bêguman xişteyeke cuda û berfireh dê derkeve meydanê. Armanca me ew e ku di çaroçoveya edebîyata Kurdî ya klasîk tevî de xişteya berhemên ku pêşanîyê heq dikin bê amadekirin. Li gor me berhemên ku di vê xişteyê de cih digirin ne tenê di çarçoveya edebîyata Kurdî de di çarçoveya edebîyata cîhanê de jî namzed in ku wek klasîk bên qebûlkirin. Di esasê xwe de em li vê derê ji bo wê tesnîfa ku Celadet bi hêvîya vekoleran hiştibû dikevin nav hewldanekê. Lêbelê ev heye ku em di vê xişteyê de tenê klasîkên pileya yekem didin û behsa yên pileya duyem nakin û wê dihêlin bo xebatên paşerojê. Di çarçoveya krîterên navborî de ji berhemên edebîyata Kurdî ya klasîk yên ku wek namzedên klasîkên cîhanê derdikevin pêş ev in:

1.     Dubeytîyên Baba Tahir (937-1010)                     

2.     Perîşannameya Mela Perîşanê Dînewerî (k.d. 1421?)      

3.     Dîwana Mela (1567-1640)                                 

4.     Mem û Zîna Xanî (1651-1709)                          

5.     Dîwana Nalî (1800-1877)                                   

Ji ber ku derveyê sînorên vê vekolînê ye, em ê analîza van berheman ji alîyê krîterên klasîkbûnê ve taloqî paşerojê bikin. Bêguman rojekê ji bo amadekirina xişteyeke giştî ya klasîkên edebîyata Kurdî, ji her dîyalektekê berhemên asta yekem û yên asta duyem dê bên tesbîtkirin û bi vî awayî di çarçoveya xişteyên hemû dîyalektan de xişteyeke giştî ya klasîkên edebîyata Kurdî dê bê amadekirin.

5. Veguhestina Klasîkên Kurdî bo Bazara Cîhanê
Bêguman edebîyata Kurdî ya klasîk digel klasîkên xwe êdî malê tarîxê ye. Em nikarin li mîrasa heyî tiştekî zêde bikin û ji nû ve klasîkan îcad bikin, lêbelê qet nebe em dikarin ji bo danasîna klasîkên edebîyata Kurdî yên heyî û veguhestina wan bo bazara cîhanê nexşerêyekê amade bikin û di wê rêyê de bi baldarî bimeşin. Tu guman tuneye ku di vê nexşerêyê de qonaxa yekem û ya herî girîng wergêran e. Çawa tê zanîn klasîkên cîhanê di avakirina edebîyata cîhanê de roleke girîng dilîzin. Ji bo ku ev berhem vê rola xwe bilîzin, yan divê kesên bîyanî fêrî zimanê berhemê bibin û berhemê ji zimanê wê yê resen bixwînin ku ev rêbaz zêde ne berbelav e, yan jî divê berhem bi rêya wergêranê bo zimanên bîyanî bê veguhestin ku rêbaza herî zêde berbelav ev e. Dikare bê gotin ku berhemek çiqas bo zimanên bîyanî bê wergêran û çi bi zimanê resen be çi bi zimanê wergêranê be çiqas zêde bê çapkirin ew berhem di wê astê de dibe berhemek klasîk a cîhanî. Guman tuneye ku di nîşandana nirxê edebî yê wê berhemê de ev ne nîşaneya tekane be jî nîşaneyeke pir girîng e. Herweha di tesbîtkirina klasîkên cîhanê de herî zêde krîtera wergêranê li ber çavan tê girtin. Lêbelê digel vê jî hin berhemên ku qet wergêrana wan nehatîye kirin û navên wan nehatîye bihîstin jî ji alîyê taybetmendîyên xwe ve dikarin wek berhemên klasîk bên nirxandin. Ji bo ku berhemên bi vî rengî bikevin nav bazara cîhanê, çare nîne, divê wergêrana wan bê kirin. Berhemên ku taybetmendîyên klasîkan hilgirin heta bi rêya wergêranê bo zimanên cîhanê neyên veguhestin ew mehkûm in ku wek klasîkên millî û xwemalî bimînin.

