CîhanFlaş

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Karûbarên Aborî û Enerjiyê ya Almanyayê Pêşxistina Peywendiyan Gotûbêj Kirin

Roja 15.02.2026, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel Xanim Katharina Reiche, Wezîra Karûbarên Aborî û Enerjiyê ya Almanyayê, civiya.

Di civînê de, pêşxistina peywendiyên aborî yên Almanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û handana sermayeguzarî û veberhênana Almanî di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya berdewamiyên Almanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo sûdgirtina ji ezmûna Almanyayê di warê enerjî û aboriyê de dubare kir.

Back to top button