Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Dewletê ya Karûbarên Navxweyî ya Almanyayê tekezî li ser hevkariya hevbeş dikin

Di berdewamiya hevdîtinên xwe yên îro yên li ser çarçoweya Konferansa Asayîşa Munichê de, Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Sekreterê Giştî yê Wezareta Karên Hundir û Civakê ya Federal Hans-Georg Engelke hevdîtinek kir. Gotûbêja wan li ser berfirehkirina hevkariyên ewlehiyê yên navbera Almanya, Iraq û Herêma Kurdistanê bû.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya zêdekirina hevkariyên Almanyayê bi rayedarên pêwendîdar ên Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin û tekezî li ser mijarên girêdayî koçberan, koçberên neyasayî, nehiştina tawanan û herwiha rewşa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe arasteyî gel û hikûmeta Almanyayê kir û hevxemiya xwe jî ji bo malbatên tûşbûyên bûyera terorîstî ya li bajarê Munchenê ku di encam de çendîn welatî birîndar bûn, kir.

Back to top button