Çawa tê zanîn heta niha wergêrana hin klasîkên Kurdî bo zimanên bîyanî hatiye encamdan. Ji van klasîkan Dubeytîyên Baba Tahir bo Frensî, Îngilîzî, Almanî, Rûsî, Îtalî, Çekî, Tirkî, Ermenkî, Urdu û Gurcî; Mem û Zîna Xanî bo Tirkî, Erebî, Farisî, Azerî, Rûsî, Elmanî, Îngilîzî, Frensî û Flemenkî, dîwana Melayê Cizîrî jî bo Rûsî, Erebî û Tirkî hatîye wergêran. Lêbelê cihê gumanê ye ku ev wergêran ji refên pirtûkxane û akademîsyenan derbasî nav bazara edebîyatê bûbin. Ji alîyekî dî ve gelek ji van wergêranan tenê di çarçoveya zimanên wergêranê de roleke bi sînor dilîzin. Loma di dinyaya me ya hevçax de ji bo bidestxistina mefaya azamî ya ku ji wergêranê tê hêvîkirn ji alîyê pisporan ve li ser girîngîya wergêranên bo zimanê Ingilîzî gelekî tê rawestan. Li vê derê em dixwazin guh bidin tesbîtên girîng ên Erkman ku di vê babetê de îfade dike:

“Herçiqas ji ber sedemên wek cîrantî, kolonyalîzm û cihgirtina di nav dewletên ku di asta geşedanê de ne, zêdetir tesîra edebîyata Rojavayê li ser edebîyatên miletên dî yên cîhanê çê dibe û di navbera wan de danûstandineke yekalî ya di lehê Rojavayê de rû dide jî, êdî di demên dawîn de bi rêya çalakîyên zêde yên wergêranê miletên cîhanê ji edebîyatên hev agahdar dibin. Lê ev heye ku ji ber zêdehîya metnên edebî û zimanên cîhanê cîbicîkirina vekolînên vegir û dîtina cîhanê têvî hema bibêje ne pêkan e.”[61]

Li vê derê Erkman, bi awayekî mafdar, balê dikişîne ser wergêranên ku bo zimanên neberbelav ên dinyaya hevçax tên kirin. Bi awayekî siruştî, ji ber ku herkes zimanên bi vî rengî nizane, di vê rewşê de tesîra berhemê ya ku tê hêvîkirin sînordar dibe. Erkman ji bo çareserîya vê kêşeyê dibêje ku “ji bo metnên aîdê edebîyatên millî di pîyasayên cîhanê de cih bigirin ji bilî wergêrana wan bo Îngilîzî rêyeke dî tuneye. Mesela metnên aîdê Çînê yan jî Portekîzê pêşî bi rêya Îngilîzî dikevîn bazara cîhanê û piştre bi rêya Îngilîzî wergêrana wan bo Tirkî tê kirin. Bi kurtî Îngilîzî di asta cîhanê de zimanê desthilatdar e.”[62] Erkman herî dawîn balê dikişîne ser mijareke dî ku ew jî dezgeha weşanê ye û weha dibêje: “Herweha biryardayîna li ser berhemên ku dê bên wergêran jî di bin inhîsara weşanxaneyan de ye.”[63]

Eger em tesbîtên Erkman li ser klasîkên edebîyata Kurdî tetbîq bikin, di roja me de ji bo ku klasîkên Kurdî bikevin bazara cîhanê rêya herî kurt û karîger wergêrana wan bo zimanê Ingilîzî ye. Lêbelê ev jî têrê nake, divê ev wergêran bikarin ji nav weşanxaneyên xwedî prestîj derkevin. Erkman behsa tekela weşanxaneyan bike jî, bi bawerîya me eger wergêran bi xebateke baş û şêwazeke gerdûnî ya ku di klasîkên cîhanê de tê şopandin bi pêşekî, têbînî, ferheng û wêneyan bê dewlemendkirin (wek wegêrana Heft Peykerê ya bo Îtalî ku tesîreke mezin li ser Calvino kiribû) ev tekel jî dikare bê şikandin.

