Cîhan
Serok Nêçîrvan Barzani û wezîrê derve yê Tirkiyeyê rewşa dawî ya Qudsê nirxandin

Serok Nêçîrvan Barzani roja pêncşemê 9ê Cotmeha 2025an li Enqerê, di çarçoveya serdana fermî ya wî ya bo Tirkiyeyê de, pêşwazî li Wezîrê Derve Hakan Fîdan kir.
Herdu aliyan tekezî li ser xwesteka hevbeş a pêşxistina têkiliyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, û her weha berfirehkirina qadên hevkariya hevbeş kirin.
Di civînê de mijara avê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de jî hate nîqaşkirin. Di vî warî de, Serok Nêçîrvan Barzani tekezî li ser pêwîstiya hevrêziyê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de kir, da ku rêveberiya avê hemû pêdiviyên her du aliyan bicîh bîne.
Di civînê de rewşa herêmê û çend mijarên balkêş ên hevpar jî hatin nîqaşkirin.