Gelo di roja me de di nav edebîyatvan û wergêrên Kurd de ev rola Ingilîzî baş hatîye fêmkirin? Farangis Ghaderi û Clémence Scalbert Yücel di xebata xwe ya ku hêj nû hat weşandin de tam li ser vê babetê rawestîyane û di biwara bersiva vê pirsê de hin encamên balkêş bi dest xistine:

“Endîşeyên wisa bandoreke mezin kirîye li ser hilbijartin û pêşkeşkirina metnên bi Kurdî. Bi vî rengî, tenê beşeke wêjeyê ya ku bi tama xwînerê Anglophone re lihevhatî xuya dike ji bo wergerandinê tê hilbijartin û dewlemendîya kevneşopîya klasîk û formên wê yên helbestkî cih nagirin. Ji ber vê yekê, berevajî mupteleya bi nivîsarên xwedî prestîj ên edebî û dîrokî yên çalakîyên wergêranê li Irlandayê (Cronin 1998, 155), di wergêranên wêjeya Kurdî de nivîsên klasîk hema bêje tunene. Sedemek din a tunebûna metnên klasîk jî nebûna aktorên akademîsyen di warê wergêranê de û kêmbûna xebatên akademîk ên li ser edebîyata klasîk a Kurdî ne li gorî wêjeyên din ên Rojhilata Navîn wek edebîyatên Erebî an Farisî ku pir berfireh hatine vekolan û wergêran. Di rastîyê de, tenha metna klasîk a ku hatîye wergêran, Mem û Zîn, wekî mînakeke neteweperwerîya Kurdî hate rêzkirin û têkilîya wê bi serdema nûjen re di dermetnan (paratext) de hêj bêtir tê tekez kirin. Wêjeya devkî û gelêrî jî bi rengek berbiçav tune ye. Ev bi dîtina Cronin re li hev tê ku zimanek hindikahî dikare li ser berxwedana sembolîk bisekine û wergêranan bi tekstên çanda bilind re bisînor bike, hemî warên din ên ezmûna mirovî paşguh bike yên ku çandekê saz dikin… Bi armanca ku ji bo xwînerên Ingilîz guncawtir bin meyla wergêrana metnên modern ên nû ku ji teşe û sembolîzma helbesta klasîk dûr in tê kirin.”[64]

Çawa tê dîtin di roja me de wergêrana edebîyata Kurdî ya klasîk bo zimanê Îngilîzî ne di asteke baş û dilxweşker de ye. Pisporên edebîyata Kurdî ya klasîk kêm in û dema wergêrên Kurd ji bo wergêrana Îngilîzî metnên edebî yên Kurdî hildibijêrin xwe bi taybetî ji metnên edebîyata klasîk dûr dixin. Loma di vê babeta kêşedar de tiştên ku bên kirin gelek in. Berî her tiştî divê berhemên ku heta niha wergêrana wan nehatine kirin bi şêwazeke taybet bo Îngilîzî bên veguhestin. Berhemên ku wergêranên wan hatine kirin jî divê bi awayekî xweştir ji nû ve bên amadekirin (Dubeytîyên Baba Tahir û Mem û Zîna Xanî). Herweha di xebatên antolojîk de jî divê nimûneyên baş ên helbesta klasîk bên bicihkirin. Bi bawerîya me eger antolojoyîke helbestên klasîk ên bijarte bi şêwazeke baş di Îngilîzî de bê amadekirin dê bala pisporên helbesta cîhanê bikişîne. Bêguman ji bo ku di van karan de serkeftinek bê bidestxistin divê pisporên edebîyata Kurdî ya klasîk roleke aktîf bilîzin.

Di nexşerêya veguhestina klasîkên Kurdî bo bazara cîhanê de qonaxeke dî ya serekî jî vekolînên akademîk ên li ser klasîkên Kurdî ne. Bi taybetî eger ev vekolîn bi zimanê Îngilîzî û bi rêbazên edebîyata berawirdî bên kirin mirov dê zûtir bigihîje bazara cîhanê. Heta niha kêm be jî hin klasîkên Kurdî bi hin klasîkên cîhanê re hatine berawirdkirin ku xebata Ezîz Gerdî ya bi navê Romeo & Juliet and Mam & Zîn (bi Ingilîzî) û ya Azad Tofîq Xeyat ya bi navê Nalî & Dantê Wêkçûnêkî Firerehend (bi Kurdî) du nimûneyên girîng in. Bêguman ji bo ku mirov bikare van vekolînan bike divê mirov hem ji teorî, termînolojî û lîteratura klasîzmê haydar be hem jî xweserî û taybetmendîyên klasîkên Rojavayê û Rojhilatê nas bike. Ji bo vê jî divê mirov krîtrên ku Vergilius, Shakspeare, Malherbe, Goethe, Se’dî, Hafiz, Mewlana û Nîzamî dikin klasîkên cîhanê bizane. Dema mirov xwedîyê van zanyarîyan be mirov dê fêm bike ka ew krîter heta bi çi astê, bo nimûne, di dîwana Mela yan jî Mem û Zîna Xanî de cih digirin. Eger klasîkên Kurdî bi vê şêwazê di bazara cîhanê de bên nasandin bêguman dê reweşeke dilxweşker bê bidestxistin.

Bêguman ji bo ku Kurd bikarin di van qonaxan re bi awayekî serkeftî derbas bibin û bigihîjin bazara cîhanê divê putepêdaneke taybet bo edebîyata Kurdî ya klasîk nîşan bidin. Herweha divê edebîyatvanên Kurd formasyoneke baş û xwendekarên edebîyata Kurdî jî perwerdeyeke baş a zanista edebîyata klasîk wergirin. Çawa ku Jan Kott bûbû hevçaxê Shakespeareî (Shakespeare our Contemporary) divê vekolerên edebîyata klasîk jî bibin hevçaxê edebîyatvanên wek Melayê Cizîrî.

Encam
Hemû tesbît, şîrove û nîqaşên ku di vê vekolînê de hatine kirin me digihînin wê encamê ku edebîyata Kurdî ya klasîk bi potansîyela xwe ya ku ji hezar sal berê bi dîyalekt, serdem, qonax, navend û bizavên edebî yên curbicur gihîştîye roja me ji serhostayên xwe yên edebî û berhemên xwe yên şakar jî ne bêbehre ye. Lêbelê ji ber ku akademîya Kurdî ev potansîyel heta niha bi awayekî zanistî û metodolojîk dernexistîye meydanê îmkana danasîna qumaşê xwe yê binirx di bazara cîhanê de bi dest nexistîye. Îro firotîna wî qumaşî di dezgehên herî biprestîj ên cîhanê de berpirsîyarîyeke giran e ku dikeve ser milê vekolerên edebîyata Kurdî. Em di wê bawerîyê de ne ku eger em vê berpirsîyarîyê bînin cih rojekê bi destê Goetheyekî modern alaya dîwana Melayê Cizîrî û bi destê Calvinoyekî nû jî alaya Mem û Zîna Xanî li banê gerdûnê dê bê çikandin. Esas wê demê utupyaya Xanî dê bibe rastîyek û ruhê Xanî jî û pêşîneyên wî yên Kurmanc jî û hempîşeyên wî yên Goran, Soran û Zaza jî dê kêfxweş bibe. Dîsa wê demê di nav xişteya temsîlî ya klasîkên miletên cîhanê de ya ku di destpêkê de hatibû pêşkêşkirin klasîkekî wek Melayê Cizîrî jî dê cih bigire.

Di vê vekolînê de hewl hat dayîn ku piştî Celadet Alî Bedirxan bi heştê salî di mijara klasîkên edebîyata Kurdî de gaveke nû bê avêtin. Bêguman meşa li pey şopa vê mijarê li vê derê dê neqede. Ji bo ku di encama vê meşê de fêkîyek bê xwarin divê gelek gavên dî bên avêtin. Li ser navê xwe, eger bibe nesîb, di vekolîneke/vekolînine dî de analîza her pênc klasîkên ku li vê derê ji alîyê me ve hatine hilbijartin dê bê kirin. Dibe ku piştre jî klasîkên edebîyata Kurdî bên senifandin û di çarçoveya dîyalektên edebî yên Kurdî de xişteyên pêşnumayî bên amadekirin.

Jêder
Jêderên Çapkirî:

Adak, Abdurrahman , Destpêka Edebîyata Kurdî ya Klasîk, Nûbihar, İstanbul, 2014.

Anar, Turgay, Türk Edebiyatında Edebiyat Kanonu, FSM İlmi Araştırmalar ve İnsan ve Toplum Bilimleri Dergisi, 1 (2013) Bihar.

Azîzan, Herekol, “Klasîkên Me an Şahir û Edîbên Me ên Kevin”, Hawar, weş. Nûdem, Stokolm 1998.

Berwarî, Hêvî Rêbazên Edebî,  Weşanên Êketiya Nivîserên Kurd (çapa yekem), Dihok 2010.

Beuve, Sainte, “Klâsik Nedir””, Pazartesi Konuşmaları I, (wer. Fehmi Baldaş), MEB Yayınları, çapa duyem, İstanbul 1990, r. 315-336.

Bloom, Harold, Batı Kanonu, wer. Çiğdem Pala Mull, İthaki, İst. 2014.

Bozarslan, M. Emîn, “Pêşgotin”, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Gün yay., İst. 1968.

Brook, Peter, “Pêşgotin”, Jan Kott Çağdaşımız Shakespeare, Mitos Boyut Yayınları, wer. Teoman Güney, İst. 1999.                                                 

Calvino, Italo, Klasikleri Niçin Okumalı?, wer. Kemal Atakay, YKY Yayınları, İstanbul 2008.

Canım, Rıdvan, Divan Edebiyatında Türler, Grafiker, Ankara 2014.

Çetindağ, Yusuf, “Şark Klasikleri ve Özellikleri”, Dergâh, b. 16, j. 191, 2006, r. 9-15.

Doğan, D. Mehmet, Neden Klasiklerimiz Yok?, Yazar Yay. İst. 2016.

Durmuş, Tuba İsen, “Türk Edebiyatında Klasik Algısı Üzerine Düşünceler”, Millî Folklor, 2011, sal 23, j. 90.

Eliot, T. S., Edebiyat Üzerine Düşünceler, wer. Sevim Kantarcıoğlu, Paradigma, İstanbul 2007.

Erkman-Akerson, Fatma, Edebiyat ve Kuramlar, İthaki, İst. 2015.

Ferhadî, Ebdulxefûr Rewan, “Se Qern û Nîmê Seʿdîşinâsî der Xerb ez Rûyê Tercumehayê Gulistan û Bostan”, Zikrê Cemîlê Seʿdî, Tehran 1364, II, r. 175-196.

Goethe, Johann Wolfgang, Batı Doğu Divanı, wer. Gürsel Aytaç, Hece Yayınları, İst. 2021.

Hemze [yê Miksî], “Dîbace”, Ehmedê Xanî Mem û Zîn, Necm-i İstikbal Matbaası, İstanbul 1335 (1919).

Kaplan, Ramazan. Klasikler Tartışması (Başlangıç Dênemi). Ankara: Atatürk Kültür Merkezi Yayınları, 1998.

Midhat, Ahmed, “Müsabaka-i Kalemiyye İkram-ı Aklam”, Ramazan Kaplan, Klasikler Tartışması (Başlangıç Dönemi), Atatürk Kültür Merkezi Yayınları, Ankara 1998.

Pîrbal, Ferhad, Rêbaze Edebîyekan, Dezgay Wergêran, Hewlêr 2006.

Saadalla, Salah,  “Preface”, Ahmed Khani, Mem  Zin, wer. Salah Saadalla, Avesta, Istanbul, 2008.

Seccadî, Elaeddîn, Mêjûy Edebî Kurdî, Bexda 1952.

The Editors of Encyclopaedia Britannica, “Classical literature”, Encyclopaedia Britannica, https://www.britannica.com/ art/lyric (21.03.2021).

Yavuz, Hilmi, “Bizim Klasiğimiz Var mı?”, Denemeler, Boyut Yay., İstanbul 1996, r. 30-33.

Zivingî, Mela Ehmedê, el-‘Iqdu’l-Cewherî fî Şerhî Dîwanî eş-Şeyxi’l-Cezerî, weş. Nûbihar, Stenbol 2013.

Jêderên Dîjîtal:

Ghaderi, Farangis & Yücel, Clémence Scalbert, “An etat présent of the kurdish literature in english translation”, The Translator, 2021, https://www.tandfonline.com/doi/full/10.1080/13556509.2021.1872196

Karahan, Abdülkadir, “Fuzûlî”, TDV İslâm Ansiklopedisi, https://islamansiklopedisi.org.tr/fuzuli (29.03.2021).

O’Runeer, Nedim Doğan, Nicolas Boileau ve Yazma Sanatı Adlı Eseri Üzerine, 2019, ttps://www.academia.edu/40789142/Nicolas_Boileau_ve_Yazma_Sanatı_Adlı_Eseri_Üzerine, (02.04.2021).

Unat, Yavuz, “Ömer Hayyâm”, TDV İslâm Ansiklopedisi, https://islamansiklopedisi.org.tr/omer-hayyam#1 (28.03.2021).

Yazıcı, Tahsin, “Gülistân”, TDV İslâm Ansiklopedisi, https://islamansiklopedisi.org.tr/gulistan (29.03.2021).

http://www.dictionnaire-academie.fr/article/A9C2532 (02.04.2021)



[1] Selçuk Mülayim, “Antikten bugüne Klasik Anlayışları”, Sanat ve Klasik, Klasik İst. 2006, r. 6.
[2] Mülayim, g.n., r. 4-5.
[3] Sainte Beuve, “Klâsik Nedir””, Pazartesi Konuşmaları I, (wer. Fehmi Baldaş), MEB Yayınları, çapa duyem, İstanbul 1990, r. 316.
[4] Ferhad Pîrbal, Rêbaze Edebîyekan, Dezgay Wergêran, Hewlêr 2006, r. 15; Hêvî Berwarî, Rêbazên Edebî,  Weşanên Êketiya Nivîserên Kurd (çapa yekem), Dihok 2010, r. 82.
[5] Mülayim, g.n.,  r. 4.
[6] Beuve, g.n., r. 316.
[7] Beuve, g.n., r. 316-317.
[8] Emel Kefeli, Batı Edebiyatında Akımlar, (çapa sêyem), Dergah, İstanbul 2017, r. 25-30.
[9] Kefeli, b.n., r. 25.
[10] The Editors of Encyclopaedia Britannica, “Classical literature”, Encyclopaedia Britannica, https://www.britannica.com/ art/lyric (21.03.2021).
[11]  Beuve, g.n., r. 315.
[12]  Hilm Yavuz, “Bizim Klasiğimiz Var mı?”, Denemeler, Boyut yay., İstanbul 1996, r. 30.
[13] Kefeli, b.n., r. 25-26.
[14] Yavuz, g.n., r. 31.
[15] Peter Brook, “Pêşgotin”, Jan Kott Çağdaşımız Shakespeare, Mitos Boyut Yayınları, wer. Teoman Güney, İst. 1999, r. 8.
[16] T. S. Eliot, Edebiyat Üzerine Düşünceler, wer. Sevim Kantarcıoğlu, Paradigma, İstanbul 2007, r. 171, 175-176.
[17] Ramazan Kaplan, Klasikler Tartışması (Başlangıç Dênemi), Atatürk Kültür Merkezi Yayınları, Ankara 1998, r. 23-24.
[18] The Editors of Encyclopaedia Britannica, “Classical literature”, Encyclopaedia Britannica, https://www.britannica.com/ art/lyric (21.03.2021).
[19] Kaplan, b.n., r. 23-24.
[20] Eliot, b.n., r. 159.
[21] Kaplan, b.n., r. 28-29.
[22] Kaplan, b.n., r. 29.
[23] Beuve, g.n., r. 317.
[24] Italo Calvino, Klasikleri Niçin Okumalı?, wer. Kemal Atakay, YKY Yayınları, İstanbul 2008,  r. 11-17.
[25] Nedim Doğan O’Runeer, Nicolas Boileau ve Yazma Sanatı Adlı Eseri Üzerine, 2019, ttps://www.academia.edu/40789142/Nicolas_Boileau_ve_Yazma_Sanatı_Adlı_Eseri_Üzerine
[26] Eliot, b.n., r. 159.
[27] Kefeli, b.n., r. 27.
[28]  Beuve, g.n., r. 319-321. Hêjayî gotinê ye ku di edîsyona nehem a ferhenga Akademîya Frensî de ku niha li ber destan e maddeya klasîkê bi manayên nû hatîye berfirehkirin. Bnr. http://www.dictionnaire-academie.fr/article/A9C2532 (02.04.2021).
[29] Kaplan, b.n., r. 13.
[30] Kaplan, b.n., r. 25-26.
[31] Tuba İsen Durmuş, “Türk Edebiyatında Klasik Algısı Üzerine Düşünceler”, Millî Folklor, 2011, sal 23, j. 90, r. 38.
[32] Calvino, b.n., r. 11-17.
[33] Durmuş, g.n., r. 42.
[34] Turgay Anar, “Türk Edebiyatında Edebiyat Kanonu”, FSM İlmi Araştırmalar ve İnsan ve Toplum Bilimleri Dergisi, 1 (2013) Bihar, r. 56-58.
[35] Harold, Bloom, Batı Kanonu, wer. Çiğdem Pala Mull, İthaki, İst. 2014,r. 53-82.
[36] Eliot, b.n., r. 166, 173.
[37] Ji bo perspektîfeke giştî di biwara klasîkên Îslamî de bnr. Yusuf Çetindağ, “Şark Klasikleri ve Özellikleri”, Dergâh, b. 16, j. 191, 2006, r. 9-15.
[38] Tahsin Yazıcı, “Gülistân”, TDV İslâm Ansiklopedisi, https://islamansiklopedisi.org.tr/gulistan (29.03.2021).
[39] Ebdulxefûr Rewanê Ferhadî, “Se Qern û Nîmê Seʿdîşinâsî der Xerb ez Rûyê Tercumehayê Gulistan û Bostan”, Zikrê Cemîlê Seʿdî, Tehran 1364, II, 175-196; Herweha bnr. Ahmed Midhat, “Müsabaka-i Kalemiyye İkram-ı Aklam”, Ramazan Kaplan, Klasikler Tartışması (Başlangıç Dönemi), Atatürk Kültür Merkezi Yayınları, Ankara 1998, r. 129.
[40] Yavuz Unat, “Ömer Hayyâm”, TDV İslâm Ansiklopedisi, https://islamansiklopedisi.org.tr/omer-hayyam#1 (28.03.2021).
[41] Ji bo wergêrana Tirkî bnr. Johann Wolfgang Goethe, Batı Doğu Divanı, wer. Gürsel Aytaç, Hece Yayınları, İst. 2021.
[42] Calvino, b.n., r. 57-63.
[43] Abdülkadir Karahan, “Fuzûlî”, TDV İslâm Ansiklopedisi, https://islamansiklopedisi.org.tr/fuzuli (29.03.2021).
[44] Durmuş, g.n., r. 37.
[45] Midhat, g.n., r. 68.
[46] Midhat, g.n., r. 67.
[47] Kaplan, b.n., r. 34.
[48] Yavuz, g.n., r. 32-33.
[49] D. Mehmet Doğan, Neden Klasiklerimiz Yok?, Yazar Yay. İst. 2016, r. 97-100.
[50] Doğan, b.n., r. 167-174.
[51] Ji bo xişteyeke ku bo Emerîkîyan hatîye amadekirin bnr. Durmuş, g.n., r. 40-41; Ji bo yên Tirkî bnr. Doğan, b.n., r. 165-269.
[52] Calvino, b.n., r. 14-15.
[53] Hemzeyê [Miksî], “Dîbace”, Ehmedê Xanî Mem û Zîn, Necm-i İstikbal Matbaası, İstanbul 1335 (1919),  r. 138-139.
[54] Mela Ehmedê Zivingî, el-‘Iqdu’l-Cewherî fî Şerhî Dîwanî eş-Şeyxi’l-Cezerî, weş. Nûbihar, Stenbol 2013.
[55] M. Emîn Bozarslan, “Pêşgotin”, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Gün yay., İst. 1968, r. 8.
[56] Salah Saadalla, “Preface”, Ahmed Khani, Mem  Zin, wer. Salah Saadalla, Avesta, Istanbul, 2008, r. 9-13.
[57]         Herekol Azîzan, “Klasîkên Me an Şahir û Edîbên Me ên Kevin”, Hawar, weş. Nûdem, Stokolm 1998, r. 813.
[58] Di qada tarîxa edebîyata Kurdî de yekemîn xebata ku li Sûrîyeyê hatîye kirin ev nivîsar e. Ev xebat piştî rîsaleya A. Jaba duyemîn xebata tarîxa edebîyatê ye ku bi Kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn. Digel ku berî berhema Qenatê Kurdo ye jî, ji alîyê himjara helbestvan û nivîskarên Kurmanc ve ji berhema Kurdo dewlemendtir e. Helbestvan û pexşannûsên ku di vê nivîsa Bedîrxan de cih girtine ev 26 kes in: Elîyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Batê, Axayê Bêdarî, Ehmedê Xanî, Simaîlê Bazîdî, Şerefxan, Miradxan, Sîyahpoş, Axaok, Mewlana Xalid, Mela Yehyayê Mizûrî, Mela Xelîlê Sêrtî, Şêx Evdilqadirê Gêlanî , Hecî Fetahê Hezroyî, Şêx Mihemedê Hadî, Şêx Evdirehmanê Taxê, Nalî, Şêx Riza, Hacî Qadirê Koyî, Şêx Nûredînê Birîfkî, Evdirehmanê Axtepî, Elîyê Teremaxî, Mela Ûnisê Erqetînî, Melayê Erwasî.
[59] Berhema Elaeddîn Seccadî (Mêjûy Edebî Kurdî) ku tê de behsa edebîyatên cîhanê (Misr, Fars, Çîn, Hind, Îbrî, Yewnan û Roma) tê kirin piştî nivîsara Celadet bi yazdeh salan di sala 1952ê de hatîye çapkirin.
[60] Ji bo van cureyên edebîyata Osmanî bnr. Rıdvan Canım, Divan Edebiyatında Türler, Grafiker, Ankara 2014.
[61] Fatma Erkman-Akerson, Edebiyat ve Kuramlar, İthaki, İst. 2015, r. 40-41.
[62] Erkman-Akerson, h.b., r. 41.
[63] Erkman-Akerson, h.c.
[64] Farangis Ghaderi & Clémence Scalbert Yücel (2021): An etat présent of the kurdish literature in english translation, The Translator, https://www.tandfonline.com/doi/full/10.1080/13556509.2021.1872196, r. 10.

Jêder: Lêkolînên Kurdî

Back to top button